Çalakvanên jin daxwaza zêdekirina stargehan kirin

Komeleyên jinan li Mexribê bûne penagehek ji bo jinên ku rastî destdirêjiyê hatine û tundî li wan hatiye kirin, çi bi riya navendên wan ên şêwirmendî û guhdarîkirina dadrêsî çi jî bi riya stargehên ku parastina wan dikin.

HENAN HARIT
Mexrib-Li beramberî rewşa ku di bûyerên trajîk ên tundiya li ser jinan pêk tê û dibe sedema bandorên derûnî yên dijwar li ser jinan komeleyên jinan li hemberî vê yekê û ji bo eşkerekirina cureyên tundiyê, şikandina çanda bêdengî û tirsê, piştgirî û destekê didin mexdûran. Her wiha stargehan ji bo wan ava dikin di rewşên trajîk de da ku bikaribin di ewlehiyê de bijîn.
Tevî hebûna navendên stargeh û navendên parastinê jî xuya ye ku ev yek têrê nake ku hejmareke mezin mexdûrên tundiyê bihewîne. Her wiha Federasyona Mafên Jinan yek ji komeleyên Mexirbê ye ku stargeh û navendên wê ji bo parastina jinên rastî tundiyê hatine dihewîne, ev federasyon ji sala 2006'an û vir ve xwedî vê tecrubeyê ye.
"Stargeh ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine cihekî bi ewle ne"
Têkildarî girîngiya stargehan endama Federasyona Mafên Jinan Xadija Takroen ji ajansa me re axivî û wiha got: "Girîngiya navendên stargehan bi xizmetên ku ji jinên mexdûrê şîdetê re pêşkêş dikin diyar dibe. Ji ber ku wek cihekî herî bi ewle ji jinên rastî her cure şîdetê tên tê dîtin. Her wiha ji ber ku piştî ew ji mala hevjînê xwe tên derxistin, xwe di rewşeke ne ewle de bêmal dibînin."
Xedîca Takroen destnîşan dike  ku tevî rola mezin a van stargehan li hemberî mezinbûna diyardeya tundiya li ser jinan ev tenê têrê nake û nebes e û wiha got: "Divê hikûmet û wezaretên pêwendîdar girîngiyê bidin avakirina navendan da ku destekê zêdetir bikin û rê li pêşiya diyardeya tundiya li ser jinan bigrin."
Der barê cudahiya di navbera stargeh û hucreyên lênêrînê de jî diyar kir ku hucreyên lênêrînê yên komîteyên xwecihî û herêmî jinan pêşwazî dikin û li wan guhdarî dikin lê berpirsyariya wan nagirin ser xwe, ji ber nebûna navendên bicikirinê lê stargeh berpirsiyarya wan bi giştî digrin ser xwe.
Li Mexribê 86 hucreyên ji bo piştgiriya dadrêsî ya ji bo jin û zarokan hene ku li ser asta neteweyî li dadgehên yekem û dadgehên temyîzê tên belavkirin. Navenda wê li Serdozgeriya Komarê ye û ji nûnerê Serdozgeriya Komarê, dadwerê lêpirsînê, dadwerê dadrêsê, dadwerê zarokan, karmend û alîkarê civakî yê dadgehê pêk tên.
"Yek ji sedemên rûbirûbûna jinan bi tundiyê re nebûna wan a di bazarên kar de ye"
Endama Federasyona Mafên Jinan Xedîca Takroen wiha bi lêv kir: "Em weke tevgerên femînîst bawer dikin ku ev qadên ji aliyê Wezareta Piştevaniyê ve hatine îlankirin, ji bo parastina jinên ku rastî tundiyê hatine û xizmeta tê xwestin pêşkêş nakin. Ji ber ku ew qadeke piralî ye lê em wekî çalakvanên mafên jinan dibînin ku jinên destdirêjî li wan hatiye kirin, xwediyên cureyek nepenîtiyê ne û dema ku em li ser avakirina stargehan dihizirin divê rêzek pîvanan li xwe bigrin, ne pêkan e ku jinên hatine çewisandin bînin û li qadan li kêleka jinên di rewşeke zehmet de ne bi cih bikin. Jinên ku hatine çewisandin hewcedariya wan bi qadên taybet heye û nebûna yekbûna jinan a aborî û kêmbûna hebûna wan di bazara kar de  yek ji sedemên rûbirûbûna wan a tundiyê ye."
