Şewata li daristanên Pîranê belav bûye giha gundên Xarpêtê

Şewata li daristanên Pîran a Amedê ku li qada operasyonên eskêrî derket û 8 roj in nayê vemirandin belavî gundên Xarpêtê bû.

 
Amed - Li gundê Pîrejman ê girêdayî navçeya Pîran a Amedê, piştî ku operasyonên eskerî bi dawî bûbûn, di 1’ê hezîranê de li daristana quntarê Çiyayê Gorse şewat derketibû.  Şewata ku ev 8 roj in destûr nayê dayîn ku bê vemirandin, bi bandora bayê belavî gundên Nerbiş û Wişkala yên girêdayî navçeya Miyaran a Xarpêtê bû. Welatî bi derfetên xwe helw didin agir vemirînin. Li gorî agahiyên me ji welatiyan girtin, daristana li Çiyayê Gorse bi temamî şewîtiye. 
Li ser hesabê medya civakî a gundê Wişkala bertek nîşanî mudaxale nekirina şewatê hat dayîn û bertekên xwe wiha parve kirin: “Li ser medya sanal nûçeyên derew tên çêkirin, ka em kesî nabînin, peywîrdar tune ne. Hemû amir û eskerên tên vir me temaşe dikin û kêfa çayê dikin. Bi maşîneyên kar rê tê çêkirin. Ev şewat bi maşîneya kar nikare bê vemirandin. 
Hewldanek nîne ku şewat bê vemirandin, ji van gundiyan re heyf nîne, we vê şeve xistin vê rewşê. Em we hewaleyî Xwedê dikin. Em hemû sedemê şewatê baş dizanin, lê mixabin tê veşartin. Tu qenalên nûçeyan rastiyê nîşan nadin.. #trthaber#trt1#ahaber#kanal23”