Karneya AKP’ê ya 21 salan a li dijî jinan - 1

Li Tirkiyeyê jin bi salan têkoşiyan, di warê zagonî de bûn xwedî destkeftiyên girîng lê desthilatdariya AKP’ê ya 21 salî bi pêkanînên paşverû ji bo mafên zagonî desteser bike serî li her riyê dide.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan – 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Tirkiyeyê cara yekem di 1921'ê de hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên girseyî yên ku piştî sala 1975’an dest pê kirin, bi derbeya 12’ê Îlonê hatin qedexekirin. Ji sala 1984'an heta niha jin bi daxwaza wekhevî û azadiyê 8’ê Adarê bi mîtingan pîroz dikin. Ji bo ku xizanî kêm bibe, derfetên tendirustiyê hêsantir bibin, karên layiqê mirovan, aştî û edalet, pêşî li cudakariya li ser jin û zarokên keç were girtin, zewaca di temenê biçûk de were qedexekirin, di warê siyasî, aborî û civakî de jin bibin xwedî gotin, wekheviya di navbera zayendan de pêk were, polîtîkayên rast werin pêkanîn, têdkoşin.

Ji ber erdhejên 7,6 û 7,7 ên ku navenda wan Mereş bû; jin îsal 8’ê Adarê dê bi soza mezinkirina piştgiriya bi jinên li herêmên erdhejê re pêşwazî bikin.

Me jî wekî ajansa NUJINHA, dosyayek li ser kiryarên desthilatdariya 21 salan a AKP’ê li dijî jinan amade kir. Ji desteserkirina mafên zagonî heta polîtîkayên şerê taybet, ji girtin û binçavkirinê, heta gotinên ku ji bo îtiatê tên gotin, ji zêdebûna bûyerên şîdet, tecawiz û tacîzê bigre heta keda erzan, mirov dikare kiryarên AKP’ê yên ku bi dijminahiya li ser jinan dimeşîne, bi berfirehî bîne ziman.

Li ser desthilatdariyê sererastkirinên zagonî hatin ferzkirin

Li Tirkiyeyê di hilbijartinên giştî yên 3 Mijdara 2002’an de, AKP’ê ji sedî 34,3 dengan girt, bi 363 parlamenteran bi serê xwe bû desthilatdarî. AKP’ê ji sedî 66’ê endamên melisê girt. 20 sal in desthilatdariya xwe didomîne. Di pêvajoya ku hat ser desthilatdariyê de, bi gotinên demokratîk ket rojevê, di tevahiya van salan de bi gotinên muhafezekar karê xwe kir. Di van 20 salan de polîtîkayên li dijî mafên jinan, bûn mijara nîqaşan. Di serê salên 2000’î de Yekitiya Ewropayê, zagonên bi aheng derxist û AKP mecbûr ma ku têkildarî mafên jinan gelek gavên erênî bavêje lê di warê pêkanînan ango di pratîkê de kêm ma. Li dijî gavên ku ji aliyê desthilatdariyê ve bi awayê sembolîk dihatin avêtin, jinan xwe bi rêxistin dikirin û bi platformên hevpar bersiv didan, têkoşîna wekhevî û azadiyê bi kampanyayên curbecur anîn rojeva desthilatdariyê.

Jinan ji bo mafên xwe yên zagonî kampanyayên serkeftî li dar xistin

Di pêvajoya ku rêveberên di qada siyasî de xwedî biryar bûn, pirsgirêkên jinan ji nedîtî ve dihatin, jinan bi têkoşîna xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan gavên girîng bi wan dan avêtin. Ji bo balê bikşînin ser şîdet, tacîz û tecawiza ku li dijî jinan dihat kirin xebatên girîng hatin kirin. Ji bo keda jinan a li malê were dîtin, bandora xirab a şer li ser jinan û mijarên bi vî rengî, heta îro jinan îmze avêtine bin kampanyayên serkeftî. Jinan ji bo mafên xwe yên zagonî, bi kampanyayan di warê Makezagonî de, Zagona Medenî, Zagona Ceza ya Tirk, Zagona Şîdetê, têkoşînek mezin meşandin û encamên baş jê girtin.

 Wekheva jin û mêr tenê wekî benda zagonê ma!

Rêxistinên jinan ji bo ji jinan re derfetên wekhev werin avakirin, ji bo rêgeza cudakariya pozîtîf bikeve Makezagonê nêzî deh salan têkoşiyan. Di guhertinên berfireh ên salên 2004 û 2010’an de di benda 10’emîn a Makezagonê de xalên “Jin û mêr xwedî mafên wekhev in. Peywira dewletê ew e ku vê wekheviyê bixe meriyetê. Bi vê armancê tedbîrên ku dê werin girtin wekî li dijî rêgeza wekheviyê nabe werin nirxandin” hatin zêdekirin. Li Tirkiyeyê her çendî bi benda 10’emîn ku xwedî rêgeza “li pêş zagonê wekhevî” wekheviya jin û mêr dikeve bin temînatê jî, bi pêkanînan û gotinên rayedarên hikumetê, newekheviya di navbera jin û mêr de domiya. Rêxistinên jinan, ji bo “wekheviya fiîlî” ango ji bo di pratîkê de wekhevî pêk were, dibêjin ku divê benda wekheviyê bi sedemên wekî “meyldariya zayendî, nasnameya zayendî, koka nîjadî û rewşa medenî” were guhertin û berfirehkirin. Guherînên dawî yên di benda 10’emîn de, her çendî erênî bin jî; dewletê di warê pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de peywirdar nabîne.

