Ji bo pezkoviyên ku qetilkirina wan tê xwestin porê xwe jêkir

Redkara wijdanî Meral Geylanî, bertek nîşanî qetilkirina 45 pezkoviyên bi îhaleyên li Antalya û Ispartayê da û ji bo balê bikşîne ser mijarê porê xwe jêkir. Meral Geylanî diyar kir ku divê li hemberî van nimûneyên tundûtûjiya li ser ajalan di qanûnên bingehîn de sererastkirinek were kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan - Wezareta Çandinî û Daristanan ji bo nêçîra 45 pezkoviyên di bin xeterê de îhale vekir. Ji bo nêçîra 45 pezkoviyên li navçeyên Antalya û Ispartayê, Alanya, Gazîpaşa, Îbradi, Aksekî, Doşemealti, Kaş, Finike û Sutçulerê, di 4’ê Hezîranê de dê li Salona Civînê ya Midûriyeta Herêmê ya 6’emîn di 4’ê Hezîranê de îhale hat vekirin. Gelek rêxistinên jîngehê û rêxistinên sivîl bertek nîşanî îhaleyê dan. Li ser malpera Change.org, "Divê nêçîr bi tevahî were qedexekirin!" Kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Berê, Wezareta Çandinî û Daristanan ji bo qetilkirina pezkoviyan, nemaze li Dêrsim û Çewlikê îhale vekiribû û ji ber bertekan gelek îhale hatin betalkirin.
Ji bo pezkoviyan porê xwe jêkir 
Redkara wijdanî Meral Geylanî, ya ji bo hevdîtina malbatên 34 kesên di encama bombebarana balafirên şer de li Qilabana Şirnexê hatibûn qetilkirin, demeke dirêj li gund jiya, vê carê jî ji bo sermezarkirina îhaleya ji bo qetilkirina pezkoviyan, porê xwe jêkir.
“Min xwest balê bikşînim”
Meral Geylanî porê li sifirê xist, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Porê min dirêj dibe lê yên kuştî venagerin. 45 pezkovî dê bi îhaleyê bên qetilkirin. Kuafor ji min re digot 'porê leşkeran', ji ber ez redkarê wijdanî me, min got divê ji wî kurtir be. Ya rastî, ji bo bexşan kom bikim min dikaribû porê xwe jêkira, li derveyî welat wiha dikin. Hevalno, hûn vî wêneyî dibînin lê hûn îhaleya ku ji bo qetilkirina 45 pezkoviyan hatiye dayîn nabînin. "
"Divê qanûna Bingehîn were guhertin" 
Meral Geylanî ya ku em der barê mijarê de pê re axivîn, got ku wê ji bo 45 pezkoviyan bertekek wiha nîşan daye. Meral Geylanî diyar kir ku divê li hemberî van nimûneyên tundiya li ser ajalan guherînek di qanûna bingehîn de bê kirin û got; "234 rêxistinên sivîl bi navê 'qedexekirina nêçîrê bi tevahî' kampanyayek dan destpêkirin. Ji bo nêçîra 45 pezkoviyan bê sekinandin, min jî berteka xwe ya takekesî nîşan da. Ez vegan im û bi exlaqî li dijî her mijara li ser îstîsmarkirina ajalan im. Heya ku em mirovan ji navenda kapîtalîzmê veneqetînin ajal û xweza dê werin qetilkirin û wêrankirin."
"Divê ev ne kêmasî sûc were dîtin" 
Meral Geylani destnîşan kir ku li cîhanê zilm û zordariya li ser ajal, jin, penaber û ferdên LGBTI + dibîne û got, "Divê li dijî cudakariyê gav werin avêtin. Li Brîtanyayê dê bi fermî were pejirandin ku ajal heyberên xwedî hestan in. Pêwîst e ku der heqê her cure tundî û destdirêjiya li dijî ajalan de li van axan guhertinek qanûnê were kirin ku ew ne kêmasî ye sûc e.”
Ji bo pêşî li qetilkirina pêzkoviyan bigrin, li ser change.org kampanyayek îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya li ser vê lînkê tê dîtin:
https://www.change.org/p/avc%C4%B1l%C4%B1k-total-yasaklans%C4%B1n-
why%C3%B6ld%C3%BCr%C3%BCiyon-tctarim-milliparklar