Gola Wanê û Çiyayê Sîpanê bi bedewiya xwe ya bêhempa di yek çarçoveyê de

Herêma Serhedê ku gelek bedewiyên xwezayî tê de ye, bi çiya û erdnîgariya xwe bala tûrîstên herêmî û biyaniyan dikişîne. Li Bedlîsê, ku dîmenê Gola Wanê û Çiyayê Sîpanê di heman çarçoveyê de diminê çar demsalan dide jiyîn.

 

MEDİNE MAMEDOGLU
Bedlîs – Lutkeyên Çiyayê Sîpanê yên her demsalê berfîne dîdarên xwe heyran dihelê. Çiyayê ku di nav sînorên Bedlîsê de cih digre û bi heybeta xwe dîmenên Gola Wanê zêde dike, bûye navenda baladariya tûrîstên herêmî û biyanî.
Gola Wanê bi dîmenê xwe yê çiyayî cejnek dîtbarî pêşkêş dike
Li navçeya Ahlat a Bedlîsê, deverên Gola Wanê û Çiyayê Sîpanê ku dema behsa serhedê tê kirin têne bîra me, di dimenêk de yek dibin. Çiyayê Sîpanê, ku tûrîstên herêmî û biyanî havîn û biharê ji bo hilkişînê diçin bilindahiya wê 4058 metroyî ye. Gola Wanê di her çar demsalan de bi şîn û bayê xwe re biharê tîne bîra me, çiyayên ku her çar aliyê xwe dorpêç dike cejnek dîtbarî pêşkêş dike.
Gilêşên li peravê zerarê dide golê
Gola Wanê ku ji hêla gelê herêmê ve "Behra Wanê" tê binavkirin, bi perava wê ya li Ahlatê, ji bilî dîmenê xwe ya heyî bi xemsariya welatiyên derdorê qirêj dihêle derdikeve pêş. Ne komkirina gilêşên ku nîvê peravê digire, welatiyên ku diçin golê aciz dike. Gilêş zirarê dide gola ku mala gelek zindiyan e.