Weqfa Jina Azad ji bo guhertina jiyana jinan dixebite

Weqfa Jina Azad bi xebatên xwe hewl dide civakê di hemû warên jiyanî de bi pêş bixe her wiha jinên di kampên penaberan de jî perwerde dike.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Weqfa Jina Azad a bi dirûşma “Jina Azad Bingeha Civaka Azad e” di Îlona 2014’an ji bo pirsgirêkên civakî li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê çareser bike hat avakirin, bi xebatên xwe hewl dide civakê di hemû warên jiyanî de bi pêş bixe her wiha jinên di kampên penaberiyê de jî perwerde dike.

Yek ji qadên ku Weqfa Jina Azad lê xebatên xwe didomîne kampa Roj e ku di sala 2015’an de li bajarê Dêrîkê ya kantona Qamişloyê hat avakirin, koçberên Sûriye û Iraqê tevî jin û zarokên DAIŞ’ê yên dest ji fikra xwe berdane lê dimînin û piştî kampa Holê dûyemîn kampa bi xeter a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. 

Rêvebera Weqfa Jina Azad a navçeya Girkê Legê û Dêrîkê Cûdî Mihemed li ser xebatên wan ên li kampa Roj axivî. Jinên şêniyên kampê perwerdeyên ku ji aliyê Weqfa Jina Azad ve tê dayîn nirxandin û gotin “Ev perwerde di guhertina jiyana me de rolek girîng lîstin.”

5 sal in li kampê xebatê dimeşînin

Cûdî Mihemed dibêje ku Weqfa Jina Azad di nava Kampa Roj de ji 4 endaman pêk tê jinan bi maf û erkên wan dide nasîn û got: “Weqfa Jinê 5 sal in li Kampa Roj xebatên xwe didomîne. Me gelek semîner li ser ewlekariya derûnî, rewşa aborî û civakî ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Em diçin sardana malbatên ku li konan dimînin û bi jinan re der barê danasîna karên weqfê û perwerdeyên me de diaxivin.”

Cûdî Mihemed anî ziman ku ew li kampê di warê derûnî de piştgiriya jinan dikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ew piştgirî ji bo wan jinan gelekî girîng e ji bo civaka ku tê de dijîn bi pêş bixin û zarokên xwe li ser bingeha prensîbên baş mezin bikin. Mînak weke wekheviya navbera herdu zayendan, ev mijar ji bo me girîng in. Ev vê xebatê jî bi riya perwerdeyên derûnî pêk tînin. Wan bi encamên derûnî û civakî re piştî rewşên awerte didin nasîn û kêrhatiyên wan ên jiyanî û pîşeyî bi pêş dixin. Piştî jin perwerdeyên xwe dibînin dikarin nêrînên xwe derbirînin û tevlî nîqaşên berfireh bibin. Ev jî tê wateya naskirina wan, rastî û mafên xwe. Ligel projeyên biçûk ji bo zarokên Kampa Roj vedikin û piştgiriya wan zarokan di warê derûnî de dikin da ku dîsa tevlî civakê bibin.”

‘Perwerde di guhertina jiyana me de girîng bû’

Fatma Mehmûd ji bajarê Diyala yê Iraqê ye anî ziman ku ew tevlî gelek perwerdeyên fikrî yên Weqfa Jina Azad ên rêxistinkirinê bûye û got: “Perwerde û semînerên ku me dîtine roleke mezin di guhertina jiyana me û avakirina kesayeta me de lîstin, gelek jin tevlî van perwerdeyan dibin. Bi riya semîneran jinan mafên xwe nas kirin û fam kirin çawa tên binpêkirin. Her wiha cureyên tundiya li dijî jinan jî fam kirin. Bi vê yekê hîn bûn çawa li pêş tundiyê rawestin. Ji ber hişmendiya mêrsalarî di civakan de bi hezaran jin rastî tundiyê tên. Ên ku herî zêde zirarê ji şer û penaberî û koçberiyê dibînin jin û zarok in.”

Hem semîner hem jî kursên pîşeyî tên dayîn

Aya Omer a 18 salî ku ji bajarê Şamê ye û di beşa penaberan de li Kampa Roj dimîne destnîşan kir ku ku ew tevlî perwerdeyên Weqfa Jina Azad dibe û wiha got: “Min gelekî sûd ji semîneran girt, bi riya van semîneran min civakê nas kir û hemû tiştên veşartî yên ku nayên vegotin min dîtin. Her wiha ez tevlî perwerdeyan bûm ji bo zêdetirî pîşeyek fêr bibim û ji dema xwe ya vala sûdê bigrim.”