Hişyariya El Nîno ya 80 salên dawî
Pisporên meteorolojiyê diyar dikin ku El Nîno dê îsal bigihije asta herî bilind a 80 salên dawî. Hişyarkirin ku ev yek dê bibe sedema hişkesalî, lehî û wêraniya ekolojîk.
Navenda Nûçeyan – Li cîhanê fikara El Nîno zêde dibe. Li gorî pisporên meterolojiyê zêdebûna awarte ya germahiya rûyê deryayê nîşan dide ku îsal fenomena El Nîno dê bigihe pileya herî jor a 80 salên dawî. Pispor radigihînin ku ev yek ne tenê li derdora Pasîfîkê, di heman demê de rasterast xetereyeke mezin li ser pileyên germahiya cîhanê û tevahiya pergala atmosferê çê bike.
Dê di meha kanûnê de bigehîje asta herî bilind
Li gorî nirxandin û tespîtên pisporên meterolojiyê El Nîno îsal hêj negihiştiye lûtkeya xwe. Tê destnîşankirin ku ev fenomen dê di mehên payizê de hêj bêtir xurt bibe û di meha kanûnê de ku heyama wê ya herî krîtîk e, bigehîje asteke nedîtî û awarte.
Pisporên meteorolojiyê hişyariyê didin ku ev krîza El Nîno ya salên 2026-2027an dibe ku di nava 80 salên dawî yên ku qeyd û daneyên hewayê bi rêkûpêk hatine girtin de bibe El Nîno ya herî bihez û xedar. Nîşaneya herî eşkere û zelal a vê hêz û xetereyê jî zêdebûna germahiya rûyê deryayê ya li Herêma Tropîkal a Pasîfîkê ye.
Xetereya hişkesalî û lehiyên wêranker
Ev guherîna germahiyê xetereya hişkesaliyê, lehiyên wêranker û xerabûna hevsengiya çandiniyê li gelek deverên cîhanê zêde dike. Rêxistinên ekolojiyê balê dikişînin ser vê yekê ku divê hemû dewlet li dijî van guherînên tund ên avhewayê û encamên wê yên aborî zûde tedbîran bigirin.
El Nîno çi ye û çawa çêdibe?
El Nîno fenomeneke sirûştî ya meteorolojiyê ku wekî encama germbûna awarte ya ava Okyanûsa Pasîfîkê derdikeve holê. Ev bûyer hevsengiya hewayê ya li seranserê cîhanê diguherîne û dibe sedema krîzên mezin ên ekolojîk û aborî. Di heyama El Nîno de, bayên ku ava germ ber bi rojava (Asya) ve dibin lawaz dibin. Ji ber vê yekê, ava germ li rojhilatê Pasîfîkê (nêzîkî Amerîkaya Başûr) dicive û pleyên germahiya deryayê bilind dibin.
Ev yek dibe sedema guherînên tund ên avhewayê. Li hinek herêman hişkesalî û germahiya dijwar çêdibe, li hinek herêman jî baranên bi şid, lehiyên wêranker û bahoz rû didin. Germbûna avê rê li ber koçkirina masiyan û guherîna jiyana zindiyên deryayê. El Nîno bi gelemperî her 2 heta 7 salan carekê rû dide û heyama wê di navbera 9 heta 12 mehan de dikişîne, lê carna bandora wê dikare zêdetirî salekê jî berdewam bike.