Li Kirmaşanê çîroka çûkên ku di axa xwe de li ber xwe didin
Gundê "Xoşînanê Ulya" ya mazûvaniya bi dehan leglegan dike, ji bo çûkan veguheriye stargehek bi ewle. Leglegên ku piştî koçên xwe yên demsalî vedigerin hêlînên xwe yên kevin, dibin parçeyekî jiyana aştiyane ya navbera mirov û xwezayê.
SARA POURXEZARÎ
Kirmaşan – Li seranserê cîhanê, di navbera cîhana xwezayî û berfirehbûna pêşveçûna bajarî de têkoşîneke bêdeng diqewime. Her ku mirov ji bo niştecihbûn û binesaziyê dest datînin ser erdên nû, ajal, dar û zindiyên din neçar dimînin ku paşve vekişin. Wekî li her derê ku mirov lingê xwe datînin, dengê çûkan qut dibe û qadên jiyanê ya ajalan her ku diçe tengtir dibe.
Lêbelê li hemberî vê şêwaza pêşveçûnê ya dubarê û têrnebûyî, di dilê parêzgeha Kirmaşanê de gundeke ku xweza teslîm nebûye heye. Li vê gundê leglegan, tevî wêrankirina jîngehê û xeteriya tûnebûna hêlînên xwe, hêlînên xwe bi avakirina li ser daran, li ser stûnên elektrîkê û avahiyên ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin, diparêzin. Leglegên ku bêyî tirs, girêdanbûna xwe ya bi van axan re didomînin, bi bîr dixin ku cîhan ne tenê ya mirovan e û ajal jî li ser rûyê vê cîhana berfireh xwedî cihê xwe yê mafdar in.
Gundê "Xoşînanê Ulya” mazûvaniya bi dehan leglegan dike
Gundê "Xoşînanê Ulya” ya 32 kîlometreyan dûrî bajarê Kirmaşanê ye, mazûvaniya bi dehan leglegan dike. Ev çûkan, piştî her koça demsalî, vedigerin hêlînên xwe yên kevin û bi vî awayî di navbera mirovahî û xwezayê de çerxeke aştiyane ya jiyana bi hev re didomînin.
Nêzîkatiya gundiyan a li hemberî van mêvanên baskdar jî pir balkêş e. Gelê herêm,ê bi dilxweşî pêşwaziya hebûna leglegan dikin. Hinekan wan wekî zindiyên pîroz dibînin û hinek jî bawer dikin ku ew bereket, bextewarî û zindîbûnê tînin gund. Her roj, zarokên gund temaşeyî van çûkan û hêlînên wan ên bi heybet dikin.
Gelo di cîhaneke de ku mirov bi kevneşopî her tim bi xwezayê re têdikoşîn de, çima li vî gundî kes zirarê nade van leglegan û wan nêçîr nake? Divê mirov bersiva vê pirsê di kûrahiya baweriyên herêmî û kokên wan ên dîrokî de lêgerin bike.
Rêzgirtina ajalan di çand û erdnîgariya vê herêmê de xwedî rabordiyek kûr e
Rêzgirtina li hember ajalan, di çand û erdnîgariya vê herêmê de xwedî rabordiyek kûr e. Ger mirov li koka van baweriyan bigere, dibîne ku di belge û tabletên ji Mezopotamyaya Kevn de, çûk li gorî zindiyên asayî xwedî cihekî gelek girîng e. Çûk, li gel xwedawendan cih digrin, wekî sembolên hebûnên pîroz tên dîtin û carna xwedawend xwe di şiklê çûkan de teswîr dikirin.
Mînak kevok, wekî sembola xwedawenda evîn û berberîtiyê Îştarê, dihat qebûlkirin. Di kolandinên arkeolojîk de bi taybetî li Perestgeha Îştarê ya li Asûrê, peykerên biçûk ên kevokan ku bi fişekan hatine çêkirin jî hatine dîtin.
Ev têkiliya kevn a di navbera çûk û tiştên pîroz de, wekî bêyî ku mirov bizanin, di nava tevna çandî ya niştecihên herêmê de hebûna xwe domandiye û îro ev yek di têkiliya aştiyane û bi rêz a xelkê Xoşînan Ulya a bi leglegan re xwe dide der. Ev kevneşopiya domdar, rastiya ku mirov çiqasî nêzîkî nirxên xwe yên bingehîn ku parastina xwezayê dikin bibin, ewqasî rêzgirtina wan a ji bo ekosîstemê xurttir dibe, tîne bîra me.
‘Di gelek nexşên li ser zinaran de şopên çûkan tên dîtin’
Xwendekara Beşa Arkeolojiyê Meryem M, wiha dibêje: "Di hema bejê di hemû mîtolojiyên kevn ên cîhanê de, çûk li kêleka mirovahiyê xwedî cihekî taybet û hêja bûne. Mînak di çanda me de jî Şîrdal heye. Di sembolên wekî yên Ahûra Mazda de figûrên bi bask derdikevin pêş û di gelek nexşên li ser zinaran de şopên çûkan tên dîtin. Ev yek nîşan dide ku di demên berê de mirovan bi awayekî ahengdar li gel xwezayê jiyane û qîmet û rêz dane her semboleke ku xweza pêşkêşî wan kiriye."
Helwesta rêz û pîroz dîtina leglegan a niştecihên gundê Xoşînan ê li Kirmaşanê, ji van baweriyên kevnar çavkanî digre. Her çend dibe ku ew sedemên bingehîn ên van baweriyan nizanibin jî, gundî wan diparêzin û ji nifşekî vediguhezînin nifşekî din. Bi vî awayî, nîşan didin ku hêlînên leglegan her çend rasterast li kêleka malên wan bin jî divê her tim bên parastin. Herçend di hêlînên leglegan ên li gund de şopên bermahiyên mirovan ên wekî perçeyên plastîk û naylon tên dîtin jî rastiyeke zelal heye. Tevî serdestiya pergaleke ku xwezayê dike xizmetkarê hewcedariyên pîşesaziyê jî çûk li rehên daran û heta kevzên biçûk ên daristanê, di nav xwediyên rast ên vê cîhanê de ne.
Wê xweza hêdî hêdî axa xwe ji destê cîhana kapîtalîst paşve bigre
Hêlîneke çûkan ku li ser stûneke beton hatiye çêkirin an jî giyayekî ku di navbera kevirên peyarê de şîn bûye, nîşaneke ku xwezayê dest bi vegerandina warê xwe kiriye. Wê xweza hêdî hêdî axa xwe ji destê cîhana kapîtalîst paşve bigire. Mîna leglegên gundê Xoşînanê, çûkên din jî dê rojekê ji nû ve hêlînên xwe li ser daran û li ser bajaran avabikin û bi azadî baskên xwe vekin û bi serkeftî bifirin.