Li Şerîeya Rojava û Xezayê jin di navbera du bajar û du zagonan de ne

Parçebûna siyasî ya di navbera Şerîeya Rojava ya Filistînê û Zîvala Xezayê de di her warê jiyanê de derbas dibe. Lêkolîner Magda Şehadê, anî ziman ku pergala hiqûqî di destpêka veqetînê de derketiye holê û di warê mafên jinan de pirsgirêkek mezin hene.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Yek ji pirsgirêka herî demdirêj a cîhanê, nakokiya Filistîn-Îsraîlê ji aliyê ewlekarî, hiqûqî, siyasî, civakî û aborî ve bandorê li jiyana gelan dike. Piştî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya sala 1947'an a li ser axa Filistînê û 1948'an, Îsraîlê xwe weke dewletek îlan kir, gelek deverên welat hatin dagirkirin û êrîş li ser wan çêbû.

Yek ji qadên ku ji perçebûnê bi bandor dibe qada hiqûqê ye. Lêkolîner û endama Navenda Mafên Mirovan a Filistînê Magda Şehadê ku mijarê nirxand, diyar kir ku parçekirina Filistînê bandoreke girîng li ser gelek zagonan kiriye, di serî de Qanûna Ceza û Qanûna Kesane ku ev yek girêdayî qanûnan e. Yên welatên din ên wekî Misir û Urdunê.

'Biryarên qanûnî derbasdar nayên dîtin'

Magda Şehadê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Qanûna Kesane ya ku li Şerîda Xezayê hatiye sepandin, Qanûna Mafên Malbatê ya Misirê ya sala 1954'an e û qanûna Urdunê ya sala 1968'an li Şerîeya Rojava hatiye bicihkirin e. Megda Şehade wiha domand:

“Li Şerîeya Rojava qanûn li Xezayê betal e û berovajî vê ye. Weke mînak ger di dadgeheke Şerîda Xezayê de der barê jinekê de biryar bê dayîn, ew biryar li dadgehên Şerîeya Rojava nayê qebûlkirin. Ev rewş pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin aloztir dike. Bi taybetî der barê binçavkirin, nefeqe û mafê dîtina zarokan piştî hevberdanê û mijarên din ên ku jin hê jî têdikoşin ku pêşkeftinên berbiçav di wan de bi dest bixin.”

Magda Şehadê da xuyakirin ku Meclisa Zagonsaz 12 salan hatiye rawestandin û hewldanên destwerdanê yên ji aliyê hin aliyan ve tên kirin, zirarê didin pirsgirêkên sereke yên jinan û destnîşan kir ku nayê qebûlkirin hin tevger, alî û eşîr li şûna Meclisa Zagonsaz bi cih bibin.

Zewaca zarokan li cihekî qedexe tê teşwîqkirin

Magda Şehadê, anî ziman ku pirsgirêka herî sereke ya jinan kêmbûna temenê zewacê ye û diyar kir ku li herêma Xezayê hê di 14 saliya xwe de keç tên zewicandin û ji mafên xwe yên zaroktiyê bêpar in û wiha got: “Yek ji pirsgirêkan mafê xwedîderketinê ye li Şerîaya Rojava temenê 13 saliyê hatiye diyarkirin û zarok piştî vî temenî jiyana bi dê û bavê xwe re hildibijêrin. Zarok dikare heta 9 salan bimîne. Ji zarokan jî nayê pirsîn ku ew dixwazin bi kê re bimînin.”

'Pêdiviya me bi qanûneke ku mafên jinan biparêze heye'

Magda Şehadê bal kişand ser pêwîstiya rakirina qanûnên ku destekê didin kuştina jinan di bin navê 'adetê' de û destnîşan kir ku ev rewş mêran teşwîq dike û ji ber nebûna qanûnên parastina jinan û gelek jinan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî Magda Şehadê destnîşan kir ku pêwîstî bi qanûneke medenî heye ku tevahiya Filistînê bigre nava xwe û mafên jin û zarokan biparêze.