Stenbol ji bo jinên ji Komara Îsalmê direvin cihê perîşaniyê ye
Stenbol diviyabû ji bo gelek jinên Îranî cihekî bi ewle û azad be lê ji bo hienkan bûye cihê nediyar, xebata ji derveyî qeydan, zextên psîkolojîk û bêewlehiyê, koçberî, li şûna rizgariyê, dibe ezmûneke zor û bêdawî.
NEDA OMÎDVAR
Stenbol – Barana biharê li kolanên Aksarayê dibare. Jineke ciwan bi çaketê reş ê kurt û çenteyek piçûk bi kameraya kevinbûyî, li ber firoşgeheke guhertina pereyan radiweste û her dem telefona xwe kontrol dike. Çend metre dûr, du jinên din bi bêdengî, kurt û bi baldarî bi Farisî diaxivin, ditirsin hinek dengê wan bibihîsin. Di nihêrîna pêşîn de, Stenbol heman bajarê ku her dem zindî ye, tevgera geştiyar, ronahî, kafe, keştî, muzîk û trafîka bênavber lê heye. Lê belê li pişt vê dîmenê zindî, bajarekî din heye; bajarekî ku jinên ji Îranê di navbera rizgarî û wêrankirinê de mane.
Neçar man welatê xwe biterikînin
Bi bawilên nîvî, çend hezar dolarên deynkirî û pasaportên ku ji belgeyên rêwîtiyê bêhtir dişibin bilêtên awarte ji Îranê derketin. Hinek ji wan piştî xwepêşandanên Çileya 2026’an ku kolan veguherandin qada zilm û girtinê; hinek ji wan piştî serhildana ‘Jin jiyan, azadî’ hinek ji wan piştî gazîkirin û zextên ewlehiyê û gelek ji wan piştî şerê Îranê bi Îsraîl û DYE’yê re, dema ku aboriya welêt a jixwe hilweşiyayî gihîşt ber hilweşînê û hesta bêewlehî, bêhêvîbûn û bêçaretiya civakî ji her demê bêhtir bû ji welatê xwe derketin.
Rawestegeha ber bi Ewropayê ve
Ji bo gelekan, Stenbol ne ji bo jiyanê bû, tenê korîdorek bû, rawestgehek kurt di riya ber bi Ewropayê ve ye. Elmanya, Fransa, Siwêd, Hollanda, Kanada, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hwd. Lê ev korîdor bûye hucreya zindanê. Di yek ji van malên hevpar de Elham.Q, 34 salî, ji Kerecê, bi du jinên din re di odeyek li qata erdê de dijî.
‘Min digot qey ez ber bi azadiyê ve diçim’
Elham diyar dike ku pergala germkirinê bi rêkûpêk naxebite nîvî dîwar bi rutubet e û wiha didomîne: “Roja yekem dema ku min Îranê terikand, min hîs dikir ku ez ber bi azadiyê ve diçim. Niha, piştî mehan, ez hîs dikim ku tenê girtîgeh hatiye guhertin; li wir dîwar hebû, li vir bêpere me. Ev peyv bi awayên cuda ji devê gelek kesan derdikevin. Em fikirîn ku em ê derbas bibin lê em asê man.”
Li Stenbolê asêmayîn ne tenê tê wateya derengxistina rêwîtiyê, tê wateya ketina nava jiyana bêîstîqrar, bê stargeh û bêhêvî. Elham dibêje: “Li taxên erzan ên Fatih, Aksaray, Esenyurt û Zeytinburnu, apartman hene ku her odeyek wan çend jinên Îranî lê dijîn; jinên bi çenteyên ku her dem nîv vekirî ne, belgeyên ne temam û telefonên wan bi şev û roj vekirî ne da ku kar bibînin, qaçaxkaran bibînin, an jî tenê agahiyên li ser pêşerojê bigrin. Lê di hinek ji van malan de, li bendêmayîn ne tenê bi riya kar û derketinê sînordar e.
