Rejîma Îranê vemirandina agirê li çiyayên Zagrosê asteng dike
Her sal, daristanên berû yên Zagrosê ku bi dehsalan dighên asta xwe ya mezinbûnê, di nav agir de dimînin, tenê bi hezkirina mirovan a ji bo xwezayê dikare bê kontrolkirin.
SARA PÛRXOZRÎ
Kirmanşan – Îro dema em li xwezaya li dora xwe dinhêrin, em dikarin şopên tariya agir û şewitandinê li her goşeyek Zagrosê bibînin. Lekeyên xuya dikin ku di bedena xwezayê de hatine kolandin, êşên kûr vedibêjin. Beşên mezin ên daristan, çêregeh û çiyayên welat her sal dişewitin û xwezaya ku divê çavkaniya jiyanê be, dibe dîmenek wêrankirinê. Lê pirsa rast ew e ku çima ev karesat her sal xwe dubare dike û çima, tevî ezmûnên bi êş û windahiyên giran, giraniya krîzê, ji kêmbûnê dûr, berfireh dibe û wêrankertir dibe.
Her sal şewat dubare dibe
Her sal, bi destpêkirina demsala germ û hişkbûna hêdî hêdî ya nebatan re, yek ji fikarên herî cidî ku ji nû ve derdikeve holê, xetereya şewata daristanan e. Ev xetere hem ji xwezayê û hem jî ji bêxemiyê û destwerdana mirovan çêdibe. Di salên dawî de, xwezaya Îranê û bi taybetî Çiyayên Zagrosê, kezeba kesk a rojavayê welat e. Bi destpêkirina rojên germ re ev kezeb ketiye qonaxek hesas û şikestinê . Di vê demê, çirûskek herî biçûk, şûşeyek ku di bin tavê de tê hiştin, an berjewendiyên hikûmetê, dikarin bibin agir ku gefê li jiyana bi hezaran dar, nebat û lawiran dixwe. Di van salan de, Çiyayên Zagrosê gelek caran tama şewitandinê tam kiriye, daristanên ku bi dehan salan e mezin bûne di nav çend saetan de bûn xwelî.
Zagros; Qurbanê agir û rêvebirina nebaş
Çavkaniya vê karesatê di sînerjiya faktorên xwezayî û mirovî de tê dîtin, lê di salên dawî de rola faktorên mirovî, bi taybetî polîtîkayên hikûmetê, bêtir derketiye holê. Her çend faktorên xwezayî beşdarî derxistina şewatan bûne jî, paşguhkirina jîngehê û nebûna alavên saziyên têkildar giranî û belavbûna vê krîzê zêde kiriye. Ji ber vê, di salên dawî de hikûmet ne tenê di pêşîlêgirtina pirsgirêkê û birêvebirina wê ya rast de têk çûye, di heman demê de bi kêmnirxandina vê deverê beşdarî berdewamiya wê bûye. Bi vî rengî, ji bilî şert û mercên xwezayî, rêveberiya xelet û çêkirina polîtîkayên xelet dikarin weke sedema sereke ya vê krîzê bên dîtin.
‘Hezkiriyên xwezayê xwe davêjin navenda agir’
Endama Komeleya Jîngehê ya Îştar a li Kirmaşanê Mahbûbeh R., dibêje: “Rêxistinek me heye ku jê re dibêjin Parastina Jîngehê û ez dikarim bi bawerî bibêjim ku ti eleqeya wê bi berpirsyariya ku ew digire ser xwe re tune ye. Her sal, bi destpêkirina havînê re, mirov bi komî dixebitin da ku pêşî li şewatên dar û daristanan bigrin an jî ji bo wan amade bibin. Lê hêza mirovan li hember mezinbûna vê krîzê sînordar e; amûr têr nakin û xwebexş bêyî amûr an parastinê rasterast xwe diavêjin navenda agir. Her sal, daristanên berû yên Zagrosê ku bi dehsalan dighên asta xwe ya mezinbûnê, di nav agir de dimînin, tenê bi hezkirina mirovan a ji bo xwezayê dikare bê kontrolkirin. Yên destepêkê ku jiyana xwe bi çavkaniyên herî bingehîn û bêyî ti tedbîrên ewlehiyê dikin xeterê, ev mirovên hezkiriyên xwezayê yên li eniyên pêş in. Hikûmet li şûna ku wan pîroz bike, hewl dide wan ji holê rake û zextê li wan dike ku ji qadê derkevin, ji ber ew dixwazin kêmasiyên xwe veşêrin û pirsgirêkê ji hişê raya giştî paqij bike.”
