Bi têkoşîna jinan kiryar cezayê muebbeta girankirî girt
Li Amedê bi têkoşîna edaletê ya rêxistinên jinan, ji doza Mehemet Demîrhan ku Hilal Kar qetil kiribû dihat darizandin, cezayî muebbeta girankirî li kiryar hate birîn.

Amed – Derbarê Mehmet Demîrhan ku Hîlal Kar di 23’yê Hezîrana sala 2024’an de li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê ya Amedê qetil kir de ji sûcê “Kuştina bi plankirî û biqestî” doz hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Bersûc Demîrhan ku girtî ye û parêzerên wî tev li danişînê bûn. Malbata Hîlal Kar, parêzerên wan, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê jî danişîn şopandin.
Parêzerê bersûc xwest ku delîlên di îdianameyê de cih negirtin bên komkirin û ji hêla dadgehê ve bên nirxandin. Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Bersûc Mehmet Demîrhan, li dijî mutalaaya dozger a bi daxwaza cezayê muebbeta girankirî parastina xwe kir û got: “Cezayê li min tê birîn girîng nîne. Ez dixwazim rastî derkevin holê.” Mehmet Demîrhan, hewl da qetilkirina Hîlal Karê bi îdiaya “cînayeta namûsê” biparêze.
Cezayê muebbeta girankirî lê hat birîn
Xwişka Hîlal Kar, Ebrû Kar jî got: “Madem tu hukmê cezayê lê hatiye birîn ji bo wî nîne, wê demê çima reviya? Xwişka min serê sibehê diçû karê xwe û êvarê vedigeriya mala xwe. Em dixwazin cezayê herî giran lê were birîn.”
Parêzer Eda Kar Burakmak jî xwest ku cezayê bersûc neyê daxistin. Parêzerê bersûc jî îdia kir ku dosya baş nehatiye şopandin û cînayet bi plankirî nehatiye kirin.
Dadgehê, ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî û biqesdî” cezayê muebbeta girankirî li Mehmet Demîrhan birî.