Zagona medenî 75 paşê hat guherandin

Kampanyayek din a ku jin dimeşînin jî ya bi navê “Ji bo wekheviya tam a di nava malbatê de guhertina zagona medenî” bû. Zagona medenî ya sala 1926’an piştî 75 salan, ji sala 1951’ê ve, bi hewldanên reformê û bi xebatên tevgerên jinan ên di sala 2000-2001’ê de hat guhertin. Zagona Medenî ya berê ji bo mêran di jiyana zewacê de derfetên serdestiyê dida. 126 komên jinan, tevî hinek kêmasiyan jî di nava malbatê de têkildarî rewşa jinan bûn sedem ku di Zagona Medenî de hinek guherîn çêbibin.

Xala ku destûra xebata jinan dida hevjînê wan hat rakirin

Zagona medenî ya ku ji bo malbatê û rola jinan a di nava malbatê de nêzîkahiyek nû bi xwe re anî, malbatê wekî hevpariya li ser esasê wekheviya di navbera jin û mêr de pênase dike. Bi saya vê ferasetê, li cihê têgehên “kari” û “koca” têgehên “hevjîn” hatin gotin. Li gorî zagona berê ji bo jin bizewice diviyabû 15 salên xwe derbas kiribûya. Ev xal hat guhertin û ji bo zewacê temenê 17 hat diyarkirin. Xala ku destûra xebata jinan dide destên hevjînên wan hat rakirin. Di zagonê de hat diyarkirin ku hevjîn di hilbijartina kar û pîşeyê xwe de mecbûr nîn in destûrê bigrin. Li gorî zagona berê ji debara zarokan mêr berpirsyar bû, di zagona nû de bi awayê “Hevjîn debara mala xwe bi keda xwe û hebûna xwe bi hev re dikin hat sererastkirin. Her wiha, zimanê zagonê jî hat sadekirin ji bo ku her kes jê fam bike. Rêxistinên jinan ên ku bûn sedema serkeftinan, bi kêmasiyên di Zagona Medenî re têdikoşin.

Doza Ayşe Paşali mora xwe li ‘Zagona şîdetê’ da

Li Tirkiyeyê di deh salên dawî de şîdeta li dijî jinan a ku zêde bûye, tevî guherînên zagonî jî bi awayê zêde didome. Vê yekê daxwaza rêxistinên jinan a ji bo sererastkirina zagonî ya baş zêdetir kir. Di sala 2011’an de Ayşe Paşali ya ku li Enqerê ji aliyê mêrê ku hev berdabûn ve bi kêrê hat qetilkirin, mora xwe li vê mijarê da. Bi salan e li dijî qetilkirina jinan, bi xexta platforma jinan, Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya wê demê ji Îlona 2011’an ve ji bo guhertina Zagona bi hejmara 4320 a Parastina Malbatê dest bi xebatan kir. Platforma Jinan ku ji 300’î zêdetir hevgirtiyan pêk tê, pêşnûmeyên alternatîf ji bo Pêşnûmeya Zagonê ya wezaretê amade kiribû amade kir. Bi taybetî li gorî ruhê Peymana Stenbolê ya di Mijdara 2011’an de li TBMM’ê hatibû qebûlkirin amade kir û rûbirû hevdîtinan kir.

Welatê ku pêşî Peymana Stenbolê îmze kir

Peymana Stenbolê yan jî bi navê xwe yê fermî “Şîdeta li dijî jinan û têkoşîna bi şîdeta di nava malbatê de” peymana Konseya Ewropayê, di mijara şîdeta li dijî jinan û bi taybetî jî ya di nava malê de, di qada navneteweyî de peymana yekem a Konseya Ewropayê ye. Dîsa bi têkoşîna tevgera jinan Tirkiye welatê yekem e, di 11’ê Gulana 2011’an de Peymana Stenbolê îmze kiriye. Di 24’ê Mijdara 2011’an de jî tu fikar ji bendên peymanê nekir û li TBMM’ê pejirand. Peyman di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê.

Pêvajoyeke nû dest pê kir

Piştî van destkeftiyan AKP’ê piştî sala 2010’an polîtîkayên dijberî peymanê xist meriyetê. Bi gotinên xwe diyar kirin ku divê jin çi bikin û çi nekin. Her wiha gotinên wekî “Jin û mêr wekhev nîn in, nikarin wekhev bin” her ku çû zêde bûn û heta ku Peymana Stenbolê paşve hat kişandin, ji aliyê mafên jinan ve pêvajoyek bi xeter dest pê kir. Desthilatdariya AKP’ê li dijî wekheviya zayendî dest bi êrîşên sîstematîk kir.

