El-Batoumat: Kolektîfeke ku ji bo piştgiriya jinan derfetek e
Çalakiyên jinan ên di nava komika “El-Batoumat” de, li dijî bandorên guhertina avhewayê ya li ser çandiniyê, dibe mînakeke herî berbiçav a berxwedanê. Jin di nava vê kolektîfê de hem berhemên çandiniyê vediguherînin hem jî li çareseriyên nûjen digerin.
ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Di demekê de ku qada çandiniyê li hemberî guhertina avhewayê, guhertina di asta hilberînê û bilindbûna lêçûnan de her ku diçe lawaztir dibe, Komika Pêşketina Jinan a “El-Batoumat” li parêzgeha Sîdî Bozîd wekî yekîneyeke hilberînê ya piralî derdikeve pêş. Ev yekîne ji aliyê jinên ku di xebata komî (kolektîf) de rêya derbaskirina zehmetiyên avhewayê û aborî dîtine, tê birêvebirin. Jin bi parvekirina ezmûnan û lêgerîna li alternatîfên herêmî û herdemî (bi taybetî tovên resen) kar dikin.
Ji dilê guhertina çandiniyê: Kolektîfa jinan
Seroka Komika Pêşketina Çandiniyê ya ‘El-Batoumat’, Senaa El-Emarî di danasîna komikê de diyar dike ku 47 jin di nava vê xebatê de cih digirin. Ev komika ku wek kolektîfekê ye; bi taybetî li ser veguherandin û nirxdayîna berhemên çandiniyê yên ji herêma Sîdî Bozîd tên, ava bûye. Karên wan pirreng in; ji amadekirina xwarina zivistanê (ewle), çêkirina penêr, xwedîkirina sewalan û mirîşkan bigre heta çêkirina tirşoyan.
Senaa El-Emarî destnîşan dike ku xebata wan li ser veguherandina berhemên mîna sîr, pîvaz, firingî (bacanê sor), îsot û sebzeyên din e da ku nirxekî zêde bidin wan. Ew tîne ziman ku çalakiyên wan tenê di asta hilberînê de namînin, lê belê di çarçoveya sîstemeke piralî de pêvajoyên pîşesazî û firotinê (şandinê) jî li xwe digre.
Li gorî gotina wê, ev xebata hilberînê ji ber guhertina avhewayê ya ku bandorê li hemû qonaxên kar (ji çandiniyê bigre heta veguherandin û xwedîkirina ajalan) dike, rûbirûyî zextên mezin dibe. Kêmbûna baranê û bihabûna madeyên xav, hinek berhemên bingehîn mîna îsotê kêm û giran kirine, ev yek jî rasterast bandorê li bihayê berhemên dawî dike.
Senaa her wiha diyar dike ku nexweşiyên mirîşkan jî astengiyeke din e ku ziyanê zêde dike, tevî hemû hewldanên dermankirinê jî, aramiya hilberînê girêdayî şert û mercên avhewayê û tenduristiyê yên guhêrbar dimîne.
Li dijî krîzê berê xwe dan tovên resen
Li hemberî vê rastiyê, Senaa El-Emarî anî ziman ku komik tenê li ser destnîşankirina pirsgirêkan ranewestiyaye, lê belê berê xwe daye lêgerîna çareseriyên pratîkî. Nimûneya herî berbiçav, ceribandina tovên resen û xwedî yên herêmî bû ku bi hevkariya pargîdaniyeke pispor a qada ekolojîk (biyolojîk) hate kirin. Nêzî 3’ê hektar erd bi van tovan di nava civaka xwecihî de hatin çandin, her wiha hat dîtin ku ev tov li ber germê li ber xwe didin û pêwîstiya wan bi av, gubre û dermanan pir kêmtir e.
Ev ceribandin ne tenê çareseriyeke demkî bû, lê belê destpêka guhertineke stratejîk bû. Komika jinan plan dike ku vê ezmûnê berfireh bike da ku firingî û îsotan jî li xwe bigire.
Senaa wiha got û bal kişand ser girîngiya vegera li tovên resen ên Tûnisê yên ne hîbrîd. Çimkî ev tov kalîte û tehmeke çêtir didin û lêçûna hilberînê kêm dikin, ku ev yek serxwebûna aborî ya jinên di nava komikê de xurt dike û barê giran ê aborî sivik dike.
