Li Bandar-e Mahshahrê mirina komî ya masiyan fikaran ava dike

Dema li Bandar-e Mahshahrê di nava heman hefteyê de mirina komî ya masiyan a cara sêyemîn hat jiyîn, fikaran ava dike; der barê mijarê de daxuyaniyên nakok tên dayîn.

Navenda Nûçeyan- Mirina komî ya masiyan a li Gola Xwê ya Bandar-e Mahshahrê a sinorên eyaleta Xûzistanê ya Îranê fikaran ava dike. Mirina komî ya masiyan a ku di heman hefteyê de cara sêyemîn hat jiyîn, niştecîhên der dor xist  nava fikaran, termê bi hezaran zindiyên behrê li qeraxê ket.

Daxuyaniyên nakok tên dayîn

Hat zanîn ku Midûriyeta Giştî ya Parastina Jîngehê ya Xûzistanê têkildarî mijarê ji ava golê mînak girtine û lêkolîn kirine. Di encama lêkolînan de jî Rêveberiya Giştî ya Parastina Jîngehê ya Xûzistanê diyar kir ku sedema sereke ya windabûna masiyan zêdebûna germê û oksîjena golê ye. Lê belê şêniyên herêmê ji ber ji daxuyaniyên der barê mijarê tetmîn nebûn, jî nû vê nimûne hat girtin û test hat kirin. Di encama testê de, di avê de ji ya pêwîstî zêdetir nîtrata amonyum derket.

Zêdetirî 5 hezar zindiyên deryayê mirin

Daxuyaniyên nakok û encamên testê yên hatin jî encam neguheran û herî dawî dîsa di golê de mirin komî ya zindî hat jiyîn. Dema di vê hefteyê de nêzî 200 hezar masî mirin, tê texmînkirin ku di mirinên komî ya herî dawî hatin jiyîn de, zêdetirî 5 hezar zindiyên golê mirine.