"Siyaseta şewitandina xwezayê hevsengiya jiyana zindiyan ji holê radike"

Hevseroka Rêveberiya Kargeriya Şûnwaran a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê Esmehan Ehmed binpêkirina ekolojiya li Efrînê û Başûrê Kurdistanê nirxand û got: "Siyaseta şewitandina xwezayê hevsengiya jiyana zindiyan ji hev dixe, pêwîst e aliyên pêwendîdar bi erka xwe rabin û van kiryaran rawestînin."

GULISTAN HUSEYÎN HAMID
Şehba- Siyaseta şewitandina erdê di şerê cîhanê yê duyemîn de hate meşandin, ew jî bi armanca sekinandina pêşveçûna dijmin e. Di nava şeran de gel zeviyên xwe dişewitandin, da hêzên êrîşkar tu sûdê jê negirin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Di sala 1977'an de di Hevpeymana Cenevereyê de di madeya 54'an de ev siyaset hat qedexekirin lê dewleta tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê re di 18'ê Adara 2018'an de û heya vê kêliyê siyaseta şewitandina erdê û qutkirina daran dide meşandin.
Bi hezaran darên Efrînê hatin qutkirin, şewitandin, jêkirin û zeviyên gel bi temamî hatin şewitandin. Di van demên dawiyê de dewleta tirk vê siyasetê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, li hemberî vê siyasetê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bêdeng e û tu helwestên nerazîbûnê nîşan nedaye. Têkildarî mijarê Hevseroka Rêveberiya Kargeriya Şûnwaran a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê Esmehan Ehmed binpêkirina ekolojiya li Efrînê û Başûrê Kurdistanê nirxand û ji me re parve kir.
Kiryarên dagirkeriya dewleta tirk
Esmehan armancên dagirkeriya dewleta tirk li Herêma Efrîn û Başûrê Kurdistanê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dagirkirina Efrînê û hewldanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji bo berfirehkirina erdnîgariya komara tirkiyeyê û qirkirina gelê Kurd mijarên sereke ne di planên dewleta tirk de. Bi dagirkeriyê re gelê resen ji ser axa xwe hatin koçberkirin û di heremên de guhertinên demografîk hatin destpêkirin. Ji bilî van kiryarên koçberkirin û guhertina demografiye, destdirêjî li ser xwezayê jî bi pêş ket û gelek erd û darên şêniyan hatin şewitandin."
Li Efrînê bîlançoya kiryarên li dijî xwezayê
Esmehan bîlançoya belgekirina kiryarên dewleta tirk ên li ser xwezayê eşkere kir û ev tişt got: "Li gorî belgeyan nêzî 269400 darên zeytûnan, zêdetirî 300 darên din, 15 hezar darên  sindiyan, darên kevnar û yekane hatine qutkirin û firotin. Her wiha zêdetirî 11 hezar darên zeytûn û merxê hatine şewitandin. Nêzî 2180 donim zeviyên gel û 11 hezar donim erdên çandiniyê hatine şewitandin. Li aliyê din 140 kargehên zeytûnan hatin dizîn û desteserkirin." 
“Bêdengiya hikûmeta Iraqê destekdayîna dagirkeriya Tirkiyeyê ye”
Esmehan da zanîn ku dewleta tirk bi mudaxeleya xaka Başûrî Kurdistanê xwestekên xwe yên dagirkeriyê li wir bi cih tîne û wiha pêde çû: "Li hemberî binpêkirinên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê tu helwest nîşan nedane. Dewleta tirk dixwaze xwestekên xwe yên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bîne. Ev yek tê wateya ku lihevkirineke di pişt perdeyê de heye û hemû alî ji dagirkeriya dewleta tirk razî ne."
“Dema xweza bê tunekirin hevsengiya jiyanê xirab dibe”
Esmehan behsa xebatên Kargeriya Şûnwaran ji bo sekinandina kiryarên li dijî ekolojiya li Efrînê kir û wiha bi dawî kir "Ji bo dawî li kiryarên li dijî ekolojiya Efrînê bê anîn, me gelek dosya amade kirin û ji bo saziyên pêwendîdar şandin lê mixabin heya niha tu bersiv nehatiye dayîn. Dema xweza bê tunekirin hevsengiya jiyana zindiyan xirab dibe. Divê hemû aliyên pêwendîdar bikevin tevgerê û bi erka xwe rabin da ku em bikaribin dawî li van kiryaran bînin."