‘Li cihê gotina ‘wekhevî’ ‘fitrat’, li cihê gotina ‘Jin’ malbat ‘malbat’ hat gotin

Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di Temûza 2010’an de bi hevdîtina bi saziyên jinan a li Dolmabahçeyê, gotinên; “Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim” femînîstan û tevgerên jinan hedef girt. AKP’a ku tevgerên jinan ji bo xwe reqîb didît, li cihê têgeha “Wekheviyê” ya “Fitrat” rast dît, piştî sala 2011’an ji wezareta Dewletê ya ji Jin û Malbatê Berpirsyar, gotina ‘jin’ derxist navê wezaretê kir Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê. Bi vê yekê deriyên wezaretê li jinên ku berê bi wan re hevkarî kiribû hatin girtin. Hewl dan jinan di nava têgeha “malbat” de hepis bikin. Desthilatdariya AKP’ê ji bo gelek mafên ku di encama têkoşîna jinan de hatibûn bidestxistin, paşve bigre, bi zagonên torbe û saziyan li dijî jinan dest bi şer kir. AKP’ê tenê bi rêxistinên jinan ên nêzî xwe re têkilî danî, nîşan da ku desthilatdarî ne wekheviya jin û mêr, “malbatê” esas digre. Vê yekê hem bi gotinên xwe hem jî bi kirinên xwe her ku çû zêdetir nîşan da.

Peymana Stenbolê hat rakirin!

Bi biryara serokomar a bi hejmara 3718’an ku di rojnameya fermî de di 20 Adara 2021’ê de hat weşandin, Peymana Stenbolê ji aliye serokomar ve hat betalkirin. Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di daxuyaniya fermî ya ku di 21’ê Adara 2021’ê de da, daxuyand ku xwe ji peymanê kişandine. Sedema kişandina ji peymanê, wiha hat destnîşankirin: “Peymana Stenbolê, ji aliye hin kesên ku hevzayendîtiyê normalîze kirine ve hatiye manîpulekirin.” Tirkiyeyê di 1’ê Temûza 2021’ê de bi awayekî fermî xwe ji peymanê vekişand. Der barê dema kişandina peymanê de ango dema mirov li sal û nîvê mêze dike, tê dîtin ku mafên jinan ên ku demeke dirêj hatin bidestxistin, bi taybetî Peymana Stenbolê, qanûna hijmara 6284 (Qanuna Tundîtiyê), propaganda û pengavên ku li hember hin benden girîng ên di Qanuna Ceza ya Medenî tê birevebirin hatiye bidestxistin.

Nîqaşên der barê peymanê de berdewam dikin

Rêxistinên jinan destnîşan ku peyman di 24’ê Mijdara 2011’an de ji aliye parlamentoyê ve hatiye pejirandin û heta tesdîqa parlamentoyê tunebe nikare paşve were kişandin. Nîqaş û têkoşîna ji bo peymanê jî didome. Her çendî Tirkiyeyê xwe ji peymanê kişandibe jî gelek rêxistinên jinan bi hinceta ku rêgezên esasî yên peymanê bikevin meriyetê û peyman ji nû ve ji aliye Tirkiyeyê ve were îmzekirin di xebatên xwe de îsrar dikin.

Li ser bedena jinan polîtîkayên nû

Di sala 1983’yan de li Tirkiyeyê li gor Qanûna Der barê Plangeriya Nifûsa Hijmara 2827’an, heta ku 10‘min hefteya ducanîtiyê tije bibe, ji ber tendurustiya dayikê ger fikara tıbî tune be, li ser daxwazê ducanîti dibe ku were bidawîkirin. Li gorî vê qanûnê desthilatdariya AKP’ê, bi hinceta ku cihê jinan ê di civakê de bikaribe kêm bibie, qabiliyeta zayokî ya jinan wek aleta siyasî bi kar anî. Ji bo ku teşwîqê zayokiyê bike gotinên xwe zêde kir. Li hemberî hevberdanê zewacê, pîrozkirina malbatê, xelatdayîna ji bo zayokiyê heta rêbazên zarokanînê ya jinan, polîtîkayên zayendperest bi tevahî saziyên xwe birevebir.

Rola parastina civakî ji dewletê hat girtin û ji malbatê re hat dayîn

Bi hevkariya Wezareta perwerdeya Neteweyî, Wezareta Karên Olî, Wezareta Tendurustiyê, Wezareta Edaletê, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî, li hember van polîtîkayan, projeyên wek “Ji dergûşê heta goristanê, navê aramiyê malbat”hatin pêşxistin û pêkanîn. Rola parastinê ya civakî ji dewletê hat girtin û li malbatê re hate dayîn. Ji bo ku bîra civakî were avakirin, me hin gotin û pêkanînên der barê polîtîkayên zayendperestiya di dema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatibûn tomar kirin. 

Ev gotin wiha ne;

Serokwezîr Erdogan bo hinceta ku rewşa heyî ya Tirkiyeyê biparêze, daxuyand ku divê leza zêdebûna nifusê ji sedî 2,5 be û got: “Em jî ji niha ve dibêjin xeletiyek dest pê kir. Ger ku wiha here di 2038’an de rewşa me gelek xirab e. Divê em vê rewşê sererast bikin. Dibe ku em xelat jî bidin, qet belî nabe. “

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Şahîn, di axaftina xwe ya ku di TBMM’ê de kiribû polîtîkaya “herî kêm 3 zarok” parast.

