Bi zuhabûna Gola Urmiyeyê re çavkaniyên dahatê tune dibin
Zuhabûna Gola Urmiyeyê ji ber guherîna avhewayê di aliyê çavkaniya dahatê ya jinên herêmê de jî bûye sedema gelek zorî û zehmetiyan. Jinên ku çavkaniyên wan ên dahatê nemane, berê xwe didin karên alternatîf.

VIYAN MEHRPERWER
Urmiye – Gola Urmiyeyê ku yek ji golên herî mezin a xwê yê li cîhanê, ji ber guherîna avhewayê û kêmaniya çavkaniyên avê û rêveberiya xirab a rayedarên hikumetê zuha dibe. Li Îranê 5’ê Adarê ji bo di mijara rewşa Gola Urmiyeyê û hewldanên zindîkirina golê de, weke rojeke hişyariyê hatiye diyarkirin. Ev hewldana ku bi salan e bi awayekî rêgezî nehatiye meşandin, rê li ber krîza herî mezin a hawirdorê li herêmê vekir.
Zuhabûna golê dê bandorê li ser bi hezaran jinên xebatkar bike
Krîza ku tê jiyîn bi giştî aborî, civakî, û siyasî hwd. e û bi hemû aliyan ve hatiye destgirtin, bi taybetî di demên krîzê de ji ber destekek guncaw ji bo jinan tune ye. Yên zêdetir ji vê pirsgirêkê ziyanê dibînin jin in. Ji ber ku pirsgirêkên aborî, çavkaniya gelek pirsgirêkan in, ev rapor astengî û pirsgirêkên aborî ku çavkaniya xwe ji vê krîzê digre û bandorê li jinan dike digre dest. Lê belê dema rastiya heyî li ber çavan were girtin dê were dîtin ku zuhabûna golê wê badorê li ser debara bi hezaran jinên li Îran û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bike.
Çavkaniyên debarê yên jinan tune dibin
Li korta Gola Urmiyeyê nêzî 5-6 milyon mirov dijîn, ji vana zêdeyî ji sedî 60 li gundan in. Piraniya gundiyan, bi taybetî jin, dahata xwe bi çandinî û lawirvaniyê dikin. Jinên ku li gundan dijîn di bazarên çandinî, baxçevanî û lawirvaniyê de, roleke girîng dilîzin. Zuhabûna golê û bi kêmbûna çavkaniyên avê re piraniya jinan çavkaniyên xwe yên dahatê winda kirine.
Zuhabûna golê bandor li çandinî û gelek qadan kiriye
Yek ji van jinan Masume B, ye, li gundê Gola Qareh ê nêzî Gola Urmiyeyê dijî. Masume B. ya ku bi salan e lawirvaniyê dike, dema neçar ma koçî bajarê Urmiyeyê bibe, nikaribû karê xwe bidomîne.
Ji şêniyên gund Marhamatabat Shaidaz bi gotina: “Bahozên tozê û bayê qadên çandiniyê û ava di çalan de anîn halê xwê” anî ziman ku çavkaniya wê ya dahatê nemaye.
Krîza aborî ya ku rasterast bandorê li dahata jinan kiriye, li ser xebatên jinan jî ziyanê çêkiriye. Şêniya Urmiyeyê Shahreh K. ku bi hilberandina kax re mijûl dibe diyar kir ku bihabûna hinek fêkiyan û kalîteya kêm, bandorê li karê wê kiriye û destnîşan kir ku piraniya fêkiyan ji welat û bajarên derve tîne.
Ameneh A. ya ku di fabrîqeya şîr a xwecihî de dixebite jî anî ziman ku bi zuhabûna golê re xelaya şîr a her sal çêdibe xirabtir dibe û ev jî bûye pirsgirêkek mezin.
Zuhabûna golê rê li ber pirsgirêkên tendûristiyê vedike
Di nava mirovên ku ji ber pirsgirêkên hawirdor ku li korta golê tê jiyîn neçar mane koçbikin yan jî çavkaniya dahata xwe winda bikin de, pirsgirêkên aborî, tendûristî û civakî kurtir dibe. Mînak zuhabûna golê di jinan de rê li ber nexweşiyên bi rêya nefesê, nerehtiyên cild û çav, zêdebûna nexweşiyên dil demar, gurçik û pirsgirêkên helandin, penceşêr û gelek pirsgirêkên tendûristiyê vekir. Ji ber maliyetên zêde hinek nexweşî butçeya malan derbas dike.
Gel berê xwe dide karên alternatif
Di salê dawî de li hemberî krîza zuhabûna golê de jinên ku li qadên gundewar ên herêmên cûda hewl didin li berxwe bidin. Jinên li hinek gundan dijîn, dest ji hilberandina berhemên weke zebeş ku gelek av dixwaze berdane. Ji ber pirsgirêkên di çandiniyê de, jin weke alternatîf atolyeyên dirûnê vedikin, mêr jî dest bi karên weke marangoz kirine.
Pêwîstî bi tedbîrên destekê hene
Di heman demê de gundên li derdora Gola Urmiye, bi projeyên pêşxistina kapasite perwerde ji jinan re tê dayîn û derbarê zuhabûna golê de bername tên pêşxistin. Lê belê ji derveyî plansaziya derbarê restorasyona Gola Urmiye de, bi armanca parastina hawirdor ji bo jinên li van herêman çavkaniya dahatê û serbixwebûna xwe bi domînin pêwîstî bi planên hê berfirehtir û tedbîrên destekê heye.