Tiştên jiyabûn di nameyek de nivîsand: Dadgehê biryara emsal da

Li navçeya Hênê ya Amedê mêrê bi navê S.O. 10 salan êrişa zayendî li dijî xwarziya xwe kir. Bûyer bi nameya ku zarok ji dayika xwe re nivîsand derket holê. Dadgehê biryareke ku ji bo dozên din bibe emsal da û 18 sal ceza li S.O. birî.

 MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li gorî daneyên Wezareta Dadê li Tirkiyeyê, bûyerên tacîz, tecawiz û şîdeta li dijî zarokan di sala 2023’yan de li gorî sala 2015’an du qat zêdetir bûne. Di 66 hezar lêpirsînên ku di sala 2023'yan de hatin weşandin de, di her yekê ji wan de êriza zayendî ya li dijî zarokan hebû. Li gorî Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2023’yan de ji 242 hezar û 875 zarokên ku birine saziyên ewlekariyê, ji sedî 12 ji wan ji aliyê xizmên xwe ve rastî êrişa zayendî hatine. Ev jî nîşan dide ku hejmara wan zarokan 29 hezar e.

Herî dawî bi bûyera Narîn Gurana ku winda bû, piştî 19 rojan cenazeyê wê hat dîtin re binpêkirinên li dijî zarok û jinan careke din ketin rojevê. Têkildarî bûyeran parêzvanên mafên jinan diyar dikin ku divê li dijî binpêkirina mafên zarokan her kes dengê xwe derbixe.

Di van rojên ku sûc û kiryarên li dijî zarokan tên kirin di rojevê de bûn, Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê biryareke emsal da.

Bi nameyê tiştên ku jiyabûn ji dayika xwe re vegot

Li navçeya Hênê ya Amedê zarokek ji aliyê xalê xwe S.O. ve 10 salan bi awayê sîstematîk rastî êrişa zayendî hat. Zaroka ku difikirî dê jê bawer nekin, tiştên jiyabûn bi nameyê ji dayika xwe re nivîsand. Zarokê dûre ji mamosteyê xwe yê rehberê jî tiştên jiyabûn vegot. Dayika wê piştî nameyê xwend, ji bo giliyê serî li saziyên pêwendîdar da, mamoste jî serî li saziyên edlî da.

Derewên kiryarê ku dihat parastin derketin holê!

Piştî giliyê S.O. li navçeyê hat girtin, di îfadeyên xwe de sûcdariyan red kir. Piştî îfadeyên zarok û giliya malbatê, kiryar hat girtin. Bi îdianameya ku di pêvajoya lêpirsînê de hat amadekirin re der barê O.S. de bi sûcê “Îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” îdianame hat amadekirin û di Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn de hat darizandin.

Kiryarê ku bi cilên taxim tevli danişînan dibû îfadeyên “ez qet neçûm wê malê” bi îfadeyên şahidan derew derketin û hat hînbûn ku ji derveyî vê zarokê, li dijî gelek zarokên din û jinan êrişên zayendî kiriye. Derket holê ku kiryar bi gotinên; “Ger kesek bibihîze ez ê te bikujim” gef li zarok xwariye û hat hînbûn ku kiryar di dema dadgehê de ji aliyê malbata xwe ve hatiye parastin.

Dozger beraetê xwest dadgehê ceza da

O.S. yê ku derewên wî derketin holê, darizandina wî 3 salan domiya, di danişîna biryarê de dozger diyar kir ku li gorî qenaeta wî kiryar van sûcan nekiriye û xwest der barê wî de biryara beraetê were dayîn. Dadgehê jî îfadeyên zarok û şahidan li ber çavan girt û bi sûcê “Li dijî zarok îstîsmara zayendî” 18 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li kiryar birî.

‘Ceza dê bibe emsal’

Biryara ku hat dayîn ji aliyê dadgeha bilind ve jî hat erêkirin, parêzerê dosyayê Feyzanûr Işik got ku biryareke emsal e û bang kir ku divê kiryarên di dosyayên wiha de bê ceza nemînin.

Feyzanûr Işik diyar kir ku biryar ji bo dosyayên îstîsmarê yên din mînak e û wiha domand:

 “Divê cezayê ji bo dosyayên wiha zêde bibe. Vê biryarê hêvî da min. Tu daxistin nehat kirin. Kiryar di her danişînê de cilên taxim li xwe dikir. Îdia dikir ku mehsûm e. Weke ku ew mexdûr be îfade dida. Vê biryarê ji bo dosyayên îstîsmarê mînak e. Ez hêvî dikim ku li kesên wiha cezayên giran werin birîn. Bi giştî raporên pispor û îfadeyên mexdûran ji bo delîl bes nayên pejirandin, her dem delîlên şênber tên xwestin. Kesên mexdûr ji ber tiştên jiyane pir dikevin nava xwe. Ji ber wê sûcên wiha wisa eşkere nayên dîtin lê bi lêkolînên berfireh bûyer derdikevin holê. Em hêvî dikin ku vê dosyayê ji her warî ve bibe mînak. Ji ber bûyerên îstîsmarê yên ku di demên dawî de zêde bûne, divên kesên ku guman ji wan tê kirin bi lêkolînên baş cezayê ku heq dikin bigrin da ku pêşî li van bûyeran were girtin.”