'Konferansa li Afrîkayê ji bo hêzên komploger peyamek bû'

Siyasetmedar Sama Bekdaş ku beşdarî konferansa "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û îstîqrar" a li Afrîkaya Başûr hat lidarxistin bû, diyar kir ku konferans ji bo hêzên komploger peyamek bû.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr, bi pêşengiya Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd û Însiyatîfa Azadiya ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê, di navbera rojên 28-29’ê Sibatê de konferansa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û îstîqrar" hat lidarxistin. Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yektiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (PYD) Sama Bekdaş ku beşdarî konferansê bû, der barê konferansê de nirxandinan kir

'Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e'

Sama Bekdaş, da zanîn ku ew di sala 25’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan li Kenyayê ku yek ji welatên Afrîkaya Başûr e, hat girtin. Lidarxistina vê konferansê li Afrîkaya Başûr jî ji bo hêzên komploger xwe peyamek e. Li çar parçeyên Kurdistanê gel ji bo azadiya Rêber Ocalan hêza xwe kir yek. Ji ber ku bi azadiya Rêber Ocalan gel û jin dê azad bibin. Rêber Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e.”

'Divê fikrên Ocalan li dibistanan weke wane bên dayîn’

Sama Bekdaş, anî ziman ku di konferansê de der barê pirsgirêka Kurd de nîqaş hatine kirin û wiha got: “Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman ku divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Hat destnîşankirin ku çawa mafên gelên din hene, mafên Kurdan jî hene û divê ev maf bên qebûlkirin. Rêber Ocalan jî dibêje ku divê hemû gelên bindest bigihîjin azadiya xwe û aştî û demokrasî ava bibe. Divê li dibistan û zanîngehan fikrên Rêber Ocalan wekî wane bên dayîn.”

Bal kişandin ser berxwedana jinan

Sama Bekdaş, diyar kir ku di konferansê de li ser modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin jî axaftin çêbûye û herî dawî wiha axivî: “Bal hat kişandin ser şoreşa jinan a li Rojava. Hemû kesên beşdarî konferansê bûn bal kişandin ser berxwedana jinan a li dijî rêxistinên terorê yên li Rojava. Hat destnîşankirin ku divê jinên li Rojava li ber xwe didin piştgirî ji wan re were dayîn.