Ji bo kurtaja li gorî daxwazê di nexweşxaneyên dewletê de qedexeyên fiîlî pêk hatin, mafê jinan ê bêmbêze hat îhlalkirin. Piştê daxuyaniyên serokwezîrê wê deme yên ku daxuyandibû kurtaj cînayet e, polîtîkayên dewletê yên li hemberî kurtajê ketîn dewrê. Li gel ku bi qanûnî kurtaj nehatibe qedexekirin jî bi fiîlî veguheriye qedexeyê. Dîsa di heman demê de, ducanîtiya gelek jinan, rêgeza veşarîtiya nexweş hat îhlalkirin û bûyerên ku ji malbatan re hatin eşkerekirin di çapemeniyê de derketin. (2012)

Waliyê Kirikkaleyê Hakan Yusuf Guner, di dema vekirina cihekî de hinceta ku pirsgirêka nifûsê ya Kirikkaleyê çareser bike rêbaza ku dîtibûn eşkere kiribû û wiha gotibû: “Bi şertê ku 3 zarok çêbibin, em ê ji kesên ku dizewicin re bûkaniya bê pere bidin. Bûkaniyan jî dê miduriyeta perwerdeyê amade bike.”(2010)

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Şahîn, daxuyand ku şopandina sedemên hevberdan û sedemên wî erkek e û got bi hinceta pêşî li hevberdanan bigrin dê xizmeta şêwirmendiyê bidin ciwanan. (2012)

Wezîrê Tendurustiyê Recep Akdag wiha got: “Her dem behsa mafên jinan tê kirin. Lê mafê pitikê jî heye. Helbet jin der barê bedena xwe de xwediyên hin mafan in û divê xwediyên wê bin jî lê
em behsa zindiyek dikin. Ji bo wî ku meriv bibêje “mafên jinê ye” û bikeve nîqaşê ev tişt gelek xelet e.” (2012)

Wezirê Karên Olî Mehmet Gormez daxuyand ku der barê mijara kurtajê de xwedî heman fikrê serokwezîr e û wiha got: “Kurtaj heram e û cînayet e, stendina zarokan di hukmê cinayetê de ye.” (2012)

Bi îmzeya protokola hevalbendiya wezaretan Civîna danasîna projeya “Bûyina Malbatê” hat lidarxistin. Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan di civînê de got: “Di vî welatê de bi salan mekanîzmayên kontrolkirina zayokiyê hatine xebitandin. Bi vî re têkildar heta mudexeleyên tibî her tişt hatiye kirin. Axaftinên wek “sezeryan ev e, kurtaj ev e,” hatin kirin.” (2013)

Şaredarê Boluyê Alattîn Yilmaz daxuyand ku malbatên zarokên wan ji 3 û zêdetir bin di fatûrayên wan ên avê de biryara daxistinê girtine. (2014)

Serokomar RTE, di axaftina ku di kongreya asayî ya Weqfa Xizmetên Perwerde û Ciwanan a Tirkiyeyê de kir wiha got: “Ez vekirî dibêjim em ê zuriyeta xwe zêde bikin, em ê nifşên xwe zêde bikin. Malbateke misilman bi tu awayî di nava hişmendiya plana nifûsê, kontrola zayînê de nikare cih bigre. Xwedayê me û pêxemberê me çi bibêjin em ê di wî riyê de herin. Ji ber vê yeke, erka pêşîn a dayikan e.” (2016)

Ne li gorî avabûna wekheviyê bûye!

* Serokomar Tayyîp Erdogan ê di 3’emîn Lûtkeya Jin û Edaletê ya Navneteweyî ya k Komeleya Jin û Demokrasiyê bi Wezareta Malbat, Ked û Xizmetên Civakî vê li dar xist de axivî û wiha got: “Hûn nikarin yên hêz û lawaz bixin nava heman pêşbaziyê. Hinek dibêjin 'wekhev, wekhev', ma em ê niha 100 metreyan bi jin û mêr re wek bidin pêşbazî kirim? Ma tiştek wiha dibe? Hayde em dibêjin em wekhev in; bila jin û mêr 100 metreyan bibezin. Ma ev dê bibe edalet? Nabe. Divê çi be? Jin bi jinê re, mêr jî bi mêr re dibeze. Ya ku divê bibe ev e. Ji ber ku yê li gorî avabûn û fitratê ye jî ev e.” (2018)

* Di 16'ê Sibata 2012'an de hatibû ragihandin ku jinên hevjinê wan jiyana xwe ji dest dane û jinên jinebî dê mehane 250 TL alîkariya pereyan werbigirin û ger jin bi awayekî ne zewaca fermî bijî dê ev alîkarî bê qutkirin. Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî daxuyand ku têkiliyên bê zewac dê erkdarên civakî yên ku serdana mala serlêderan bikin tesbît bike. (2012)

Ma Diyanet welat bi rêve dibe?