Her sal di navbera 9-12 hezar hektarî de daristanên berû yên Zagrosê dişewitin
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêxistina Rêveberiya Daristan, Mêrg û Çavdêriya Avê ya welat ve hatine weşandin, her sal bi qasî 21 hezar hektar daristan û mêrgên Îranê ji ber şewatan bandor dibin. Ev hejmar bi qasî nêzîkî 30 hezar qadên futbolê ye. Xala herî bi fikar jî, nîvê van şewatan li herêma Zagrosê derdikevin, beşek mezin ji daristanên berû yên Îranê pêk tê. Li gorî van daneyan, dikare bê payîn ku salane di navbera 9 û 12 hezar hektar daristanên berû yên Zagrosê û xwezaya derdorê dişewitin.
Ji bo fêmkirina asta vê karesatê, pêwîste bê zanîn ku ev dever hema hema bi qasî tevahiya bajarê Kirmaşanê ye. Ango, her sal xwezaya Çiyayên Zagrosê dişewite, deverek bi qasî bajarekî mezin wêran dike. Wêrankirinek wisa mezin, ne tenê wêrankirina daran e; mirina tevahiya ekosîstemekê ye. Bi hezaran cureyên nebat û lawir li van deveran dijîn; gelek ji wan tenê li Çiyayên Zagrosê têne dîtin û ji nû ve avakirina wan an ne gengaz e an jî dê bi dehsalan bidome.
Ji vemirandina agir bigre heta hevrûbûna bi zextê re
Amarên jorîn û zêdebûna berfirehbûna şewatan nîşan didin ku hêzên welatiyan her sal bi gelek zirar û wêraniyan re rûbirû dimînin. Lê şerê li dijî şewatan ji hêla hezkiriyên xwezayê ve tenê aliyek ê çîrokê ye; ew bi du dijminan re rûbirû dimînin: yek agirê ku daristan û çêregehan dişewitîne û ya din jî hikûmetek ku li şûna ku piştgiriyê bide wan, li dijî wan derdikeve ye.
Her çend hêza gel di kontrolkirina şewatan de rolek diyarker dilîzin û me di salên dawî de gelek caran şahidî kiriye ku çawa van xwebexşan di doza parastina xwezayê de jiyana xwe ji dest dane, lê tirsa hikûmetê ji çalakiyek herî biçûk a serbixwe ya bingehîn jî, bûye sedem ku ew van hewldanan ne wek çalakiyek berpirsyar, wekî gefek ji bo xwe bibîne. Di bin van şert û mercan de, parêzvanên jîngehê di şerekî dualî de ne: ji aliyekî ve, ew neçar in ku bi agirên ku her havîn beşên Çiyayên Zagros û daristanên berûyan dikin xwelî şer bikin; li aliyê din jî, ew bi zext, sînorkirin û destwerdanên hikûmetê re rûbirû dimînin ku ne ji bo parastina xwezayê, ji bo jiholêrakirina pirsgirêkê û veşartina bêbandoriyên pergalê ne.
Ji ber vê yekê, ji bilî daneyên trajîk ên mirovên ku her sal di şerê li dijî agir de jiyana xwe ji dest didin, ev xwebexş di heman demê de rastî lêpirsînên ewlehiyê û sînorkirinên berfireh jî tên.
Parastina xwezayê jî dibe sûc
Ev zext tenê bi hişyarî û gefan ve sînordar nînin; ew ji sûcdariyên siyasî û ewlehiyê bigre heta girtin, lêpirsînên dirêj û cezayên girtîgehê yên giran dirêj dibe. Li şûna ku van hêzên gelerî wek sermayeyek di parastina çavkaniyên xwezayî de bibîne, hikûmet bi guman li çalakiyên herî biçûk ên serbixwe dinhêre.
