Ekolojîstên Başûr: Dewleta Tirk çav berdaye xwezaya Kurdistanê

Jingeparêzên jin yên Başûrê Kurdistanê birîna daran girtina avê û dagirkeriya xaka Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.

HEWAR MEHEMED
Silêmanî - Dewleta Tirk ji salên 1991’ê ve bi avakirina hikumeta herêma Kurdistanê re hertim hewil daye xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike gund şewitand, rez, baxçe û pezên gundiyan topbaran kir, gundî neçar kirin ku gundê xwe vala bikin û koçber bibin. Ev nêzî 2 salane dewleta Tirk nêzî 450 ton darên sînorên Zaxo, Berwarî, Bala û gundên dewir û ber, deşta Beşîr Axa, Keşan, Bas Axa, Kanî Qeze, gundên Mesihiyan, navçeya Xantor û Heftenînê talan dikin û daran di birin dibin Tirkiye û bazirganiya wan dikin. Bi vê ve girêdayî rêya serbazî ji bo hatin û çuyîna leşkeran ava dike û baregehên xwe li Başîka û navçeyên dinê bi cih kirin e. Pîştî oparasyona dewleta Tirkan ya 23’ê Nîsanê hikumeta herêmê û hikumeta Îraqê ji ber vê dagirkeriyê bêdeng bûn. Jinan jî nerazîbûna xwe ya li himberî vê bêhelwestiya aliyên berpirs nîşan dan û daxwaz kirin ku rê li birîna daristanên wan bigrin.
Jinên ciwan ên endamên rêxistina ‘Meleke ji bo Parastina Jinge’ yên devera Pêcewîn nerazbûna xwe li dijî talankirina daristnan dan, li hemberî wê hemwalatiyên Kurdistanê şiyar dikin û dibêjin ku dewleta Tirk çav berdaye xwezaya Kurdistanê û tên darên Kurdistanê hemûyan di bire, ev dibe sedem ku di demê pêş de karesatek ru bide. Daxwaz ji jin, mezin û biçuk hemû hemwelatî û aliyên berpirs kirin ku jingeya herêma Kurdistanê bi parêzin.
“Kurdistan mala me hemûyane”
Endama rêxistina Meleke Niyana Latîf di derbarê parastina jingehê de wiha got: “Ev kiryarên ku deweleta Tirk li herêma Kuridstanê dike daran di bire, xwezayê di şewitîne, talan dike û avê digre kiryarên dij mirovane li bermaberî xweza û hemwelatiyên vî welatîn e. Kurdistan mala me hemûyane, ger em xwediyê vî welatîne dema ku yek êrîşî mala me bike yek ji me vê yekê qebûl nake. Ji ber vê jî ev welate mala me ye û divê li dijî vê dagirkeriyê em xwedî helwest bin. Ger em bê deng bin bêdengiya me rewşê hîn xirabtir dike, serok û hikumet berpirsên yekem yên welatin divê xwedî helwest bin. Dema ku em jî bêdeng bin ev yek cihê şermezariyê ye.”
“Divê jin xwedî helwest bin”
Niyana yê bal kişand li ser helwesta jina ya li beramberî dagirkeriyê û wiha dom kir: “Helwesta jinan giringe, bi taybet di aliyê jingeha me de ji pirsan û wêrankarê nexweştir xwezaya me xira dibe û em nizanîn bê ka emê bi çi karesetek di demê were de rû bi rû bimînin. Armanca dewleta Tirk ewe ku li beramberî bêdengiya me wisan dike ku Kurd sernizim bibe, sudê ji bê helwestiya me digre ku welatê me wêran û nexweş bike, divê jin hemû dengê xwe bilind bikin û li dijî vê dagirkeriyê derbikevin.”
“Pêwîste em rê nedin welatê me were dagirkirin”
Jingeparêz û endama rêxistina Melekewe Sîva Elî di derbarê karê rêxistina xwe de ji bo parastina xwezayê wiha dibêje: “Armanca me di vê rêxistinê de parastina xwezayê û şiyarkirina hemwelatiyane, ji bo parastina xwezayê bi taybet daristan, her wiha parastina çavkaniya avê ji kaniyê, ji ber birîna daran gelek daristanên Kurdistana me tune dibin, divê hikumet ji bo parastina xwezayê û jingeha Kuridistanê rola xwe bileyîze. Ew bazirganiya ku Tirkiye li ser van daran dike, qet sudek ji bo me nîne ji derveyî têkdana xwezayê aramanca Tirkiye talan û dagirkirina Kurdistanê ye. Em daxwazê li jinan dikin ji bo xweşikbûna xwezayê xwedî hewlwestbin, divê xweza were parastin. Ger em wisa bêdeng bin eve metirsiyeke di nava çend salên were de ewê xwezaya ciwan a Kurdistanê were talankirin.”