*Li ser biryara Serokatiya Karên Diyanetê ya ku di 15'ê Nîsana 2002'an de di nava miftîtiyê de Baroyên Malbat û Îsraêta Dinî ava kirin, Edene, Enqere, Elezîz, Stenbol, Îzmîr û Samsûnê jî di nav de li 6 parêzgeh hatin vekirin. (2002)

* Di navbera Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Tenduristiyê de di mijara tenduristiya dayik û zarokan û tendurustiya zayînê protokolek hat îmzekirin. Bi protokolê re dihat armanc kirin ku gelemperî civak û bi taybetî jî  erkdarê olî di derbarê tenduristiya dayik û zarokan û tenduristiya zayînê de bên agahdar bikin û hay jê hebûn. (2009)

*Ji Mijdara 2010’an vir ve Mehmet Gormez ê de Serokê Karên Diyanetê bû jî di sala 2012’an de der barê nîqaşên kurtajê yên di nava raya giştî de pir hatin nîqaşkirin de wiha got: “Bingeha civakê malbat e. Berdewamiya malbatê zarok misoger dike. Dînê me zewac û pirbûnê teşwîq kiriye. Di rewşên ku zarok nayê xwestin, bi daxwazên hevpar ên jin û mêrê tedbîrên pêşîlêgirtinê ducanî ye pekan e. Kurtaj herem û cînayetê. Hilgirtina zarok di hikmê cînayetê de ye.” (2012)

*Biryarnameya ku bi guherandina Qanûna Wezîfedar û Wezîfeya Serokatiya Karên Diyanetê ku ji bo qursên Qur'anê sînordarkirina temen anî astengkir, ket meriyetê. (2011)

*Ji bo pêkanîna protokola hevkariyê ya de di navbera Serokatiya Karên Diyanetê û Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Zarokan a ku wek berê navê SHÇEK’ê dihat nasîn, li parêzgehan ku di 26ê Sibata 2007’an hat îmzekirin û di 26’ê Cotmehê 2011’an de bi berfirehkirina çarçoweya xwe ku hemî endamên malbatê û saziya malbatê hat nûkirin, ji bo pêşerojê de bê meşandin xebatek hat destpêkirin. Serokatiya Karên Diyanetê bi talîmata Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag di Îlona 2012’an de ji bo li hemû parêzgehan komîsyonek ku ji personelên Miftî û Midûriyeta Parêzgehan a Malbat û Polîtîkayên Civakî pêk avakirin, nivîs şand. (2013)

*Projeya Tevkariya Karmendên Diyanetê di Parastina Malbatê û Pêşîgirtina li Şîdeta Li Ser Jinê de ku di 2'ê Nîsana 2010'an de hatibû îmzekirin, hat nûkirin. Di navbera Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn û Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Di navbera Mehmet Gormez de protokola duyemîn hat îmzekirin. Di merasîma îmzeyê de Mehmet Gormez bang li NY’ê kir û wiha got: "Hûn li şûna bi tundiya li ser jinê re mijûl bibin, pêşî li cînayetên li dijî mirovahiyê bigirin." (2013)

* Endamê Lijneya Bilind a Karên Diyanetê Prof. Dr. Halîl Îbrahîm Karslî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Fermna Hîcab û Jin" ya ku di organên weşanê yên Diyanetê de hat weşandin de diyar kir ku Qur'an fermana girtinan jinan dide.  Îbrahîm Karslî vê nêrîna xwe bi van gotinan eşkere kir: “Ji ber ku bedena jinê susek e. Lewma hêja ye û divê bê parastin.” (2013)

*Navê buroyên ku di sala 2002'an de di bin navê "Buroya Malbatê" ya di bin banê Serokatiya Karên Diyanetê de hat avakirin û di sala 2007'an de wek "Buroya Îdareya Malbatê û Rêbertî" xebatên xwe dewam kir, bû "Baroyên Malbat û Rêberiya Olî". Baroyên Malbat û Rêberiya Olî ji sala 2014’an vir ve wek girêdayî 81 miftîtiya parêzgehan û 253 navçeyan de xebatên xwe dimeşand. (2014)

*Rêveberiya Karûbarên Diyanetê Telîmata Xebatê ya Daîreyên Rêbertî û Rêbertiya Malbatê ku di sala 2010'an de ket meriyetê guhert. Li şûna vê, bi navê Rêvebiriya Xebatê ya Ofîsên Rêbertiya Malbat û Dînî rêbaek nû hate weşandin. Bi talîmatê re ji melayan re ji malên zarokan heta wargehên xwendekaran, ji kargehan heta navendên ciwanan li gelek qadan erka "desteka manewî" hat dayîn. Baroyên Malbat û Rêberiya Olî ji sala 2014’an vir ve wek girêdayî 81 miftîtiya parêzgehan û 253 navçeyan de xebatên xwe dimeşîne.

Ji Diyanetê ji ‘ensestê’ re Fetwa!

* Di heyama ku Mehmet Gormez Serokê Karên Diyanetê bû di malpera xwe ya înternetê ya Diyanetê da di bersiva pirsa der barê “Gelo şehweta bavek ji keça xwe ya eslî re hîs dike, zewaca wî ya bi hevjina wî re betal dike?”, diyar kir ku “Ne heram e ku bav keça xwe bi kincên stûr bigre yan jî li laşê wê binêre û li ser wê bifikire şehwer hîs bike” hat dayîn. Piştî nerazîbûna gel bersiva mijara gotinê ji malperê hate rakirin. (2016)

* Di xutbeya înê ya bi navê “Wek Ahît, Akît û Mîsk Zewac” a ku ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve ji bo li hemû mizgeftan bê xwendin hat derxistin de, banga "Xwedî derketina malbata xwe" hat kirin.