Di encamê de, xwebexşên ku bi amûrên herî bingehîn lez dikin da ku daristanan rizgar bikin, ji nişka ve bi tohmetên ku li dijî ewlehiya neteweyî tevdigerin an jî bi komên muxalîf re hevkariyê dikin re rûbirû dimînin; tohmetên ku ti eleqeya wan bi çalakiyên wan ên jîngehê re tune ne û tenê ev amûrên ji bo kontrolkirin û bêdengkirina dengê civaka sivîl in. Bi vî awayî, aktivîst û jîngehparêzên li Îranê ne tenê neçar in ku bi agirên berfireh û nebûna tesîsan re mijûl bibin, di heman demê de bi pergalek ewlehiyê re jî mijûl dibin ku her cure tevlîbûna giştî wekî gef dibînin. Ev dualîtî wan xistiye rewşek ku her gavek wan a ber bi parastina jîngehê ve, xwedî bedelên giran be.
Gelek kesan di oxira parastina xwezayê de jiyana xwe ji dest dan
Mahbûba wiha domand: “Di salên dawî de, me şahidiya mirina trajîk a gelek kesan di doza parastina xwezayê de kir. Ji endamên Komeleya Paveh Zhiva bigre heta aktivîstên Komeleya Çiyayê Kesk û heta xwebexşên ku par di hewla kontrolkirina agirê Koh Abiyê li Sinê de jiyana xwe ji dest dan. Ev kes bûn ku bêyî ti bendewariyekê, tenê ji bo rizgarkirina daristan û mêrgên şewitî, ketin navenda agir. Lê xala girîng li vir ew e ku mirina van kesan ne encama xemsarî an xeletiya mirovan bû; berovajî vê, ew dikarin wekî kuştina rasterast a hikûmetê bên hesibandin. Hikûmetek ku ne tenê di pêşîlêgirtina şewatan de têk çû, di heman demê de, bi bêçalakiya bi zanebûn û nebûna daneyan, çalakvanên jîngehê di nav agirê ku wê bi xwe çêkiribû de asê kir. Her çend ev aktîvîst ji mirineke teqez xilas bûn jî, hikûmetê dîsa jî rehm nîşan neda. Ew bi dosyayên ewlehiyê, sûcdariyên siyasî û girtinên dirêj hatin sûcdarkirin. Mîna ku rizgarkirina xwezayê sûcek be û parastina daristanan gunehek nayê bexşandin.”
Her çalakiyek parastinê dibe sûc
Di rejîmên dîktatorî de, her şêweyek yekîtiya gel û rêxistineke serbixwe wekî gefek li ser hebûn û serdestiya desthilatdariyê tê dîtin. Hikûmetên wiha pir baş dizanin ku hevkariya dilxwazî di navbera mirovan de ji bo pêkanîna çalakiyek hevpar ne tenê kiryarek civakî ye, di heman demê de nîşanek kapasîteya civakê ji bo çalakiya kolektîf û hêza wê ya ji bo vegerandina desthilatdariyê ye.
Ji ber vê, heta kombûnên giştî yên herî bêzirar jî li gorî wan wekî siyasî û hilweşîner têne şîrovekirin. Heman mantiq di Komara Îslamî de jî derbas dibe. Tirsa hikûmetê ji kombûna mirovan ji bo parastina jîngehê li ser vê rastiyê ye ku her çalakiyek kolektîf a hişmend, her çend bi armancek tenê mirovî û ne siyasî dest pê bike jî, zû an dereng dê bibe sedema lêpirsîna pergala desthilatdariyê.
Hikûmet ji şiyarbûna civakê ditirse
Hikûmetek ku ji kombûna sendîka, çandî an jîngehê ya herî biçûk jî ditirse, di rastiyê de ji şiyarbûna civakî ditirse. Ji ber ew dizane ku mirovên ku ji bo rizgarkirina daristan, çiya û mêrgên xwe dibin yek, rojekê dê ji bo rizgarkirina xwe rabin. Destên ku îro agirê li Zagrosan vedimirînin, heman dest in ku dikarin sibe agirê zilmê bikin xwelî. Ev girêdana di navbera rizgarkirina xwezayê û rizgarkirina mirovahiyê de ew e ku hikûmetên otorîter ditirsîne. Ji ber ku yekîtiya gel, li her deverê ku ew teşe digre, zû an dereng dibe sedema ji nû ve pênasekirina desthilatdariyê û dawiya desthilatdariyên zordar.