Ji ber lawaziya qanûnan deng û mafên jinan ji holê radibin

Qanûnên Filistînê bi hemû nivîs û zagonên xwe ve zelal bû lê dîsa jî di gelek waran de edalet neda jinên Filistînî û biryarder xwe naspêrin van qanûnan û wan li gorî destûrê li ser erdê bi cih dikin û hin danûstandinên dadwerî hene ku di bidestxistina mafên wek danîngeh an jî destûrdayîna serdana zarokan de, neheqî li jinan kirine.

Qanûnên Filistînê bi hemû nivîs û zagonên xwe ve zelal bû lê dîsa jî di gelek waran de edalet neda jinên Filistînî û biryarder xwe naspêrin van qanûnan û wan li gorî destûrê li ser erdê bi cih dikin û  hin danûstandinên dadwerî hene ku di bidestxistina mafên wek danîngeh an jî destûrdayîna serdana zarokan de, neheqî li jinan kirine.
NEXEM KARACA
Xeza - Qanûnên Filistînê bi hemî nivîs û zagonên xwe ve zelal bûn, lê di gelek waran de ji bo jinan nebûn cihê edaletê. Vê rewşê hin jin kirin çemberek girtî ku dev ji mafên xwe berdin û di encama lawaziya qanûnê û nezanîna hişmendiyê de rêjeya beşdarbûna wan di mijarên civakê de kêm dibe. 
Hin danûstandinên dadwerî hene ku di bidestxistina mafên wek danîngeh yan jî destûrdayîna serdana zarokan de, neheqî li jinan dikin. M A. a 28 salî, dibêje: "Ez di berdêla ku kaxezek ji dadgeha qanûnê bînim ku hefteyê carek 24 demjimêran zarokên min li gel min bin lê bavê wan qebûl nekir ku peymanê bi cih bîne".
“Ma ez ê heta kengê ji dîtina zarokên xwe bêpar bimînim”
M A. Axaftina xwe wiha domand; "Min ji polîs alîkarî xwest, ji ber ku ev kaxez pêwîst e were bicihanîn, ji ber vê yekê ez ji redkirina wan matmayî mam, ji ber ku evgav ne di bin dadrêsiya wan de ye û wan li min gotin ku divê ez biçûm dadrêsiya dadgehê û daxwaza lezgîn bikim. Bi rastî, min daxwazname radest kir û du hefte li bendê mam ku bersivek ji wan bistînim lê ya ku qewimî ev bû ku bavê zarokên min bi îdiayên derewîn îtiraz ji daxwazê re kir û Dadgeha Qanûnê jî di encamê de ev daxwaz heya demekî rawestand. Min ji xwe pirsî, "Ma ez ê heta kengê ji dîtina zarokên xwe bê par bim, çima dadgeh û qanûnên zagonî edaletê bi cih naynin? Çima ji bo bidestxistina mafên wan alîkariya wan nakin?” 
“Danûstandinên dadrêsî tedbîrên ferzkirî ne divê ku jin li ber dadgehê bi cih bîne”
Şêwirmenda Hiqûqî ya Weqfa Mala Çapemeniyê ya bajara Xezayê Aya EL-Maghraby wiha got: “Wek pêkanînên dozan, doza veqetînê, darayî, lihevhatin, nakokî, doz û yên din. Danûstandinên dadrêsî tedbîrên ferzkirî ne ku jin li ber dadgehê bi cih bînin.” 
Aya EL-Maghraby axaftina xwe wiha domand; "Pêwîst e ku berî hûn daxwazek an dozek vebikin gelek kaxezên nasnameyê werin şandin. Mînak, daxwazên herî girîng ên ku jin li dadgeha qanûne pêşkêş dikin, daxwaza ravekirina kincan ger ew demek dirêj li mala malbata xwe mabe û pêdiviya wê bi tiştên xwe heye. Pêwîst e ku mirov peymana zewacê û nasnameya wê bîne û lîsteyek amade bike ku tê de hemû tiştên wê yên kesane yên di mala hevser de ne vebêje. Di vê pêngavê de zehmetî heye, ji ber ku ew demek dirêr e zewicî ye û ne hêsan e ku ew behsa her tiştê ku di mala hevserê xwe de ye bike. Dadgeha qanûnê di vê biryarê de pir baldar e û tenê bi ya ku hatiye eşkerekirin ve girêdayî ye. Ger ku hevser li dijî radestkirina tiştên wê bisekine yan îdia bike ku wî ew pêşwext daye, jin serî li dadgeha asayî dide û dozek ji bo radestkirina kelûpelan vedike.” 