*Di xutbeyê de hat ser ziman ku bi bernameyên zewacê de nirxên malbatî tên îstîsmarkirin, tên binpêkirin û pê baweriya saziya malbatê tê tunekirin û di encama hevberdanên 2015’an de 109 hezar û 978 zarok ji şewqatê dayîkê û merhameta bav mehrûm ahtiye hiştin. (2017)

* "Projeya Malbata Navê Aştiyê ya Ji Dergûşê Heta Gorê" ku ji aliyê Miftiyê Parêzgeha Manîsayê ve ji bo kêmkirina rêjeya telaqê hat amadekirin, dest pê kir. Ji Proje ji aliyê Rêveberiya Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Parêzgehê, Zanîngeha Celal Bayar a Manîsa û şaredariyan ve hat piştgirî kirin. Di broşura danasînê ya qursên ku dê di çarçoveya projeyê de di navbera 1-30’ê Îlona 2017’an de bên lidarxistin de, hat bibîrxistin ku kesên nîşanî ji hevdurê nanepenî ne û hat destnîşankirin ku divê li gor vê rêziknameyê tevbigerin.

Daxuyaniya li dijî qanûnan

*Alî Erbaşê ku di sala 2017’an de ji Serokatiya Karên Diyanetê re hat tayînkirin di malpera Diyanetê de daxuyaniyek ku mêr dikare bi telefon, faks, name, peyam û înternetê hevjina xwe berde, li dijî qanûn û qanûnên medenî ye da. (2017)

*Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, diyar kir ku temenê guncav ji bo zewacê 18-25 salî ye, diyar kir ku "Tevgerkirina li gorî temenê civakê feyde ye" û da zanîn ku piştî 25’an "ecibandin zehmet bûye.” (2018)

Dewlet dev ji cudakariya erênî ya alîgirê jinan berda

Di sala 2012'an de navê Komîsyona Wekheviya Zayendî ya ku di serdema beriya AKP'ê de hatibû avakirin, weke "Komîsyona Wekheviya Derfetên Jin û Mêran" hat guhertin. Dewlet bi guherandina peyva “wekheviyê” bo “fersenden wekhev” dev ji cudakariya erênî ya aligerî jinan berda. Ji komîsyonê re endamên mêr jî hatin girtin. der barê komîsyona ku bi kurtasî bi navê “KEFEK” tê zanîn û xebatên wê de hin têbinî wiha ye;

* Parlamentera AKP'ê Fatma Şahîn a ji bo Komîsyona Wekheviya Zayendî ya TBMM’ê axivî, wiha got: "Em ê komîsyoneke ku jin serwerin ava bikin; lê ji bo bi giştî qanûnên femînîst endamên mêr jî di komîsyonê de erk bigre.” (2009)

*Qanûna Avakirina Komîsyona Wekheviya Derfetên Jin û Mêr li TBMM’ê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di vê mijarê de hewildanên di serdema 21 û 22’an ji TBMM’ê hatibû kirin, bê encam mabûn. Di civîna Komîsyona Destûra Bingehîn a di 29'ê Çile de daxwaza rêxistinên jinan û avakirina Komîsyona Wekheviya Zayendî bi dengê hemû partiyên li meclîsê hate qebûlkirin. Ji ber nerazîbûnên wekîlên AKP'ê navê komîsyonê bû komîsyona “Fersenda Wekhev" (2009).

*Komîsyona Wekheviya Fersendêya Jin û Mêran a Meclîsê "Rapora Di Temana Zarok de Zewacên Bi darê” weşand. Di raporê de hat tesbîtkirin ku li Tirkiyeyê ji 693 xwendekarên perwerdeya seretayî dixwînin û ji ber zewaca di temenê biçûk de dibistanên xwe berdewam nakin 18 kur û 675 jî keç in.(2009)

* Komîsyona Wekheviya Fersendêya Jin û Mêran a Meclîsê (KEFEK) "Rapora Zewacên Kevneşopî" ya ku ji aliyê Komîsyona Jêr a şîdeta derûnî ya li ser jinan a ji ber zayenda zarokan, qelen û zewacên kevneşopî amade kiribû qebûl kir. Di raporê de hat pêşniyarkirin ku ji kesên berdel dikin, qelen distînin û bi daxwaza zarokê kur zextê li jinan dikin bên cezakirin; zewaca bi darê zorê bikeve çarçoveya sûc û ceza. (2010)

*Di 15’emîn civîna Komîteya Wekheviya Fersendeya Jin û Mêran de; biryara avakirina "Komîsyona Jêr a Bûçeya Bersivdar a Zayendî" hat dayîn. (2012)

Tevlîbûna jinan a siyasetê hat astengkirin

Hikûmeta AKP'ê ya ku li Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna jinê ya siyasetê ti polîtîka pêş nexist, berovajî vê yekê jî li pêşiya tevlîbûna jinê ya siyasetê astengiyan derdixist. Bi taybetî jî siyasetmedarên Kurd bi zext, binçavkirin û girtinan hewl dan pêşî li tevlîbûna jinan a siyasetê bigirin. Tevî vê yekê jî herî zêde parlamenterên jin ji nav partiyên Kurd hatin hilbijartin û derbasî parlamentoyê bûn.