Di navbera zextên avhewayê û afirandina çareseriyan de
Ji ezmûna xwe ya di nava vê komikê de, Munîra Ezrî ku piraniya dema xwe ya rojê bi paqijkirin, ziwakirin, konservekirin yan jî hêrandin û bêjingkirina madeyên xav derbas dike, berheman vediguherîne xwarinên hazir ên mîna “mehmîse” (cureyek şorbe/hevîr) û “kuskus” ku ji genim û cehê ekolojîk tên çêkirin. Ew her wiha pûjan (meloxî) û îsota sor jî amade dike. Munîra tekez kir ku guhertina avhewayê ji ber kêmbûna baranê, bilindbûna pileyên germê û bayê tund, bûye yek ji sedemên herî sereke ku hilberîna çandiniyê têk bibe û dema çandiniyê ne aram bike.
Munîra wiha berdewam dike: “Hinek şitil, bi taybetî îsot, êdî mîna berê berhem nadin. Ji ber germê zû zirarê dibînin, kalîteya xwe winda dikin yan jî dirizin. Her wiha dema werza çandiniyê jî guheriye; êdî dema dirûnê ne wekî berê di navbera mehên Hezîran û Tebaxê de ye, lê belê bêserûber bûye û ketiye bin bandora guhertinên hewayê.”
Ew destnîşan dike ku kêmbûna avê bûye sedema kêmbûna hilberînê, her çend hinek dar mîna zeytûn û mêwan (tirî) li ber xwe bidin jî, lê bihabûnê bandor li gelek berheman kiriye, bi taybetî hejîr ku êdî kêm peyda dibin û pir giran bûye. Munîra anî ziman ku belavbûna kêzik û nexweşiyên şînkayîyan rewş hîn aloztir kiriyê. Ev yek cotkaran neçar dike dermanên kîmyewî yên zêde bi kar bînin, ev jî lêçûnê bilind dike û bandorê li kalîteya berhemê dike.
Ceribandineke cuda û piştgiriya kolektîf
Ji aliyê xwe ve, Fatma Buazîzî di nava heman pergalê de ezmûneke cuda pêşkêş dike. Ew di qada xwedîkirina mirîşkan de kar dike; ji derxistina çîçikan ji makîneya inkubatorê heta xwedîkirin û firotina wan. Fatma dibêje: “Guhertina avhewayê rasterast bandorê li vê çalakiyê dike. Bilindbûn yan jî daxistina zêde ya pileyên germê dibe sedema mirina çîçikan yan jî lawazbûna hilberînê.”
Ew tîne ziman ku çîçik hewceyî hawîrdoreke hevseng a germê ne û her kêmasiyek di vê hevsengiyê de rasterast bandorê li encaman dike. Li gorî gotina wê, ew ji rêbazên kevneşopî derbasî karanîna amûra inkubatorê (makîneya derxistina çîçikan) bûye, ku vê yekê pir alîkariya zêdekirin û başkirina hilberînê kiriye, tevî ku xebitandina vê makîneyê mercên pir baldar ên wekî germahî, paqijî û amadekariyê dixwaze.
Fatma diyar dike ku ew carinan neçar dibe di werza havînê de (ku ji 20’ê Gulanê heta 3’yê Cotmehê dirêj dike) ji ber bandora germahiya giran a li ser rêjeya derketina çîçikan, kar rawestîne. Ew dibêje ku guhertina avhewayê êdî bûye faktorek sereke di organîzekirina hilberînê de, ne tenê di kalîteya wê de.
Li aliyê din, ew tekez dike ku piştgiriya komikê (kolektîfê) hişt ku ew projeya xwe pêş bixe û makîneya inkubatorê peyda bike, piştgiriya ku berê pişta xwe bi rêbazên destan ên kêm-hilberîn girêdidabû. Vê piştgiriyê alîkariya wê kir ku dahata xwe baştir bike û karê xwe aram bike.
Encam
Munîra Ezrî û Fatma Boazîzî li ser vê yekê hemfikirin ku guhertina avhewayê êdî ne tenê faktorekî derve ye, her wiha bûye parçeyek ji hûrgiliyên rojane yên hilberînê. Lê ya ku vê ezmûnê taybet dike, şiyana veguherandina vê astengiyê ye ji bo projeyeke komî (kolektîf) ku li ser bingehê piştgiriya jinan, parvekirina zanyariyan û vegerandina rûmeta tovên resen ava bûye; ku ev yek di heman demê de bijardeyeke serwerî û ekolojîk e.