Li Îranê zarokan bi komkirina kaxezên bermahî dibistana xwe ava kir

Li Taleşê, 440 xwendekaran mil dan hev û dibistana xwe bi xwe ava kirin. Zarokan 200 ton kaxezên bermayî berhev kirin firotin û pê dibistana xwe ji nû ve saz kirin

Navenda Nûçeyan - Xwendekaran li bajarê Taleş ê Parêzgeha Gîlan a Îranê kaxezên bermayî berhev kirin û dibistanên xwe ava kirin. Taleş, yek ji 16 bajarên Gîlanê ye, li herêmeke çiyayî ye. 440 xwendekarên di dibistana li ber hilweşînê bû, kaxezên ji bermayî berhev kirin, firotin û ji xwe re dibistanek nû ava kirin. Xwendekaran bi kampanyaya xwe dibistana xwe ya ku li ber hilweşandinê bû ji nû ve ava kirin.
Hat destnîşankirin ku di dema kampanyayê de nêzî 200 ton kaxezên ji bermayî hatine berhevkirin, zarokan wêneyê nû yê dibistana xwe li ser medyaya civakî parve kirin.