Di xaniyek hevbeş ê li Zeytûnburnuyê de, çar jinên Îranî, carna heta deh kes, bi leptop û telefonên ku her dem vekirî ne re dijîn; hema bibêje roja xwe bi lêgerîna xebatên li derveyî welat diborînin, berê xwe didin malperên medyaya dîjîtal, bang dikin, beşdarî weşanên zindî dibin, bi hêviya ku deriyek ji bo wan ber bi Ewropa û Emerîkayê ve vebe. Di van odeyan de siyaset ne tercîheke zanabûn e, awayekî din ê rizgariyê ye. Ji aydiyeteke civakî zêdetir, ji ber bêçaretiyê berê xwe didin van karan. Saziya medyayê ferq nake lê her qelsbûna zihnî, daxwazên ku nediyar in wê çêbibe asê dibin.
Bi şûştina firaqan debara xwe dike
Meryem.N a 31 salî, berê li beşa îdarî ya şîrketeke sîgortayê ya taybet li Tehranê dixebitî. Niha li xwaringeheke Îranê ya li Fatîhê firaqan dişû. Destên wê ji deterjanê hişk bûne, her dem krema destan lê dide û bi awayekî obsesîf destê xwe li hev dide û dibêje: “Li Îranê, qet nebe min digot pêşerojeke min heye, her çendî xirab be jî. Li vir, her roj ez tenê difikirim ka ez ê kiriya odeyê çawa bidim.”
‘Bêyî derman kes nikare razê’
Li maleke hevbeş a li kêleka derî, jineke ciwan bi zarokekî sê salî re dijî. Kurê wê piraniya rojê bi tableteke vala ya ku tenê bi wêneyên kevin tijî ye dilîze. Dayîka wî dibêje ku ew ji bo pêşeroja zarokê xwe hatiye û wiha didomîne: “Min digot em ê tenê çend mehan li vir bimînin û dûre biçin. Niha hevjînê min li riyek digere ku vegere û ez naxwazim vegerim. Hevjînê min bi şev di şirînxaneyek de dixebite û rojên xwe bi bêxewî û fikaran derbas dike. Bi mehan e bê girtina dermanê aramiyê kes nikare razê di gelek ji van malan de derman weke nan û çay ji rêzê bûye.”
Jinên ku bi şev ji tirsa pêşerojê şiyar dimînin, li ser kirê difikirin, kabûsên li ser vegerê dibînin, sibehan bi çavên werimî û ruhê nîvmirî dest pê dikin lê belê yên ku van karên bi westan nabînin hene.

Bêçaretî her diçe mezin dibe
Elham behsa jinek ku zêrên xwe firotiye dike û dide zanîn ku ji bo bi keştiyê biçe Yewnanistanê zêrên xwe firotiye lê di kêliya dawî de ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye derbkirin û şûnde hatiye vegerandin û got: “Dema ew vegeriya, tenê li dîwar dinêrî. Sê rojan neaxivî û di dawiyê de got; ‘ez ê xwe bavêjim deryayê’.”
Ber bi fihûş û têkiliyên bazirganî û bazara veşartî ve tên kişandin
Rastî ew e ku jinên ji zordariya siyasî û aborî ya Komara Îslamê ya Îranê direvin, di navendên koçberiyê de ber bi bazara veşartî ya fihûş û têkiliyên bazirganî ve tên avêtin. Ev ne tenê çend rewşên takekesî ne; jinên ku pêşî di salonên por û malên giştî de xebitîn, dûre malan paqij dikin, dûre, ji ber ku nikarin mesrefê bidin, di dawiyê de ber bi ‘qezenckirina pereyan’ fihûşê ve tên kişandin.
Reyeke din a vegerê nabînin
Aliyê herî bi êş ew e ku gelek ji van jinan poşman in lê riyeke vegerê tune ye. Niha, di nava agirbesta nediyar a piştî şer de, veger tê wateya rûbirûbûna lêpirsînên ewlehiyê, girtinê û dibe ku werin darvekirin. Ji bo hinek kesan, veger tê wateya qebûlkirina têkçûnê, ji bo yên din tê wateya ketina nava deynan û ji bo hinekan jî tê wateya vegera heman hawirdora bê ewle ku ew jê reviyane. Ji ber vê yekê ji neçarî dimînin.
