Ev 50 salin pisîkan xwedî dike û weke rêhevalên rojên zehmet wan pênase dike

Ezîza Hesen Oso a (50) ji zaroktiya xwe de bi hezkirin û xwedîkirina pisîkan mijûl dibe. Ezîza behsa asta girêdana xwe û pisîkan kir ku pisîk ne heywan e, rêhevala wê ya zaroktiyê ye.

 
SORGUL ŞÊXO 
Hesekê - Jin xwedawenda gerdonê ye, rêhevala xweza, lawir, kevir, çiya û daran e. Bi hezkirin nêzî mirovên derdora xwe dibe û her jiyanê zindî dihêle. Di nava gerdonê de zindiyên cur be cur hene ji mirov, xweza û hemû rengê lawiran. Lê ya ku herî zêde bala mirovan dikşîne ew rêhevaltî û xwedîderketina li lawiran e. Helbet xweşî û rûmetdayina jiyanê bi hebûna jinê dibe, ji ber jin bi fikir, felsefe û têkoşîna xwe gerdonê bi wate dike. Demê mirov wêneyekî digre, hema yekser wêneyên dayikan li gundan bi heywanan re derdikevin. Jin bi feraseta ku xweza biparêze nêzî hin tiştan dibe. Demê zarokek nû ji dayik dibe, çawa dayik pêre diweste, heman tişt ji bo xwedîderketina li lawirane jî. 
Ezîza Hesen Oso (50) ji navçeya Til Temir a Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye. Ezîza wekî wê wekî her jinekê di bin zilm û zordariya malbat û xizmên xwe de, jiyan dike. Her çiqasî Ezîza ji vê rewşê ne razî bû, lê nedikarîbû ku li hember malbata xwe jî helwestekê nîşan bide. Kesek ê/î bikaribe piştgiriya wê bike tune bû. Ezîza neçar dimîne li kêleka îşkenceya rastî wê tê, bi xwedîkirina mirîşk û pisîkan wextê xwe derbas bike da êşa xwe ji bîr bike. Tu ji mirovên  li Til Temirê dijîn bipirsî Ezîza kî ye?, wê bêjin rêhevala pisîkê ye. Ezîza li Til Temirê bi xebata xwe ya destpêkê di Yekîtiya Star ku Kongreya Star ya aniha ye, tê nasîn.
23'ê Sibata 2015'an de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî navçe û gundewarên Til Temirê kirin. Endam û rêveberên Kongreya Star roleke sereke lîstin. Yek ji wan endamên ku xwarin ji şervanan re çêdikirin û bi şev kolanên xwe diparastin, Ezîza bû. Ezîza wekî çîçekeke geş e û bi derbasbûna wê li gel her kes ê/î jî silavên gerim dide. Ezîza Hesen di 18’e saliya xwe de bi darê zorê ji aliyê apê xwe ve, bi rengekî berdêlî hate zewicandin. Ji ber nexweşiya bi hevjînê wê re derketibû, nedikarîbûn zarokan bînin. Beriya 8 salan hevjînê Ezîza yê, bi jineke din re dizewice. Piştî ku ji aliyê Dîwana Edaletê ve 4 rojan dikeve zindanê de, paşê ber bi Başûrê Kurdistanê ve dikeve rê û li wir bicih dibe. Ezîza yê, demê xwe bi xwedîkirina pisîkan derbas dikir. Da em bêtir serpêhatiya Ezîza nas bikin em derbasî mala wê bûn û me ji nêz ve ew naskir.
Rêhevaltiya bi pisîkan re, cîhaneke cûda ye
Ezîza bi van gotinan behsa zaroktiya xwe dike: "Jiyan a hemû zindiyan e, ez herî zêde ji nav lawiran giştî ji çêçikan û pisîkan hez dikim. Her wiha ez ji zaroktî de jî wan xwedî dikim, ji ber ez wan ji her kesî zêdetir nêzî xwe dibînim. Demê ez zewicîm jî min dest ji xwedîkirina wan berneda. Piştî ku hevjînê min bi yeke din re zewicî û derket Başûrê Kurdistanê, ez û pisîka xwe tenê li malê man. Sebera dilê min ev pisîka. Du pisîkên min hebûn, yek nave wê Cêsîka û yê din jî Dêsîko bû, min Cêsîka da jinekê da wê xwedî bike û Dêsîko jî li gel min e. Ez xwarinê ji xwe û Dêsîko re çêdikim em bi hev re xwarinê dixwin. Min pisîka xwe baş perwerde kiriye, di aliyê paqijiyê de kesek wekî wan tune ye. Ji mangê heya ber deriyê hewşê û vedigerin hundir. Ez û ew jî baş ji hev dû fêm dikin, ev zimanê di navbera me de, zimanekî pir cûda ye di navbera her kesî de nîne. Hema bêje ev 50 salin ez û pisîkan bi hev re dijîn, rojekê jî ez ji ber mûyê wan û nefesa wan nexweş neketime."
Li ber serê wê mam, heya zaroka xwe anî
Ezîzayê hinek ji taybetmendiyên pisîka xwe bibîr xist û wiha pêde çû: "Yek ji taybetmendiyên pisîka min pir şermok e. Demê ku mêvanek tê xwe diveşêre û piştî ku diçin jî tên  li şûna ku lê rûniştîbûn û lê meşiyan jî bihin dike, da ku nas bike eceba yê malê yan jî xerîb in. Yek ji ew rojên qet ji bîra min naçe ez ê wê bêjim. Rojekê ber bi Biharê ve bû, pisîka min ducanî bû û di rojên zayinê de bûn. Min cihê ku lê biwelide û her tişt jêre amade kir û çûm rakevim. Lê pisîka min hat ber serê min û bi lingên xwe yê nerim porê min kişand, ji min re digot ku rabe li gel min be heya ku diwelidim. Min bi hestekî pir cûda hîs kir, hestekî kêfxweşî û xemgînî bû. Ez li gel wê heya saet 03:00 mam, piştî wê welidî min ew û çêlîkên wê bicih kirin paşê ez raketim. Hezkirineke ne normal navbera me de çêbûye, wekî ku av jî nikare navberê de derbas bibe."
Di hemû kêliyên jiyanê de, ew li kêleka min bû
Ezîzayê ew rojên ku hevjînê wê ew tenê hişt bibîr anî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Demê ku hevjînê min zewicî û ez tenê mam, di rastî de ez tenê nemam ji ber pisîka min li kêleka min bû. Pisîka min nehişt ez hîs bikim ez bi tenê me, ya  ji bo min bûbû sebir wan rojan Cêsîka û Dêsîko bû. Li kêleka wê jî ez debara xwe bi çandina pîvaz, sîran û firotina dikim. Demê ku ez derdikevim derveyî malê, hinek pêwîstiyên xwe tînim, di vegerê de wexta ez miftê dixim derî de hema yekser pisîka min tê pêşwaziya min dike. Wekî ku dibêje tu çima dereng ma?. Ez tu carî ji wan re nabêjim heywanin, ev heval in. Raste ez tenê me, lê bi hebûna pisîka xwe, ez hîs dikim ku di bihûştê de me. Ez tevî pisîk û mirîşkeke xwe jiyan dikim, bi hev re dixwin û vedixwin. Rêhevaltiya me pir xweş û kûr e ez bi wan heme.Mirov ji rêhevaltiya wan têr nabe."