Li Cezayîrê şewata daristanan: Herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Cezayîrê ji ber şewatên mezin ên daristanan herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li bakurê rojhilatê Cezayîrê di van rojên dawî de li daristan û herêmên dora bajaran şewatên mezin derketin. Li gorî bîlançoya dawî ya ku ji aliyê Jendermeyên Neteweyî ve hatiye dayîn, herî kêm 43 kes mirine û nêzî 200 kes jî birîndar bûne ku rewşa piraniya wan giran e. Hat zanîn ku 13 kes bi gumana ku bûne sedema şewatê hatin destgîrkirin.

10 hezar hektar erd şewitî

Şewatê di serî de herêma El Tarfê bandor li 14 wîlayetan kiriye. Parastina Sivîlan ragihand ku di 24 saetên navbera roja Şemî û Yekşemê de 31 şewat li deverên cuda hatine vemirandin. Li gorî pisporan di van şewatên dawî de 10 hezar erdên hektar şewitiye.