Di hilbijartinên giştî yên sala 2018'an de li Tirkiyeyê ji 583 parlamenteran hatin hilbijartin 482 mêr, tenê 101 parlamenter jin bûn. Li 33 ji 81 parêzgehan nûnerên jin tune bûn. Li gorî vê, ji sala 2018’an de; Rêjeya parlementerên jin di Serdema 27’emîn a TBMM’ê de ji sedi 17,3 bû, ji sedî 7 jî mêr bûn. Li gorî rêjeya parlamenterên jin ên AKP, CHP, MHP, HDP û ÎYÎ Partiyê; AKP ji sedî 18,8, CHP ji sedî 11,8, MHP ji sedî 8,3, HDP ji sedî 41,1, ÎYÎ Partî ji sedî 5,5. Di nava partiyan de rêjeya herî zêde ya parlamenterên jin HDP bû. Li gorî daneyên sala 2019’an; Tirkiye ji aliyê rêjeya jinan a di parlementoyê de li cîhanê di rêza 120’emîn de ye.

Bêtehemultiya hebûna jinan ya di siyasetê de!

Li gel van daxuyaniyan jî hikûmeta AKP’ê ku li Tirkiyeyê wekheviya jin û mêr diparêze, bi pêkanînên weke “kota” û “cudakariya erênî” ku ji bo zêdekirina tevlêbûna jinan a di nava siyasetê de deng veda, tinazên xwe pê kir! Gotûbêj û pêkanînên cudaxwaz ên hikûmetê yên li hemberî tevlîbûna jinan a siyasetê wiha ne;

*Di vekirina Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya AKP'ê de Tayyîp Erdogan, KA-DER'ê ya "Ma ji bo ketina Meclîsê mêr bûyîn şert e?” Têkildarî kampanyaya "Jina bi simbel" ku bi gotina "Bibore ma ev milk e, hûn kotayê bidin. Ev ne bêaqil e. Hinek komele dibêjin kotayekê deynin. Biborin, em ê Xwişkên xwe teslîmê wandikin  destê mêran? Helbet di vî karî de, ehliyet, lêgerîna liyaket û bi van re derbikevin vê rêye.” (2007)

*SerokomarErdogan di resepsiyona vekirinê ya Meclîsê de bersiva Seroka Komeleya Piştevanî û Perwerdehiya Namzetên Jin (KA-DER) Hulusî Gulbahar da "cudakarîya erênî" li Dewletên Yekbûyî wek nimûne nîşan da û diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê jinan û mêran wekhev e. Tayyîp Erdogan got, “Ma tu dixwazi li Ruanda bi, keremke li Ruande be. Evqas e. Lê ez kotayê li hemberê jinan weke bêrezdarî û heqareta dibînim. Di mijara kotayê de qûsur efûkin, rêgeza min e. siyaseta min e. Şaxa min a Jinan di vî warî de ji KADERê pir zêdetir samîmîtir e, vê jî bizanibin.” (2007)

*Di lîsteyên ku bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî re hatin eşkerekirin, ji sedî 21 namzedên AKP'ê jin pêkanîn; hat dîtin ku di lîsteya 600 kesî de 126 jin û 474 mêr hene. AKP'ê tenê li 4 parêzgehan namzeta jin a pileya yekemîn destnîşan kir. Di bin sernavê “Jin” a beyannameya hilbijartinê de, daxuyanî û sozên di danezana hilbijartinê ya 2015’an de hatin dubarekirin. (2018)

*Ji sala 2020’an ve ji 19 endamên Kabîneya Serokomariyê ku di çarçoveya Pergala Hikûmeta Serokomariyê de hatine avakirin tenê 1 jê jin e. (Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî) (2023)

Jin di jiyana kar de mehkûmê 'xizmeta lênêrînê' hatin kirin

Polîtîkayên ku di cihêkariya li hemberî jinan de paşve dihelê, di jiyana kar de jî hatin meşandin. Hînkirinên ku jinan di malbatê de pênase dikin û wê bi rola zayendî ve girêdidin, hatin xurtkirin û bi awayekî fermî careke din hat destnîşankirin ku xwedîderketina li zarok/îxtiyar/nexweşan erka jinê ye. Di xizmeta lênêrîna malê de, karê di xizmeta lênêrînê de, ku jinên xizan ji ewlehiya civakî û mafên wan ên teqawîtbûnê bêpar dike, hat dayîn û jin di çarçoveya kar de hatin nîşandan! Bi vî rengî xeyala ku jin di qada siyaset û xizmetê ya civakî de xuya bû, hate afirandin. Qebûlkirina hebûn û keda jinê bi rola wan a lênêrînê ya di malbatê de weke dayik, jin û xwişkê hate xurtkirin. Hin rêzikname û axaftinên li ser proje û pêkanînên zayendperest ên hikûmetê yên wekî "Projeya Dapîr" û "Dayika Karker" wiha ne:

*Rêziknameya Pêşkêşkirina Xizmetên Lênêrîna Malê ku yekem rêziknameya qanûnî ye ku rasterast û taybetî li ser karûbarên lênihêrîna malê radiweste, ket meriyetê. Karûbarê lênihêrîna malê dê ji hêla navendên taybet an yekîneyên di nav saziyên tenduristiyê yên taybet ên wekî nexweşxane, navendên bijîjkî û polîklînîkan ve ji nexweşan re were dayîn. Lê belê bi guhertina di qanûnê de xizmetên lênêrîna astengdaran ji bo malbatan hat veguhestin. Biryar hat dayîn ku di çarçoveya alîkariya civakî de ji bo piraniya jinên xwedî lênêrînê de teqawidiya lênêrînê ya nebaş bê dayîn. Rêziknameya Guhertina Rêziknameya Tespîtkirina Astengdarên Muhtacê Lênêrînê û Tesbîtkirina Prensîbên Xizmeta Lênêrînê piştî ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket meriyetê. (2007)

* Qanûna bi hejmara 6111’an di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gel gelek guhertinên qanûnê, xala 106’an a qanûnê û xala 104’an a yasaya jimare 657’an a bi sernavê “Destura hêcet” hatin guhertin û ji karmendê dewletê di rewşa daxumkrina hevjina wî deh rojan îzna bavîtiyê hat dayîn. (2010)

* Ji bo wekheviya zayendî pêk were, Rêziknameya Derbarê Guherîna Rêziknameya Karên Giran û Xeteredar ku jinan di karên giran û xeternak de nahêle, hat betalkirin.