Yek ji astengiyên herî berbiçav ên ku jin pê re rû bi rû dimînin lawaziya darayî ye
Aya EL-Maghraby got ku jinên Filistînê dema ku danûstandinên dadrêsî dikin bi gelek zehmetî û astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha domand: "Yek ji astengiyên herî berbiçav ên ku jin di dema danûstendina dadrêsî de pê re rû bi rû dimînin lewaziya aliyê darayî û pirsgirêka darayî ye. Hemû jin nikarin mesrefên doz û daxwazan bidin. Tevî ku mesrefên dadweriya qanûnî ji yên asayî pir kêmtir in lê piraniya wan, bi pirsgirêka dayîna mesrefan re rû bi rû dimînin û astengiya herî mezin a ku jin dikşînin ew e ku nikarin hin dozan di dadgehên qanûne de bi tena serê xwe bişopînin. Ew jî ji ber baldarî û hesasiyeta dadweriya qanunî û zanebûnek dadrêsî ya pêşketî hewce dike û ji bilî vê jî di tedbîrên girêdayî dadgehan de pir zehmetî hene."
“Qanûn meyla xwe zêdetir dide ser mêran û xwedan karakterê mêranî ye”
Aya EL-Maghraby wiha dibêje: "Kêmasiya dadrêsiya qanûnê bi gelemperî ev e ku qanûnên wê yên şerîetê ji bo jinan wekhev nîn in, ji ber ku qanûn meyla xwe zêdetir didin ser mêran û xwedan karakterên mêranî ne. Di nav dozên herî berbiçav ên ku vê yekê îsbat dikin de dozên veqetandinê hene ku dihêlin jin ji hevserê xwe veqete. Piraniya dozên ku jin radike, zilam dikare ji biryarê bireve û ji dozê îtiraz bike lê beramberî wê mafê jinan tune ye ku hevberdanê bi dest bixe. Bi taybetî ji ber ku em di serdemeke hevdem de ne, îro pirsgirêkên zewacê nû bûne, ji ber vê yekê divê qanûn gav bi gav bi pêşketinan re biguherin û pêdiviyên serdema ku em niha lê dijîn pêk bînin.” 
Aya E-Maghraby balê dikşîne ku gelek jin hene ji pirsgirêka têkiliyên zewacê bi hevserê xwe re êş dikşînin û dibêje: “Ji ber vê yekê em nikarin mudaxeleyî vê dozê bikin, her çend ew gelemperî be jî ji ber ku dozek ku em lê vebikin an pişta xwe bidin tune ye, tenê ji bilî hin rewşên tenê wek ger jin rastî şîdetê hatibin. Em ji wê re çareseriyêk dibînin û ji bo çareserkirina pevçûn û nakokiyê dozek vedikin. Bi rastî, pirsgirêkên heyî û kêmasiyên zagonî yên pir eşkere hene û em hêvî dikin ku Konseya Dadwerî dê giştînameyan derxe û van pirsgirêkên herî gelemperî yên pirsgirêkên têkilî û zewacê çareser bike.
Divê li qadê tiştek were kirin ku bi awayek qanûnî piştgirî bidin maf û dadmendiya jinan
Aya EL-Maghraby axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Rola rêxistinên civaka sivîl berdewamkirin û xurtkirina lidarxistina civînên tegihîştinê ji bo jinan, pêşkêşkirina karûbarên şêwirmendiya dadrêsî bi awayekî beperê û xurtkirina hewldanan ji bo hewldana gihîştina jinên mexdûr li cihê wan. Ji ber ku pir ji wan nikarin bigihîjin saziyan û ji aliyek din ve, sazî hewl didin ku karûbarek pir girîng peyda bikin, ew jî xizmeta nûnertiya dadrêsî ye, ev tê vê wateyê ku ger jin bikeve pirsgirêkê, sazî dê wê qebûl bike, ango doz veke ji bo wê û dê bi wê re bişopînin heya ku ew ji bo xwe bigihîje biryarek dawîn û dadmend".
https://www.youtube.com/watch?v=0DRZSkgdt_o