"Pêwîst e stargeh li her deverê hebin"
Her wiha Seroka Komeleya Dijber û Wekheviyê, Buşra Abdo, di wê baweriyê de ye ku gelek astengî rê li ber pêkanîna armanca nehiştina tundûtûjiyê li dijî jinan dikin hene. Her wiha ew di wê hêviyê de ye ku wê stargeh bibin cihê pêşkêşkirina piştgiriyê û diyar kir ku hin caran stargeh ne têrker e û carna nikarin bersivê bidin daxwazên jinên mexdûrên şîdetê lê hewldanên pişxistinê her dem hene.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Mixabin, li hemû bajaran navendên hewandinê nîn in, belkî navendek tenê li bajarên biçûk bê dîtin lê li bajarên mezin, wek Dar EL-Beyda ku nêzî pênc milyon kes lê hene nîn e divê li her parêzgehê stargehek hebe.
Têkildarî çavdêriya Komeleya Dijber û Wekheviyê li ser navenda jinên ku rastî tundiyê hatine li bajarê Dar EL-Beyda, Buşra Abdo axivî û got: "Peymana me ya hevkariyê bi Buroya Hevkariyê ya di bin çavdêriya Wezareta Malbat û Hevgirtinê de heye lê piştgiriya ku tê dayîn têrê nake, navendên hewandinê berevajî navendên guhdarkirinê, lêçûnek darayî ya pir girîng hewce dike."
Buşra Abdo bal kişand ku ev navend gelek xizmetguzariyan pêşkêşî jinan dike, di nav wan de guhdarîkirin û piştevaniya derûnî û zafonî ji bo jinên Mexdûrê tundûtûjiyê, bi riya yekîneyeke pispor ku alîkariya civakî, qanûnî û derûnî digire nav xwe.
"Pêwîstiya stargehan bi desta lojîstîk û darayî heye"
Her wiha Bushra Abdo bal kişand ser girîngiya dabînkirina alîkariya lojîstîkî û darayî ji bo stargehên jinên mexdûrên tundiyê da ku ew têkoşîn û rola xwe ya mirovî bi rêk û pêk bidomînin û wiha got: "Pêwist e zêdetir navend bên avakirin, ji ber ku stargeh ji bo jinên  hatine çewisandin pirsgirêkek mezin e dema ku ji mal an jî malbatê derdikevin. 
Wezîra Piştevanî, Yekgirtûya Civakî û Malbatê Awatef Hayar li ser mijara zêdebûna tundiya li ser jinan wiha got: "Bi destpêka sala 2022'an, wezaret dê ji bo pêşxistina sîstema stargeh û navendên lênêrîna jin û keçên mexdûrên şîdetê bixebite, bi riya nûjenkirin û afirandina komek ji gelek saziyên profesyonel ji bo jinan li hemû herêmên Mexribê."
Tevî hêdîbûna jinavbirina diyardeya tundûtûjiya li ser jinan, hêviyên hemû aliyên ku li ser mijara pêşvebirina mafên jinan di asta neteweyî de kar dikin, ji salên 1990’î yên sedsala borî ve dest bi şerê xwe li dijî tundûtûjiyê kirin. Bi derxistina zagona li dijî tundûtûjiyê bi dawî bû ku ev yek ji bo jinavbirina vê diyardeyê tevî hin valahiyan gaveke girîng tê dîtin nemaze di çarçoveya destûrî û siyasî ya neteweyî de êdî şîdeta li ser jinan radike.