*”Wezareta Enerjiyê ya ku plan dike di çarçoveya "Projeya Enerjî Xanimê" de salê 4 milyar TL enerjiyê teserûf bike, li Kayseriyê dest bi danasîna projeyê kir. Ji bilî Wezareta Enerjiyê, kampanyaya ku bi hevkariya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û Komeleya Berbiçavkirina Enerjiyê (ENVER) hat destpêkirin, bi barkirina tedbîrên teserûfa enerjiyê yên navxweyî li ser jinan, qeydkirina cihêkariya zayendî mînak nîşan da. (2013)

*Stratejiya Îstîhdamê ya Neteweyî (2014-2023) (UÎS) û Planên Çalakiyê (2014-2016) yên ku ji aliyê Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî (MSB) ve hatin amadekirin, piştî ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin ket meriyetê. Li gorî stratejiya ku hatiye ragihandin, armanc ew bû ku şêweyên kar ên nerm û bêewle berfirehtir bikin da ku mirov bikarin tevlî kar bibin, her çend demkî be jî, jin teşwîq bikin ku bi vî rengî bixebitin, ango wekî hêza kar a erzan a metirsîdar bixebitin û piştgiriya karsaziya jinan bikin. (2014)

*Qanûna bi hejmara 6518'an a ku di xala zêde ya 7'emîn a Qanûna bi hejmara 2828'an de tê guhertin, piştî ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket meriyetê. Bi guherîna ku hatiye kirin, pereyên têkildarî lênêrîna malê wekî "alîkariya civakî" tê pênasekirin ku ji bo lênêrîna astengdaran a li malê di çarçoveya nêzîkatiya malbatê de were kirin. (2014)

*Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu, diyar kir ku dê ji bo jiyana karsaziya jinan guhertineke mezin çêbike û Bernameya Parastina Malbatê û Avahiya Dînamîk a Nifûsê" eşkere kir. Di bernameyê de erka sereke ya jinê dayikî hate dîtin û ji bo kariyera dayika wê ji ber jiyana wê ya xebatê qut nebe, veserastkirin hatin kirin. (2014)

*Beşek ji Pêşnûmeya Qanûna Parastina Malbat û Avahiyên Dînamîk ên Nifûsê ku bi nîqaşa nermbûna nerm û îstîhdama jinan a ku jinan teşwîqê doxumê dike hate rojevê, têkildarî têkiliyên kar ên demkî û ofîsên kar ên taybet de rêzikname hene, di Qanûna Omnibus a bi hejmara 6663 de cih girt û ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin. Di vê qanûnê de jin ji bo zaroka yekem 2 meh, ji bo zarokê duyemîn 4 meh û ji bo zaroka sêyemîn jî 6 meh piştî betlaneya jidayikbûnê îmkan hat dayîn. Ji ber vê yekê gelek zarokbûn hatin teşwîqkirin. (2015)

*Ji Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betûl Sayan Kaya hat pirsîn ku kesên di Îstatîstîkên Hêza Keda Malbatan a TURKSTAT'ê de di rêjeya îstîhdamê de cih digirin û teqawidiya lênêrîna malê distînin û hemû jin in çima ne sîgorte ne. Wezîrê Malbatê di bersiva xwe ya nivîskî de diyar kir ku heta meha Nîsana 2015’an 469 hezar û 305 kes mûçe wergirtine û ev mûçe di çarçoveya alîkariyên civakî de ye, lewma ev kes nikare weke karkerên neqanûnî bên hesibandin. (2016)

* Kesên ku teqawidiya lênêrîna malê distînin di çarçoveya kar de hat zêdekirimn. Lê teqawidiyên ku wan digirtin di çarçoveya alîkariya civakî de hatin nirxandin. Ewlekariya wan a civakî tune bû. (2016)

* Bi rêziknameya ku di sala 2005'an de di Daxuyaniya Tesîsên Civakî yên Gel de hat dayîn, xerckirina ji butçeya giştî ya ji bo xizmeta lênêrîna rojane û lênêrîna zarokan hat qedexekirin. Saziya Nexweşxaneyên Gel ji sekreteriya giştî ya 81 komeleyên nexweşxaneyên cemaweriyê re name şand û diyar kir ku pereyê ji tesîsên civakî bo kreşên zarokan ji bo lêçûn nayê veguheztin. Hejmara kreşên giştî ku di sala 2004'an de 497 bû, di sala 2015'an de ket 121, di sala 2016'an de jî ket 56'an. (2017)

Sibe: Karneya AKP’ê ya 21 salan a li dijî jinan: Şerê taybet, tecavuz, tacîz, desteserkirina mafan