‘Werzîşa atletîzmê bixwebaweriya jinan zêde dike’

Gelek jinên Lîbyayî bi lîstina cureyên werzîşê navdar in lê belê lîstika hilgirtina giraniyê ji bo jinên astengdar rewşeke girîng û cihê pîrozkirinê ye. Jinên werzîşvan ên Lîbyayî behsa girîngiya werzîşê kirin.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî – Werzîş bi hemû cureyên xwe, yek ji astengiyên jinan li Lîbyayê ye, ji ber ku pêwîst e ew jin baweriya xwe bi xwe xurt bikin, piştgiriya xwe ya darayî û manawî pêk bînin da ku bikaribin xwe ji nêrîna civakek ku di rewşa tevliheviya siyasî, aborî, dabeşbûn û tevliheviyan de dijî rizgar bikin.

Iswa Ebdulwehab El-Amarî, jinek ku hezkirina wê ji werzîşê re heye dest bi perwerdeya xwe li ser rakirina kîloyên giran kir, ew di tîma atletîzmên jin ên li Bingaziyê de hat pejirandin.

Astengiya li pêşiya min hişmendiya zayendperst bû

Iswa Ebdulwehab El-Amarî di nirxandinên xwe de bal kişand ser hezkirina xwe ya ji lîstikê re û diyar dike ku vê lîstikê hêzeke pir mezin daye wê û wiha dest bi axaftinê kir: “Ez hewl didim bibim palewanê Lîbyayê di vê werzîşê de, tevlibûna min a vê lîstikê yek ji gavên herî serkeftî û balkêş bû di jiyana min de, gelek caran ji ber bejna min a kurt min ez dihatim tirsandin, civak min weke kesekî normal dibîne, kesekî nikare tu tiştî di jiyan xwe de pêk bîne."

Iswa Ebdulwehab El-Amarî der barê astengiyên ku bi wan rû bi rû dimîne de ev anî  ziman: “Yek ji astengiyên herî mezin ku li pêşiya min bû, her ew bû, her dem ji min re dibêjin (tu keç î, tu yê çi sûdê ji vê lîstikê bigrî) min li ber xwe da û dest bi rakirina 30 kg. kir, di hefteyê de 3 rojan dilîstim. Min li palewana jin Gazale El-Aqurî temaşe dikir, min ji wê hêz digirt. Difikirîm ku rojekê ez jî weke wê hêviyên xwe di vî warî de pêk bînim."

‘Temen li peşiya mirov nabe asteng’

Gazal El Aqurî, pelawana Lîbyayê, di rakirina kîloyan de ji jinên astengdar re, dibêje ku temenê wê nebûye astengî li pêşiya lîstika wê, ji sala 1995’an ve ew vê werzîşê dike, dibêje ku niha ez 49 salî me, tu girêdana vê werzîşê bi temenê mirov re nîn e, mirov dikare her bilîze.

Gazal Elqurî girîngiyê dide werzîşa rakirina giraniyê ji ber ku ew tendrustiya mirovan baş dike û gelek pirsgirêkên derûnî û civakî jî çareser dike. Ew hê di lîstina xwe de berdewam e û nafikire ku bibe perwerdekar, ji ber ku ew ji lîstikê pir hez dike, beşdarî pêşbaziyên cuda li ser asta hemû cîhanê jî dibe. Beşdarbûna wê dawî li Dubaiyê di sala 2014’an de bû, li wir jî wê rêza şeşan bi dest xist, ew bi xwe jî bi taybetî li gorî rewşên me li Lîbyayê jiyane asteke baş e. Di dema borî de, ew beşdarî şampiyoniya Afrîkayê li komara Misrê bû, li wir madalyaya bronz bi dest xist.

Piştgirî dide keçên biçûk

Gazal Elqurî bal kişand ser perwerdekirina keçikên biçûk ê vê werzîşê dikin û got: "Ez piştgiriya hemû keçên dixwazin vê lîstikê yan hemû cureyên werzîşê dikim, werzîş gelekî girîng e, gelek pirsgirêkên derûnî, civakê çareser dike û moral bilind dike, bi taybetî ji bo jinên astengdar."

Gazal Elqurî di dawiya gotinên xwe de behsa astengiyên ku ji aliyê civakê ve kişandine kir û wiha got: "Destpêkê ez gelekî ji nêrîna civakê ji min re weke keçek astengdar ditirsiyam lê belê bi salan re dikaribûm vê nêrînê derbas bikim. Bavê min jî her dem li kêleka min bû piştevaniya min dikir. Lîstika rakirina kîloyan û lîstikên din ên taybet ji bo astengdaran dibe piştevanî. Diviyabû cihekî taybet ji bo werzîşvanên jin ên astengdar hebûya da ku bikaribûna bi rehetî bilîzin."