“Şîdeta aborî ya li ser jinan encama nêzîkahî û çanda civakê ye”
Koordînatora meydanî ya Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê Rania El-Sultan diyar dike ku ji bo parastina jinan ji şîdeta aborî divê çanda guhertinê di civakê de bê avakirin û dibêje ku hewce ye foneke taybet ji bo jinan hebe.
NEXEM KARACA
Xeza- Koordînatora meydanî ya Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê Rania El-Sultan got ku pêwîst e jin di navendên biryargirtinê de cih bigrin, zagonên ku mafên wan dixin bin temînatê derxin û çandeke guhertinê di civakê de biafirînin da ku wan ji her cure tundiyê biparêzin ku di nav de şîdeta aborî jî heye.
Şîdeta aborî ya li dijî jinan, sedema herî diyar a jiholêrakirin û biçûkxistina rola wan a di civakê de ye, ew jî bi riya bêparkirina wan ji îstîsmarkirina çavkaniyên aborî û veberhênana erênî ji bo afirandina derfeta kar ji bo wan û tevlibûna wan di civakê de ye.
Koordînatora meydanî ya Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê Rania El-Sultan dibêje ku tundiya aborî ya li dijî jinan cureyek tundûtûjiya zayendî ye ku bi sepandina kontrol, bêparkirin, zordestî û pêşîlêgirtinê tê kirin û diyar kir ku ev yek di sê xalan de cih digre: Nehiştina jinan ji bo sûdgirtina ji çavkaniyên aborî û bikaranîna wan û îstîsmarkirina çavkaniyên aborî yên jinan.
“Di warê aborî de nêzîkahiya li jinan encama çanda civakê ye”
Her wiha diyar kir ku şîdeta aborî ya li ser jinan encama çanda civakê ye ku biryarê dide kî xwediyê pere ye her wiha nezanîna mafên jinan, lawaziya metnên qanûnî yên girêdayî parastina wan û nebûna xizmetên pêşîlêgirtinê yên ku ji wan re tên dayîn.
Rania El-Sultan behsa çend kiryarên tundûtûjiya aborî ya li ser jinan dike û dibêje: "Mehrûmkirina jinan ji mîrasê, nedana nefeqe ji bo jinan, piştî hevberdanê, pereyê hevbeş di navbera hevjînan de diçe ji bo mêran, tevî ku jin beşdarî hemû lêçûn û avakirina malê dibin jî astengkirina jinan ji temamkirina perwerdeyê, cudakariya zayendî, bêparkirina jinan ji mafê wan ê xebatê bi hinceta ku divê zarokan xwedî bike û li hevjînê xwe mêze bike û gelek tiştên din.”
“Tu xaleke zagonî ya jinan ji tundûtûjiyê biparêze tune ye”
Der barê bandorên van kiryaran de jî wiha dibêje: "Ev hemû dibin sedem ku jineke bêbandor û lawaz, di hemû aliyên jiyanê de bi mêran ve girêdayî be û nikaribe bi azadî tevbigere. Ji ber ku vegereke wê ya aborî nîn e. Her wiha dibe sedem ku rêjeya bêkariyê di nava jinan de zêde bibe û pirsgirêkên civakî û derûnî derxe holê.”
Di mijara hebûna xalên zagonî ku jinan ji tundûtûjiyê bi hemû awayên wê diparêze de jî dibêje: "Tu xalek zagonî ya ku jinan ji tundûtûjiyê diparêze tune ye û heke hebe, di metnê de lawaz e û dikare were dorpêçkirin û ol tê bikaranîn ji bo cudakariya li dijî jinan di gelek dozan de rewa bibe.”
“Ji bo jinan di warê aborî de foneke taybet pêwîst dike”
Li ser çawaniya bilindkirina rola jinan di warê aborî de jî vê yekê tîne ziman: "Rola wan dikare bi avakirina jêhatiniyên wan ên hilberîner û rêberiyê, hêsankirina beşdariya wan a bi bandor ji bo bidestxistina mafên xwe yên aborî û tevlêkirina wan di danîna polîtîkayan de û hêsankirina gihîştina wan a kar were bilindkirin û xurtkirin. Ew jî bi riya lidarxistina dewreyên perwerdeyê, destekkirina jinan û bihêzkirina wan di warê aborî de, girîngîdayîna perwerdeyê û her cure cudakariyê. Divê dewlet foneke taybet ji bo jinan ava bike ku di warê aborî de piştgiriyê bide wan, bi taybetî yên ku rastî îstîsmarê hatine.”
Der barê xizmetguzariyên ku ji aliyê Yekitiya Komîteya Jinan a Filistînê ve tê pêşkêşkirin de jî dibêje: "Yekitiya Komîteya Jinan a Filistînê bi vekirina projeyên berhemdar ên wekî terzê, piştevaniya jinan di warê aborî de dike ku jin bikaribin di malên xwe de kar bikin piştî ku li ser çawaniya serweriyê hatin perwerdekirin. Sendîka berhemên xwe dide bazarê, arasteyî hin jinên hatine çewisandin jî dike ku bi rêya saziyên hevpar ên sendîkayê ji aliyê aborî ve wan bi hêz bike, li gel avakirina yekeyên hilberînê yên koperatîf".
Wê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Yekitî bi riya aktîfkirina atolyeyên hişyariyê, bi taybetî li deverên paşguhkirî, kar dike ji bo ku asta jinan di warê çandî û zanînî de bilind bike û wan bi maf û erkên wan û peymanên navdewletî yên ku mafên jinan dide jinan, wekî peymana mafên jinan, CEDAW, bide naskirin.”
“Divê jin di hikumet, sazî û wezaretan de cih cih bigrin û xwedî biyaran bin”
Her wiha bal kişand ser pêwîstiya dewletê ku destwerdanê bike û parastina jinan bike bi derxistina qanûnek ku şîdeta li dijî wan sûcdar dike û zagona parastina malbatê, berpirsyarên tundiya li ser jinan hesab dide, ji mexdûran re adaleta civakî peyda dike, di çanda civakê de guhertinek pêk bîne û her wiha jin di hikûmet, sazî û wezaretan de hevkar bin û di mijarên biryardanê de cih bigrin.
Di dawiya axaftina xwe de wê amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo vê yekê pêwîstî bi serkirdayetiyek bi nêrînek pêşketî heye ku kar li ser bihêzkirina jinan, wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan di warê aborî de bike da ku bikaribin di civakê de bibin yek û mekanîzmayên xebatê bi qurbaniyên tundiyê re bi pêş bixin, çi şîdeta civakî yan aborî be. Li gel xebatên hevpar ên di navbera saziyên civaka sivîl de, Wezareta Karên Jinan û Wezareta Civak û Geşedana Hikûmetê de.