hiqûq
-

Dengên jinên Mexribê bang dikin ku "zarok ji mafê dayik û bavin....welîtiya li ser wan mafê me yê kolektîfe "
Li Mexribê tevî ku piştî hevberdanê zarok bi dayikên xwe re dimînin jî mafê welîtiyê bi tevahî ji dayikan re nayê dayîn. Jinên ku hevjînên xwe berdane tevî ku hemû berpirsyariya zarokên xwe digrin ser xwe jî bêyî destûra bavê zarok nikarin li bajar an jî welatekî din bijîn.
-

Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di îdanameya ku derheqê rojnameger Ayşe Kara de amade kir, jê re heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest.
-

Doza Leyla Guven taloqî 22 yê îlonê kirin
bi hinceta gotina ‘Rêzdar Ocalan’ derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate dîtin û doz taloqî 22 yê îlonê hat kirin.
-

Mûsa Orhan ê bûyî sedema mirina Îpek Er cardin nehat girtin
Daneşîna 3'yemîn a Doza çawîşê pispor Mûsa Orhan ê ku tecawzî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê jê tê darizandin hat taloqkirin. Biryara girtinê nehat dayîn.
-

Jin li Misrê ji mîratê bêpar dimînin
Tundiya li Misrê ya li ser jinan, ne tenê bi sinetkirina wan a di temenê zaroktî û zewca wan a di temenekî biçûk de ye, di heman demê de ji mîratê jî bêpar dimînin dema ku mezin dibin.
-

Ji bo Ayşe Tuba ne edaleta mêr divê ya rastîn hebe!
Yalçin Ozalpay ê ku bi satorê êrîşî Ayşe Tuba Arslan kir û qetil kir, ji ber sûcê "kuştina bi qestî ya bi hestiyarî yan îşkenceyek cinawirîn" re cezayê hepsa muebetê ya giran girt. Di encama lêpirsîna temyîzê ya ku ji hêla Daîreya Ceza ya 2’yemîn a Enqereyê ve hat kirin de, dozger diyar kir ku "kuştina bi hestek cinawirî û êşkence" ne mumkun e û serlêdana daxistina teşwîqê xwest. Di vê daxwazê de, hewl tê dayîn ku dosyaya dozê bê guhertin û bi îdiayên "îxanetê" ku em di gelek bûyerên hevberdan û bûyerên kuştina jinan de dizanin, bê guhertin.
-

Li dijî qirkirina jinan helwesta 74 rêxistin û 181 kesayetiyên femînîst
74 rêxistinên femînîst û ji 181 zêdetir kesayetiyên femînîst li çar aliyên cîhanê, di dema kampanyaya "Bes e ji qirkirina jinan re" bi yek helwest û yek armancê dixebitîn.
-

Doza rojnameger û nivîskar Roza Metîna taloqî 14’ê Îlonê kirin
Yekemîn Daneşîna Doza derbarê rojnameger û nivîskar Roza Metîna de hatibû vekirin taloqî 14'ê Îlonê hat kirin.
-

Salek û çar meh ceza dan Dayika Aştiyê Fatma Turan
Di daneşîna doza Dayika Aştiyê Fatma Turan hat dîtin salek û 4 meh cezayê girtîgehê li Fatmayê hat birîn.
-

Kampanye ya piştevaniya Întisar El Hammadi ya Yemenî
Rêxistin û ktivistên mafê mirovan ên Yemenê ji bo Întisar El Hammadi ya 94 rojin girtiye kampanye ya piştevaniyê dan despêkirin. Întisar El Hammadi di destê komên Husi yên li Yemenê de dimîne û heta niha li ser wê sucek jî nedîtine.
-

"Êrîşa li ser mamosteyên Edrarê ne ya yekem e"
Sekreterê Dewletê yê Jinên ku di Sendîkaya Cezayîrê de dixebitîn piştrast kir ku êrîşa li ser mamosteyên dibistana Burc Bacî Muxtar li wîlayeta Edrar a Cezayîrê, ne êrîşa yekem e, di berê jî êrîşan wisa li dijî dibistanê çêbûne.
-

Dadgehkirina rojnameger Kenza Xato taloqî 1'ê hezîranê bû
Li Dadgeha Seydî Mihemed a Cezayir ê doza rojnamevan Kenza Xato hat dîtin û doz taloqî 1’ê Hezîranê kirin.
-

Eren Keskîn: Polîtîkaya windakirinên di binçavan de ji 1915’an û vir ve berdewam dike
Tê diyarkirin ku ji sala 1980 û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê 1,388 kes "bi zorê hatine windakirin." Gelek dosyayên windakirina bi zorê hene lê belê, ji ber ku der barê van dosyayan de tu delîl nehatine nirxandin, dosya bi salan di refan de girtî mane û di dawiyê de jî dibejîn "Demborî" û davêjin.
-

“Divê qanûnek yekgirtî ya zewaca di temenê biçûk de qedexe dike were derxistin”
Encûmena Şer’î ya Îslamê li Libnanê sererastkirina pergala qanûna malbatê, nemaze der barê zewaca piçûkan de pejirand. Bi vê yekê pêşî li zewaca di bin 18 salî de tê girtin lê ji ber ku îstîsna dimîne her çendî gaveke erênî be jî nebes dimîne.
-

Nahîd Taghavî 200 roj di hucreya yek kesî de hat hiştin!
Çalakvana siyasî û mîmara teqawid Nahîd Taghavî ji 16’ê Cotmeha sala 2020’an ve li Girtîgeha Evîn a Îranê girtî ye. Rûniştina doza Nahîd Taghavî ku hêj derneketiye pêş dadgehê dê di 25’ê Gulanê de dest pê bikira lê doz bêyî hincet were nîşandan hat taloqkirin.
-

Li Yemenê Rêxistina Komeleya Dayikên Girtiyan hatiye ava kirin
Komeleya Dayikên Girtiyan ji bo zanîna çarenûsa gelek mirovên ku bi zorê hatine revandin li gelek bajarên Yemenê piştgiriya manewî dan malbatên girtiyan û ji bo azadkirina girtiyan gelek çalakiyan li dardixin.
-

Martha Koome dê bibe yekem jina serdozgera Kenya yê
Dozgera Keniyayi ya bi nasnama xwe ya muxalîf tê nasîn Martha Koome dê bibe yekem jina serdozgera welatê xwe.
-

"Jin heta ku nebin xwedî vîna rastîn hêza wan nayê mîsogerkirin"
Her çendî nêzî sal û nîvek di ser derketina qanûna têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan li Mexribê derbas bûbe û digel hewldanên welat û saziyên civaka sivîl ji bo rakirina vê diyardeyê jî; ev diyarde her diçe zêde dibe. Ve yekê hişt ku gelek jinên Mexribê dest bi karên komeleyî bikin û piştgiriyê bidin jinên ku rastî şîdetê hatine.
-

Komeleya Rosa ji bo “Peyîmana Stenbolê” li Dadgeha Bilind doz vekir
Komeleya Jinan a Rosayê, ji bo ku fesihkirina Peymana Stenbolê bê îptalkirin li Dadgeha Bilind doz vekir.
-

Îqbal El Eslan: Dema ku em jinên koçber dihewînin gelek zehmetiyan dikşînin
Îqbal Eslan der barê rewşa zehmet ku pê re rûbirû dimînin de dibêje ku xetera herî mezin ew e ku pir jin ji ber zextên derûnî xwe dikujin, ji ber vê wan dest bi tedawiya psîkolojîk kiriye da ku zirara li ser jinan çêbûye bibînin û çareser bikin.