Îdianameya doza der barê 10 jinên Bahaî de hat vekirin hat amadekirin

Hat zanîn ku îdianameya doza der barê 10 jinên li Esfehanê dijîn de hat vekirin, ji aliyê Şaxa 18’emîn a Dozgeriya Lêpirsînê ya Esfehanê ve hatiye amadekirin.

Navenda Nûçeyan- Der barê jinên Behaî yên bi navê Nada Badakhsh, Arzoo Sobhanîan, Yeganeh Rooh Bakhsh, Mozhgan Shahrezaeî, Prasto Hakim, Yeganeh Sahamî, Bahare Lotfî, Shana Shoghî Far, Negîn Khademî û Neda "Shahla" Emadî ku li Esfehanê dijîn, bi îdiayên ‘li dijî sîstemê propaganda kirine’, ‘li dijî hiqûqa Îslamê, propaganda û xebatên perwerdeyê dane meşandin’ doz hat vekirin. Di çarçoveya doza ku hat vekirin de jin hatibûn girtin û di demên cuda de li girtîgeha Daulat Abad a Esfehanê diman, piştî du mehan hatin berdan. 

Di 14’ê Tebaxê de îdianameya der barê 10 jinên Bahaî yên li Esfehanê dijiyan de, ji aliyê Şaxa 18’emîn a Dozgeriya Lêpirsînê ya Esfehanê ve hatiye amadekirin. Hûrguliyên îdianameyê nehat zanîn.