Ew li dijî heman gefê şer dikin
Gelek jin li xaniyên kirêkirî, kargehan û li kolanan behsa şermê dikin. Jinên koçber ên Îranî, nemaze heke bi tena serê xwe bin, pir caran ne wekî mirovên di rê de, wekî karkerên erzan, tiştek ku were destavêtin, an weke bedena were kirîn tên dîtin. Bi riya qanûnên cudakar, zexta civakî, dûrxistina ji kar û ewlekirina jiyana rojane, Komara Îslamê ya Îranê ne tenê jinan ji azadiyê, di heman demê de ji hêza plansazkirina pêşerojê jî bêpar kiriye. Di vê pergalê de, jinên Îranî neçar in di heman demê de bi cudakariya zayendî, bêewlehiya aborî, zordestiya çandî û gefên siyasî yên domdar re têbikoşin û encama vê erozyona kronîk daxwaza revê ye.
Hêviya jinan a ji bo jiyanê nemaye
Pirsa ku divê were pirsîn ev e: Çi pergala siyasî û civakî ye ku jinan digihîjîne wê astê ku tercîh dikin li cihê mayînê, li bajarekî biyanî di odeyên hevpar de bijîn, karên neqanûnî bikin, bêmal bimînin, çalakiyên siyasî yên bêpere bikin, dermanên aramker bi kar bînin, an jî fihûşê bikin?
Bersiv eşkere ye: Komara Îslamî ya Îranê ne tenê jinan bi riya dewriyeyan, girtîgeh û darizandinan kontrol kiriye; wan ji asoyên jiyana wan jî dûr xistiye. Bi salan cudakariya zayendî, hîcaba bi zorê, sînordarkirinên kar, tepeserkirina xwepêşandanan, lêpirsînên ewlehiyê, krîza aborî, enflasyon, bêkarî û dûre jî şer. Komara Îslamî ya Îranê nifşek jinên xwenda û serbixwe yên ku jiyana normal dixwazin neçar kiriye ku di navbera du vebijarkan de bimînin û li malê birizin an jî biçin û li sirgûnê birizin. Ev ne hilbijartineke rastîn e, formulasyoneke siyasî ya ji ber rewşa bêçare ya ferzkirî ye.
Herêma perîşan a bêdeng
Di avahiyek wisa de, koçberiya jinan êdî ne biryarek kesane yan jî daxwazek ji bo jiyana çêtir e; şêweyeke din a reva ji dorpêçkirinê ye. Reva ji pergaleke ku jinan ne weke welatiyan, weke tiştên kontrolkirî destnîşan dike. Lê trajediya wê ev e ku ev rev gelek jinan ne ber bi azadiyê ve, ber bi herêmeke bêqanûn a e perîşan ve dibe. Îro, Stenbol tijî jinên ku berhema rasterast a vê zilmê ne ye; jinên ku ji hêla Komara Îslamî ve ji malên xwe hatine derxistin gelek in. Têkçûna li vir ne tenê têkçûna projeyek koçberiyê ye, têkçûna mafê bingehîn ê mirovî û mafê pêşerojê ye.
Bi şev, dema ku çirayên keştiyan li ser Bosfor û Kolana Îstîklalê dibiriqin û kafeyên qerebalix bi ken û muzîkê tijî dibin, li başûrê bajêr ode hene ku jinên Îranî li serbanî dinihêrin, kirê, cihê mayînê, xwarin, dermanên sibê û bihayê ku her roj ji beden û giyanê wan tê stendin hesab dikin. Ji bo van jinan, Stenbol ne bajarekî derbasbûnê, atolyeya bêdeng a hilweşînê ye ku xewna rizgariyê her roj hinek din direvîne.