Bi rêziknameyê re, girtî bêyî ku bên dadgehkirin cezayê wan tê zêdekirin
Bi guherîna qanûna înfazê re, bi sedan girtî bi hinceta ku “rewşa wan nebaş e” nayên berdan. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Parêzer Renkîn Ergul diyar dike ku girtiyên tehliyeya wan ji ber sedemên cuda taloqî şeş mehan hatiye kirin, bêyî ku dadgeh bibin dîsa ceza li wan tê birîn û dibêje ku pîvanên di rêziknameyê de ne objektîf in.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Bi hinceta pandemiyê di 14’ê Nîsana 2020’an de bi “Zagona Înfazê” bi hezaran girtiyên ji sûcên edlî di bin navê “Rewşa wan a baş” de hatin berdan lê yên siyasî ji derveyî vê zagonê hatin hiştin. Ji 1’ê Cîleya 2021’ê pê ve jî bi rêziknameyek nû li “Qanûna darizandinê" guherînek zêde kirin û bi vê yekê tevî ku gelek girtiyan cezayê xwe qedandine jî bi hinceta "Rewşa wan baş nîn" nayên berdan. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Parêzer Rengîn Ergul bal kişand ser şert û mercên rewşa baş û diyar kir ku ev ne pîvanên objektîf in û ji hêla pisporan ve jî nayên hesibandin û diyar kir ku biryarên neyînî yên di çarçoveya rewşa baş de tên hesibandin divê dema borî negirin nava xwe.
"Biryar bi piranî der barê girtiyên siyasî de tên dayîn"
Renkîn Ergul destnîşan kir ku rêveberî û heyeta çavdêriyê di çarçoveya rêziknameya ku hatiye derxistin de ji personelên girtîgehê pêk tê û da zanîn ku ev personel psîkologên girtîgehê, xebatkarên civakî û dozger in. Rengîn Ergul destnîşan kir ku piştî guheztinê, rêveberî û komîteyên çavdêriyê bi rengekî xurt biryara 'ne rewşa baş' dane û got ku ev biryar bi piranî der barê girtiyên siyasî de hatine girtin.
"Armanca tunekirina vîna siyasî ye"
Rengîn Ergul bal kişand ku her çendî rewşa baş di qanûnê de hatiye diyarkirin jî hinek şert û mercên wan hene û ev şert û merc jî ev in: “Poşmanbûna ji sûcê ku hatiye kirin, nebûna xetereya dubarekirina sûcek û hejmara xwendina pirtûkan li girtîgehê yan jî xelatên ku li girtîgehê tên wergirtin. Ev pîvanên ne pir objektîf û yên ku sînorê wan nayê xezkirin in. Ji ber vê yekê gelo mirovek pirtûkek bixwîne yan jî di girtîgehê de xelat werbigire ne rewşek e ku berdanê bi paş bixe. Bi taybetî ji girtî tê xwestin ku der barê sûcên siyasî de poşman bibe ev yek jî bi armanca tunekirina vîna siyasî tê kirin. Ev pîvan ne objektîf in û ji hêla pisporan ve jî nayên hesibandin.”
"Divê pîvan sûcên berê nehewîne"
Rengîn Ergul destnîşan kir ku ew bi gelemperî biryarên neyînî ji van komîteyan digrin û got ku wan pêşî ji bo biryarên neyînî serî li dadgerê darizandinê dane û dûre serî li dadgeha ceza dane. Rengîn Ergul got; "Em li dijî biryarên ku wekî çareseriya dawî hatine girtin serî li dadgeha destûra bingehîn didin." Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Dadgerê darizandinê li ser dosyayê lêkolîn dike lê bi gelemperî ev lêkolîn divê bi rûniştinê were kirin. Di rewşa dawî de, em wê ji dadgeha destûra bingehîn re radigihînin. Heya niha, me biryarek ji dadgeha destûra bingehîn negirtiye. Pîvanên li dijî rewşa baş paşve naçin. Bi gotinên din, heke hûn rêziknameyek li hemberî rewşa baş derdixin divê ew ji bo sûcên ku ji îro pê ve dest pê dikin derbasdar be. Divê ew ji bo sûcên berê neyê pêkanîn. Ew niha ji bo nirxandinek duyemîn şeş mehên din li bendê ne. Bi gelemperî, em li benda nirxandinên duyemîn in."
"Girtî tên cezakirin"
Rengîn Ergul ragihand ku ev biryar ji bo girtiyan bi gelemperî nêzî tehliyeya wan tê gotin û wiha got girtî û malbatên wan ji vê biryarê bi giranî bi bandor bûne û bi van gotinan bertek nîşanî rewşa heyî da; “Kesên girtî bêyî biryara dadgehê tên cezakirin. Bêguman, zêdekirina şeş meh ceza hem ji bo girtiyan, hem jî ji bo xizmên wan rewşeke xirab e. Bi gelemperî we biryarê di qonaxa tehliyebûyîne de didin. Ji ber ku em nêzî tehliyebûyîne hîn dibin, di wê qonaxê de îtîraz dikin. Bi gelemperî, gelek serpêhatiyên malbatan hene ku di çapemeniyê de tên bihîstin û divê hemû werin ragihandin lewre bûyerên bi vî rengî pir bi şewat in û pêwîst e di çapameniyê de werin weşandin.”