Dêra 500 salî demên xwe yên dawî dijî

Dêra Surp Sarkis a 500 salî emrê xwe yê dawî dijî. Deriyê dêra ku ji bêxwedîtiyê bi hilweşandinê re rû bi rû maye, hatiye kilîtkirin. Ji bo rizgarkirina vî cihê dîrokî tu xebat nayê kirin.

Amed - Dêra dîrokî ya Surp Sarkis a Liceya Amedê li taxa Alîpaşa wekî gelek avahiyên din ên dîrokî tu nirxê nabîne. Dêra ku ji sedê 70’ê yê wê xirab bûye, kevirên wê hemû hatine dizîn û di nava gelaşê de maye. Niştecihên ku li wê taxê dijîn, dibêjin ev dêr bûye cihê kesên madeyên hişbir bi kar tînin û defînegeran. Şêniyên taxê, ji ber vê rewşê bi fikar in.  
Dîwarên dêrê terikandî û xirabe ne
Dêra dîrokî pîştî sala 1915’an bû embara dexil, pangeh û herî dawî jî ji aliyê şêniyên xwecihî ve weke fabrîqeya çeltîkê hatiye bikaranîn. Piştî bûye fabrîqa di nava salan de wêran bûye. Di nava gel de ev dêr weke dêra Çeltîk tê zanîn, ev nêzî 20 salan e bêxwedî ye. Piraniya kevirên dêrê hatine dizîn û ji aliyê defînegeran ve hatiye xirabkirin. 
Havdîtin bêencam mane
Dêra ku bi navê Dêra Xizir Îlyas tê zanîn stûnên wê tenê mane. Kevir û stûn hemû hatine dizîn û firotin. Niha jî ev dêr bûye cihê ciwanên madeyên hişbir bi kar tînin. Şêniyên li vê taxê çiqas ji vê rewşê bi fikar bin jî di vê mijarê de qet gavek nehatiye avêtin. Cihê dêrê yê ku hê nehatiye xirabkirin, ji bo were parastin û ji nûve resterasyona wê were kirin tê zanîn ku gelek caran hevdîtin bi Weqfa Ermeniyan û bi Odeya Endezyar û Mîmaran a Amedê re hatine kirin. Endamên Weqfa Ermeniyan diyar dikin ku ji bo restorekirina vê dêrê derfetên wan ên madî tune ne ji bo ew dêr bi tevahî xirab nebe, banga alîkariyê kirin.