Li Hesekê jin pêşengiya paqijiya bajarê xwe dikin

Jinên bajarê Hesekê tekez kirin ku paqijî çandek e bi destên jinan hatiye afirandin û pêşxistin, bi vê mebestê jinên taxa Kelasê ya bajarê Hesekê beşdarî kampanyaya paqijiyê bûn.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Şaredariya Gel a bajarê Hesekê bi hevkariya Meclîsa bajarê Hesekê re dest bi kampanyaya paqijiyê kir. Li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê, bi tevlîbûna endam û rêveberên komun û meclîsa taxê, kampanya destpê kir. Jinên ku beşdarî kampanyaya paqijiyê bûn, ji ajansa me re behsa girîngiya kampanyayê kirin.

‘Em xwe û civaka xwe ji nexweşînan biparêzin’

Endama Komîna Şehîd Elîşêr a taxa Kelasê Riweyda Mihemed da zanîn ku paqijî çandek e û bi destên jinan ev çand zindî dibe û wiha got: “Çawa ku mirov li mala xwe miqate ye, pêwîst e li tax û kolana xwe jî miqate be. kampanyayên bi vî rengî pir girîng in. Em kêfxweş in ku îro bi hev re ji bo parastina tax û tenduristiya xwe beşdarî vê kampanyayê bûne. Çanda paqijiyê çandeke girîng e û bi destên jinan tê pêşxistin. Lewma jî îro erka hemû kesan ew e ku xwe û derdora xwe paqij bigrin û civaka xwe ji nexweşînan biparêzin. Dema ku paqjiî nebe, nexweşîn jî zêde dibin. Lewma divê em bi hev re xwe û civaka xwe ji nexweşînan biparêzin û rengekî xweş bidin bajarê xwe.”

‘Paqijî çandeke girêdayî hişmendiyê ye’

Hevseroka Meclîsa Hesekê Helîma Ehmed da zanîn ku paqijî çandeke girêdayî hişmendiya civakê ye û  axaftina xwe wiha domand: “Armanca me bi vê kampanyayê ew e ku em bidin zanîn paqijiya kolanê, paqijiya malê ye. Kampanyaya me, ya hişyariyê ye û ne ya dawî ye. Divê kampanyayên bi vî rengî pêk werin da ku em bajarê xwe û civaka xwe ji nexweşînan biparêzin. Dema em bajarekî paqij û rêxistinkirî bibînin em ê bizanibin ku ew civak xwedî hişmendiyeke rast, xweşik, bi tendurist û pêşketî ye. Paqijî erk û berpirsyariya me ye. Divê em bi hev re dîmenek xweşik ê ku şaristaniya me nîşan dide, bidin bajar û taxên xwe.” 

Kampanya, dê her rojek li taxek bajêr berdewam bike.