‘Divê jin di cihên biryardanê de cih bigirin’
Endama Komeleya Parêzeran a Suweydayê Texrîd Ezam da zanîn ku nebûna rola jinan di cihên biryardayînê de ji ber mîrateya civakî ya bavsalarî ye û got: "Divê jin cihên xwe rast di navendên rêveberiyê de bigrin."

ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê ji ber nebûna jinan di cihên rêveberiyê de, di nav çalakvanên jin û mêr de pêlek ji rexneyan hate kişandin. Ev yek pirsgirêka temsîliyeta sînorkirî ya jinan di pozîsyonên bilind de ji nûve derdixe holê û bi giranî pozîsyonên rêveberiyê ji bo mêran vediqetîne.
Bandora mîrata civakî ya demdirêj
Endama Komeleya Parêzeran a Suweydayê û endama Komîteya Azadiyên Giştî û Mafên Mirovan Texrîd Ezam got ku mijara nebûna jinan ji cihên rêveberiyê li bajarê Suweydayê û bi giştî li Sûriyeyê di demên dawî de bûye mijara nîqaşeke berfireh, bi taybet piştî guhertinên siyasî yên ku li welêt çêbûne. Texrîd Ezam wiha axivî: "Çima jin di navendên biryardanê de ne amade ne? Çima ev cih hê jî tenê ji bo mêran sînordar in? Sedem ji ber mîrateyeke civakî ya demdirêj e, ku ji aliyê sîstemeke rewşenbîrî û çandî ve tê xurtkirin ku mêran wek kesên ku ji bo girtina cihên serokatiyê jêhatîtir dibînin, dibîne. Di heman demê de jêhatîbûn û şiyana serokatiyê ya jinan paşguh dike."
Guherînên civakî û olî
Texrîd Ezam di nava gotinên xwe de da zanîn ku ev pîvan ne tenê bi civakê ve sînordar e, di heman demê de ji hêla gotarên olî yên serdest ve jî tê domandin. Texrîd wiha domand: "Her çend ew li ser nivîsên eşkere yên Quran û Sunnetê yên ku jinan ji girtina meqaman qedexe dikin nehatibe avakirin jî, şîroveyên xelet û gotarên bavsalar wê fikrê pêş dixin ku mêr jêhatîtir û şayanê cihên rêveberiyê ne. Nûnertiya jinan di warê siyasî de jî pir qels e, ev jî wan ji cihên biryardanê dûr dixe. Sîstema kota ne çareseriyek radîkal e, lê tedbîrek demkî ye ku divê bi belavkirina çandeke nû ya civakî re were kirin ku rola jinan di cihên biryardayînê de xurt dike."
Hişmendiya medyayî û perwerdehî kevirê bingehîn e
Texrîd Ezam diyar kir ku çareseriya rast bi zêdekirina hişmendiya çandî û civakî, weşandina çîrokên serkeftina jinan di bernameyên perwerdehiyê de û çandina ramana ku jin di her tiştî de şirîk in, dest pê dike. Texrîd Ezam wiha axivî: “Divê wêneya stereotîpîk a ku ji hêla dramayan ve tê pêşkêşkirin, were serarastkirin. Di heman demê de edalet û wekheviya zayendî nayê wê wateyê ku temsîliyeta jinan diyariyek an qenciyek e, ew mafek e. hewcedariya bihêzkirina jinna di warê siyasî, aborî û civakî de jî heye."
Tirsên ji hêz û baweriyên jinan
Di dawiya gotinên xwe de Texrîd Ezam destnîşan kir ku divê bal bê kişandin ser rola û hebûna jinan di avakirian civakan de û wiha got: "Gelek jinên pêşeng hene ku rolên xwe di avakirina civakan de lîstine lê ji ber zihniyeta mêr-dewlet ve hatine paşguhkirin. Hin kes ji azwerî û hêza jinan ditirsin, lê jinek ku dikare malekê birêve bibe û nifşan mezin bike, dikare sazî û wezaretan jî birêve bibe. Em red dikin ku jin tenê wêneyek bin ku ji bo razîkirina civakê tê pêşkêş kirin bêyî ku cihên rastîn ên biryardanê ji wan re werin dayîn."