‘Destdirêjiyên li ser xwezayê bi êrîşên li ser jinan re zêde bûn’

Endama Platform Jinan a Ekolojiyê Bêrîvan Omer debarê polîtîkayên li dijî xwezayê axivî, bal kişand ku êrişên li ser xwezayê bi êrişên li dijî jinan ve girêdayî ye û got: “Destdirêjiyên li ser xwezayê bi êrîşên li ser jinan re zêde bûn.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Hemû cureyên êrîşan li ser ekolojiya Kurdistanê tên kirin ji qutkirina daristanan û şewitandina wan, heya bikaranîna madeyên kîmyewî hemû dikevin bin banê şerê li dijî xweza û jiyanê. Endama Platform Jinan a Ekolojiyê Bêrîvan Omer a li ser polîtîkayên qirkirina xwezayê axivî, bal kişand ku êrişên li dijî xwezayê bi êrişên li dijî jinan ve girêdayî ye.

‘Bi polîtîkayên qirkirina xwezayê re êrîşeke mezin li ser jinan çêbû’

Bêrîvan Omer qirkirina xwezayê û girêdana wê bi êrîşên li ser jinan wiha pênase kir: “Ji dîrokê ve heya niha mêtingeriya li ser jinan û pê ve girêdayî mêtingeriya li ser xwezayê di heman wextê de dest pê kir. Lewre dema em li roja me ya îro dinêrin, dibînin ku bi polîtîkayên qirkirina xwezayê re êrîşek mezin li ser jinan jî heye. Jin zêde nêzî xwezayê bûn, hevsengiya wê diparastin û gelek afirîneriyên wê bi zanista xwe keşf dikirin. Civaka xwezayî bi rêvebirina jinan bi tendurist bû, destdirêjiyên ewqas qirêj li ser ekolojiyê tunebûn. Di kîjan demê de êrîşên li ser xwezayê dest pê kirin? Ji dema ku rêvebirina civakê bi sedema sîsteman ji destên jinan derket ve. Êdî jê û şûnde sîstemeke desthilatdar derket holê û zîhniyetek li dijî jin û xwezayê bi pêş ket. Pê re jî şerê berjewendiyan derket pêş bê çawa sîstemê xweza ji bo bikaranîna berjewendiyan dixist xizmeta xwe, piştî ku ew civaka xwezayî ji bo jiyanê her berhemdar bû. Em dikarin bibêjin ku êrîşên li ser ekolojiya Kurdistanê jî di heman wextê de ji polîtîkayên li ser vîn û pêşengiya jinan ji civakê re ne dûr in.”

‘Êrîşên tên kirin ji ber zîhniyeta hedefgirtina jin û jiyanê ne’

Bêrîvan Omer destdirêjiya ku li ser xwezayê ji aliyê sîsteman ve hatiye kirin anî ziman û wiha domand: “Sîstemên netew dewletê jin û xwezayê mîna milkê xwe dibînin û weke madeyên bikaranînê ji xwe re dipejirînin. Îro em dibînin guhertina hewayê, zuhabûna heyî, miçiqîna avê û hemû felaketên heyî bi sedema zîhniyetê derketine pêş. Ji roja ku jin ji cewherê xwe hat dûrxistin ve pê re bûyerên qetilkirin, revandin û qirkirina jinan jî derketin pêş. Li gorî jiyana em difikirin pêwîst bû em têkiliyên xurtir bi xwezayê re deynin. Lê di vê serdemê de ger têkiliya me bi xwezayê re hebe jî ne têkiliyeke bi tendurist e ji bo wê em rastî gelek pirsgirêkên xwezayî tên. Ji qirêjiyê bigre, heta jiyana ne wekkhev, ji serweriya li ser mafên jinan heya hemû felaketên xwezayî watedariya wê ne hevaltiya rast bi xwezayê re ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser herêmên me tên kirin bi çi zîhniyetê ne? Bi zîhniyeta hedefgirtina jin û jiyanê ne. Ji ber sîstema ku pê êrîşî civakan dike her tiştî ji xwe re rewa dibîne. Der barê êrîşên li ser ekolojiya herêmê mîna qutkirina daran ku bi qasî nîv milyon dar heya niha li Efrînê hatine qutkirin, pê re jî destdirêjiya li ser jinan di herêmên dagirkerî de hemû encamên zîhniyeta van sîsteman e. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hewl didin bi rêveberiya jinan qezencên di aliyê parastina xwezayê de bi dest bixin. Ji bo wê herî zêde sîstema ku jin û xweza bi hevdu dide girêdan em wê dipejirînin.”

Li dijî êrişên li ser xwezayê bêdengiya heyî

Bêrîvan Omer bal kişand ser êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê her wiha şerê berjewendiyan li ser ekolojiyê şîrove kir û wiha pêde çû: “Welatên cîhanê her roj ji bo parastina ekolojiyê civînan li dar dixin û yek ji prensîbên esasî ji nav biryarên wan qedexekirina madeyên kimyewî. Lê li aliyê din em dibînin ji bo Kurdistanê ev biryarên wan ne derbasdar in û li hemberî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng in.  Dewleta tirk rojane herêmên parastina medyayê bi kîmyewî dişewitîne, di nav de jî xweza û hemû zindiyên heyî rastî qirkirineke rû bi rû tên. Sîstema ku cîhan rêveberiya wê dike vê nakokiyê derdixe pêş li hinek cihan xwezayê qir dikin û li hinek cihan biryarên parastina xwezayê derdixin pêş. Mînak berî demek kin ji bo parastina ekolojiyê biryareke cîhanî ji aliyê Desteya Bilind a Parastina Ekolojiyê ve derket ku pêwîst e ji bo qedexeya madeyên plastîk di bikaranîna jiyanê de pêwîst e tevgerkirin hebe. Ger ji bo qedexeya plastîk tevdigerin pêwîst e destpêkê ji bo qedexeya kîmyewî tevbigerin. Ji ber madeyên kimyewî dawiyê li hemû cureyên zindiyan tîne û bi salên dirêj ev xweza venagere cihê xwe û di berdewamiya jiyanê de pirsgirêk çêdibin. Em dikarin bibêjin ji bo parastina ekolojiya Kurdistanê tu gavên cidî ji aliyên berpirsyar ve nehatine avêtin.”

Banga têkoşînê

Bêrîvan Omer wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nêrîna min de sîstema ku rola jinan tê de ne pêşeng be wê di heman wextê de pirsgirêkên xwezayê berdewam bikin. Mêjiyê mêran dûrî prastina hewirdorê ye ji ber berjewendiyê esas digre û di nav berjewendiyan de pir tişt hene wê bên windakirin. Ger îro em ji bo jiyana azad û wekhev şer dikin, pêwîst e ji bo parastina ekolojiyê jî em têbikoşin.”