Femînîst daxwaza reforma sererastkirina koda malbatê dikin
Qanûna Malbatê ya ku di sala 2004’an de ket meriyetê, wê demê gengeşiyek li Mexribê çêkir, ev qanûn ji ber ku piştî ceribandinek dirêj û dijwar hat ku mafên jinên Mexribî û giştî malbatê bixe bin temînatê. Piştî 17 salan derxistina qanûna malbatê, tevgerên femînîst dibînin ku ev kod bi rastiya jin û malbatê re bi nakok bûye. Ji ber ku êdî hewcedariyên Destûra Bingehîn a 2011’an ku di xala 19’an de qebûl dike ku jin û mêr bi wekhevî ji maf û azadiyên sivîl, aborî, civakî, çandî, hawirdor û siyasî sûd bigrin pêk naynin.
HENAN HARIT
Mexrib- Tevgerên femînîst ên li Mexribê banga sererastkirina xala 15’an a Qanûna Malbatê dikin ku zehmetiyan ava dike û gelê Mexribê yên ku li derve niştecih bûne jê êşê dikşînin. Xala 49’an a qanûnê hêrsa tevgerên femînîst jî zêde dike, ji ber xal behsa nakokiyên darayî yên di navbera hevjînan de dike. Lê di naverokê de, ew belge ji bo îsbatkirina çarenûsa berpirsyariya darayî tune ye. Ji ber ku tevgerên femînîst dibînin pirsgirêkek der barê cewherê hêmanên ku qanûndar di xala dawî ya 49’an de cih girtiye heye. Ya ku dadger ji bo birêkûpêkkirina mafên hevjînan a dahata di jiyana zewacê de xwe dispêre kê ger ku peymanek nivîskî tune be. Ev hêman jî karê her yek ji hevjînanin û hewildanên wî ji bo pêşdebirina diravên malbatê ye. Qanûndar cewherê van xebat, hewldan û wateya hilgirtina baran diyar nake.
Di derbarê qanûna malbatê de, çalakvana mafên mirovan Sûad El-Tewûsî diyar kir ku ji dema bicihkirina zagona malbatê, hinek nehevsengî derketine holê, bi awayekî baş li gorî tiştên ku di pêşgotinê de hatine gotin, nelihevkiriye û bal kişand ser mijara nefeqê û wiha got: “Di vê heyamê de heta niha derbarê nefeqê de tu biryar nehatiye dayîn.”
Nakokiyên di navbera nivîsan de
Çalakvana mafên mirovan Sûad El-Tewûsî bi bîr xist ku di navbera metnên navxweyî yên koda malbatê de nakokîyek mezin heye û wiha dom kir: “Beşa çarem ku zewaca jin û mêr pêk tîne û wek peymana girêdanê dihesibîne, li gorî wê malbatekê ava dikin, di beşên din de ev tê têkbirin. Ev kod mafê desteserkirina dayîkê dide, lê di heman demê de mafê serpereştiya qanûnî dide bav û rê nade dayik di derbarê zarokan de biryarê bide, çi ji bo perwerdeya wan be, çi bi wan re rêwêtiyê bike li derveyî welat, hem jî ji bo sazkirina hesabek di bankê de. Nîqaşa îro ya li ser Qanûna Malbatê pir dereng ma, ji ber ku diviyabû beriya 9 salan di dema qebûlkirina makezagona 2011’an de bihata vekirin. Kod îro li dijî tiştên ku di makezagonê û peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Mexribê ve hatine pejirandin re berovajî xuya dike.”
Sûad El-Taûsî got: “Pêwîstiya hemahengiya Zagona Malbatê bi destûra Mexribê re û bi hemû peymanên navdewletî yên ku ji aliyê qraliyetê ve hatine erêkirin, bi taybetî bi peymana li dijî cudakariya li dijî jinan kir û daxwaz kir ku qanûnek li gorî pêşkeftina ji civaka Mexribê re tê zanîn, were danîn da ku hemû kêmasî, hevsengî û valahiyên ku di nav kodê de hene derbas bibin, bi şertê ku cesaret hebe ji bo jêbirina hemû beşên ku hatine paşguhkirin.”
Zewaca di temenê biçûk de
Xalên 20, 21 û 22 yên Qanûna Malbatê ku bi temenê zewacê ve têkildar in, ev qanûn di nav tevgerên mafên mirovan ên femînîst û yên siyasî de jî cihê nîqaşê ye. Ji ber ku metna qanûnî ya heyî maf dide dadgeriyê ku destûr bide vê celeba zewacê.
Çalakvana siyasî û endama Partiya Pêşverû û Sosyalîzmê Mejdolîn Alamî da zanîn ku partiya wê berê sererastkirinên der barê xalên 20, 21 û 22 yên zagonê yên girêdayî zewaca keçên temenê wan biçûk pêşkêşî saziya zagonî kirine û got: “Dem dema wê yekê ye ku em vê madeyê ji nû ve binirxînin, ji ber ku ev mijar dorpêçkirina qanûnê ye ku destûr dide zewaca di temenê biçûk de bêyî belgekirina zewacê.”
Di demeke ku daxwazên hejmarek ji komeleyên jinan û mafên mirovan û heta ji aliyên siyasî ve jî zêde ne li ser daxwaza guhertina zagona malbatî, daxuyaniyên Ebdulletîf Wehbî wezîrê dadweriyê li pêş Komîteya Dad û Zagonê di Meclisa Nûneran de derket ku di 2’ê Mijdara sala borî de di dema pêşkêşkirina pêşnûmeya budçeya jêrîn a Wezareta Dadê ji Komîteya Dad û Qanûnan re gotibû ku wezareta wî dê gotûbêjekê li ser koda malbatê veke, ji bo ku di wê de komek hewcedariyên divê bên guhertin binirxîne.
Wezîrê Mexribê di axaftina xwe de diyar kir ku biryara sererastkirina di kodê de yek ji îmtiyazên qral e û got ku biryarên li ser Qanûna Malbatê dê bên girtin û pêşkêşî qralê Mexribê Muhammed bikin û dê ew biryara dawî bide.