Ji 14’ê Hezîranê ve li Pakîstanê hezar û 162 kes jiyana xwe jidest dan

Li Pakistanê ji ber karaseta lehiyên di encama baranên Musonê de rabûyîn hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişte hezar û 162 kesan

Navenda Nûçeyan - Ajansa Rêveberiya Netewî ya Karesetên Xwezayî ya Pakistanê ragihand ku di nava 24 saetan de li welat 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li seranserê welat ji 14’ê Hezîranê ve ji ber barîna baranên zêde hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişte hezar û 162 kesan, 3 hezar 554 kes jî birîndarbûne.

Li Pakistanê 33 milyon û 400 hezar kes ji barîna baranên zêde û tund bandorbûne.