Tuwala li çiyayan: Girên keskesor

Çiyayên Keskesor yên li çend deverên cîhanê cih digirin şopa mîlyonan salan hildigirin, bi dîmenên xwe ya rengûreng temaşevanan mest dike.

Navenda Nûçeyan - Çiyayên ku ji ber rengên xwe wek Çiyayên Keskesor tê binavkirin, li çend deverên cîhanê cih digrin. Dema zinarên sor, porteqalî, kesk, zer û binefşî kesên ku dibîne ji xwe re heyran dihelê, tê zanîn ku ev zinar di encama qûm û mîneralên din ên ku ji ber tevgerên tektonîk ên 24 mîlyon sal berê pêk hatine derketine holê.

Reng çawa çêdibin?

Hesinê ku avahiya madenên zinaran pêk tînin, dibe sedem ku çiya bi rengên cuda xuya bikin. Di encama reaksiyonên kîmyewî de, text dîtina rengê sor, sorikî  an jî qehweyî qezenc dike. Mînak mînerala lîmonît ji qehweyîya tarî heta zera vekirî dibe sedema çêbûna rengan. Di encama reaksiyona hesin a bi îyonên silikat re mîneralên klorît û olivînê jî dibe sedema çêbûna tonên kesk.

Welatên xwedî çiyayên Keskesor

Li paytextê Tirkiyeyê Enqere Nallıhanê jî dîtina textên bi rengên cuda mijara gotiyê. Perû, Çîn û Îran jî welatên ku xwedî çiyayên bidîmena Keskesor in. Herêma Mahneşan a Îranê ji aliyê mîneralan ve yek ji herêmên herî dewlemend ên welat e. Mahneşan bi reaksiyona sifir, hesin, çînko û elementên mîneral yên din re xwedî dîmenek ecêbek a xwezayî ye. Qada Aladagh ya li vir bi qasî 70 kîlometre çargoşe ye. Herêm wekî Parka Jeolojîk a Neteweyî ya Aladaghlar tê binavkirin.

Her demsala wê cuda bedew e

Aladaghlar li Mahenshanê yek ji cihên herî xweş ya seyranê ye. Ev çiyayên ku ji Mahneşan heya Mîdane an jî li ser rêya Zencan-Tebrizê dirêj dibin, dîmeneke ku berdelê mirov lê temaşe bike derdixe holê. Aladaghs hema her demsal çavderiya cimbişek cûda ya rengan dide. Dema ku tîrêja rojê bi hemû tûjbûna xwe lê dide rengên zindî derdikevin holê, payîz û zivistan an jî di hewaya baran û berfê de jî dîmenek cûda bi dest dixe.

Mekana gûzergeha wênekêşan e

Tê zanîn ku di nava Mahneshanliyan û gelên herêmê dijîn de, kevneşopiyeke kevnar a demek dirêje didome heye ku bi taybetî di destpêka sersalê de ji bo xemilandina xaniyên xwe van gilên rengîn bikar tînin. Herêm her dem di nava mekanên gûzergeha wênekêşan de cih digre.