Dezgeha dadwerî ya Filistînê ji bo jinan gelek rêziknameyan dipejirîne

Zeyneb El-Gûnêmî diyar kir ku guhertin piştî çendîn kampanyayên fişar û parêzvaniyê çêbûne ku ji aliyê Navend û Hevbendiya Sivîl ve bo mafên mirovan û saziyên femînîst, ji bo pêşvebirina kar û prosedurên di dadgehên şerîetê de hatine kirin.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Dezgeha dadwerî ya Filistînê çend rêziknameyên dadwerî pejirand ku dê karûbarên di dadgehên Şerîetê de ji jinan re tên pêşkêşkirin baş bikin, ev jî weke bersivek e li ser pêşniyarên rûniştina diyalogê ku ji aliyê Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Zagonî û Parastina Jinan ve hatiye lidarxistin û girêdayî çend zagonan e, di nav wan de veqetandina di navbera hevjînan, danîngeh, nefeqe û hin qanûnên îdarî yên din hene.
Rêvebera Navenda Lêkolîn, Şêwra Zagonî û Parastina Jinan Zeyneb El-Gûnêmî teqez kir ku guhertinên derketine pêş, ji bo hêsankirina karê parêzerên jin di dadgehên şerîetê de yên ku di dozên têkildarî jinan de muzakere dikin û danişînên wan dihatin betalkirin e. Heke ew ji bo saeta diyarkirî ya dadger dereng bimana, îro ji bo bersivdayîna berjewendiyên giştî ji jinan re demên zêde didin wan. 
Zeyneb El-Gûnêmî diyar kir ku ev guhertin piştî çendîn kampanyayên fişar û parêzvaniyê çêbûne ku ji aliyê Navend û Hevbendiya Sivîl ve bo mafên mirovan û saziyên femînîst, ji bo pêşvebirina kar û prosedurên di dadgehên şerîetê de hatine kirin, piştî rêze rahênanên ku ji bo dadwerên di wan dadgehan de hatin lidarxistin ji aliyê Daîreya Rêbernameya Malbatê ve. Van hewldanan di sala 2020’an de dest pê kirin ji bo ku di destpêka vê salê de encam bidin.
“Di nava zagonên ku hatine guhertin de zagona zewacê jî heye”
Zeyneb El-Gûnêmî eşkere kir ku di nav qanûnên hatine guhertin de qanûna telaqê jî heye, ev navgîn di rojnameya fermî ya welat de hatine weşandin da ku li ser wan dest bi xebatê were kirin. Ger hevberdan bi rengekî zelal, yanî ji aliyê mêr ve hatibe gotin, mafê jinan heye ku biçin cem dadger û daxwaza hemû mafên xwe bikin ku ev yek jî ne mîna berê ye. Berê mijarê hewce dikir ku doz were vekirin, dirav bidin û paşê hevser werin agahdarkirin ku gelek dem û xîret digirt belkî bi mehan jî dirêj dikir. 
Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku li gorî rewşa xirab a aborî li Xezayê, mafê jinan piştî telaqê dibe ku 5 salan ji dest were lê di dema borî de digihîşt heta 7 salan, bi dayîna ji sedî 15 nirxê mûçeyê û wiha domand: "Tevî van tedbîrên ku ziyanê kêm kirine jî ew têrê nakin û teqez kir ku ew ê ji bo baştirkirina wê hewl bidin jinan bikaribin tevahî mafên xwe bi dest bixin. 
“Ger yek ji hevjînan dozê li ser hev veke ew yek wekî doz tê dîtin”
Di nav wan guhertinan de, di rewşên nakokiyan de jî guhertinek hat kirin ku ger yek ji hevjînan dozê li ser hev veke, ew yek weke doz tê dîtin û darizandin bêyî taloqkirina bi mehan û bêyî hewcedariya şahidan ji her aliyê ve tê kirin lê di doza dîtina zarokan de jî jin êdî ne hewce ye ku dozê veke, tenê rasterast serî li dadgerê cibcîkar dide û ew ê bê pere hemû mijarê bi dest bixe. 
Zeyneb El-Gûnêmî di wê baweriyê de ye ku gelek jin dema doza hevberdanê vedikin, berê xwe didin mijara nepejirandina zewacê û nedana sedemên rast ji aliyê mêr ve lewre pêwîst bû ku çareseriyek ji bo mecbûrkirina hevser ji bo dayîna pereyan were dîtin lê ger heya 6 meh dayîna pereyan red bike divê kefîlê wî li ser navê wî bide. Ji mafê dayika hemşîr e ku ji roja jidayikbûna zarokê/a xwe ve daxwaza mûçeya şîrdanê bike ne ji roja vekirina dozê ve. Ev jî ji bo parastina mafên wê ye ku ji ber taloqkirina dozê li dadgehê dibe ku winda bibin.
Der barê danîngeha zarokên di bin 3 salî de ku dayik jê bêpar bû, berovajî vê yekê destûr ji mêr re dihat dayîn, Zeyneb El-Gûnêmî eşkere kir ku ev maf li gorî qanûneke fermî hatiye cîbicîkirin û bi îhtîmala ku dê yan dapîra zarokê nexweş di dema nexweşiyek ku pêdiviya wê bi lênêrîna taybet ji aliyê jinan ve heye, daxwaza serpereştiya daîmî ya zarokê bike, bi mecbûrkirina bav ji bo hewcedariyên wî yên demsalî yên wekî perwerde, yan ên din, ev jî li gorî berjewendiya bilind a ku ji rewşê re hewce dike ye. 
“Ji ber paşxistina hin belgeyan parêzer neçar dimînin bi lêçûnek zêde dubare dozê vekin”
Zeyneb El-Gûnêmî diyar kir ku tişta her parêzerek jin di dema karê xwe de di dadgehên şerîetê de herî zêde ji êşê dikşîne, nebûna dadwer û paşxistina hin belgeyan e ku dozê bi rojan bi paş dixin an jî wan neçar dike ku dîsa bi lêçûnek zêde dozê vekin. Ji ber vê yekê jî daxwaz hat kirin ku rêveberê dadgehê, ango serokê qelemê, çend belgeyên pêwîst îmze bike û ew daxwaz li gorî hukmê pejirandî yê berê were cîbicîkirin.
Zeyneb El-Gûnêmî înkar nake ku gelek qanûn hene hê jî divê li ser wan bê xebitandin di demên pêş de, di gel xebata bi hevseng li ser hişyarkirina jinan ji bo mafên xwe û bal kişand ku di nav wan zagonan de "Peymana zewaca hevser" heye.
https://www.youtube.com/watch?v=cxqJ0mkGU8k