hiqûq
-

Çalakvan Sureya Heqdest bi kefalet hat berdan
Çalakvan Sureya Heqdest ya ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin bi kefalet hat berdan.
-

Li Misrê îstîsmara zayendî ji "kêmasî" hat derxistin veguherî sûcekî giran
Li Misrê 7 sal in berpirsyarên îstîsmara zayendî wekî "kêmasî" dihatin darizandin, ji ber ku ev ceza nebes bû qanûn hatin guhertin. Ji wê şûnde, yên ku îstîsmara zayendî pêk tînin dê bi cezayên giran werin darizandin.
-

Rêxistina Azadiya Jinan ji bo parastina ji şîdetê bênavber têdikoşe
Rêxistina Azadiya Jinan, rêxistineke ji bo parastina mafên jinan li Iraqê xwedî xebatên pisporî ye. Rêxistin di Hezîrana 2003’yan de hatiye sazkirin, li ser revandin û kuştina jinan bi taybetî dixebite û bi hezaran endaman digre nava xwe.
-

Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn hat dîtin
Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn hat dîtin û danişîn taloqî 11’ê Cotmehê hatkirin.
-

Dadgeh Mehmet Yoylu ya ku ji ber bejna kincê girtename girt, hate cezakirin
Di rûniştina ku li Dadgeha Kedê ya 2'emîn a Anadoliyê ya Stenbolê di sala 2019’an de hat kirin de, Dadger Mehmet Yoylu ku bi îdiaya ku bejna kincê Parêzer Tugçe Çetin kurte û xwest ku wêneyekî pincê wê bê kişandin salek, 1 meh û 18 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
-

Rûniştina doza Ayşe Gokkan hat dîtin
Rûniştina doza Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan jê dihat darizandin hat dîtin û biryara dewamkirina girtina Ayşe Gokkan hat dayin.
-

Çîrokên jinên ji perwerdê bê par mane
Tevî pêşveçûnên di jiyanê de çêdibin, cihêrengiya asoyan û taybetmendiyên geşedan û bîrdoziyên heyî li Iraqê jî rêjeyek zêde zarokên keç bi zorê dibistanê terk dikin. Bi taybetî li gundan, taxên xizan û malbatên paşverû yên ku jin di wan de dijîn ji mafên xwe bêpar in.
-

Rûniştina doza rojnameger Ayşe Kara taloqî mijdarê kirin
Rûniştina doza rojnameger Ayşe Kara ji bo amadekirina mutalayê taloqî 9’ê mijdarê kirin.
-

Hiqûqnas Emgîhan Hisên: Tecrîd di aliyê hiquqî de jî nayê pejirandin
Hiqûqnas Emgîhan Hisên tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û da zanîn ku tecrîd zagonên hiqûqî û mirovî binpê dike, dewleta tirk di vê mijarê de sûcdar e û divê hesab jê were xwestin. Her wiha aliyên ev zagon pejirandibûn di vê pêvajoyê de hevkariyê bi dewleta tirk re dikin.
-

Girtiya siyasî Zohrev Sarv hat berdan
Hat hînbûn ku girtiya siyasî Zohrev Sarv a li Girtîgeha Evînê ya Îranê dihat girtin hat berdan.
-

Emîne Mihsin: Avakirina Yekitiya Jinên Yemenê yek ji gavên yekemîn bû
Seroka Yekitiya Jinên Yemenê Emîne El-Ebid yekem jina ji Ebînê ye ku bûye polîsa trafîkê li Ebînê û li Şibih Cezîra û Erebiya, pêşengiya gelek jinan kir ku piştî perwerdeyê di her warî de cihê xwe di karên rêveberiyê de bigrin.
-

Runiştina doza rojnameger Nûrcan Yalçin taloqî 29’ê Îlonê bû
Runiştina doza rojnameger Nûrcan Yalçin hat dîtin û runiştina paşê bê dîtin jî taloqî 29’ê Îlonê kirin.
-

Runiştina doza aktîvîsta TJA yê Zelal Bîlgîn taloqî 2 yê Îlonê bû
Danişîna doza Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgin a girtî tê darizandin hat dîtin û doz taloqî 2 yê Îlonê hat kirin.
-

Danişîna rojnamevan Rûken Demir taloqî 5’ê Cotmehê bû
Danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr a ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên bi çavkaniyan re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, taloqî 5’ê Cotmehê kir.
-

11 sal ceza dan parêzer Sevda Çelîk
Endama Baroya Rihayê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî 11 sal û 6 meh ceza hat.
-

Danişîna Hevşaredara Remziye Yaşar taloqî 3 yê Îlonê kirin
Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar, a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin ji doza dihat darizandin nehat tahliyekirin û daneşîna wê taloqî 3 yê Îlonê kirin.
-

Jin li pêşiya Edliyeya Enqereyê rastî êrîşa bi gaza îsotê hatin
Platforma Jinan a Enqereyê, xwest ku beriya danişîna 33 jinên gotibûn “Bila Peymana Stenbolê were pêkanîn” doz li wan hatibû vekirin, li pêşiya edliyeyê daxuyanî bide lê polîsan bi gaza îsotê êrîş kirin.
-

“Divê komîteyeke navdewletî ya hiqûqî derbasî herêmên dagirkirî bibe”
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên sûcên dewleta tirk a dagirker der heqê jinên li herêmên dagirkirî de pêk tîne nirxand û daxwaz kir komîteyeke navdewletî hiqûqî derbasî herêmên dagirkirî bibe, rewşa jinan bişopîne û kiryarên dagirkeran belge bike.
-

Ji bo 33 jinan banga çuna ber Edliyeya Enqerê
Koma Kampanya ya Enqereyê di daxuyaniya ji bo Peymana Stenbolê dan de ji bo jinên ku sala çûyî ji bo peymanê çalakî kirin û tundî li wan hat kirin ku derbarê wan de doz hat vekirin de jî banga tevlibûna dozê kirin.
-

Di daraza Misrê de gava wekheviya zayendî
Serokomarê Misrê di daxuyaniyek fermî de diyar kir ku ji meha cotmehê û şonde dê di darazê de wekheviya zayendî bidin çêkirin û li gorî wê di darazê de jinan peyîwirdar bikin.