Li Abçakana Efganistanê jin çîrokên berxwedan û hêviyê vedibêjin
Li Navçeya Abçakana bajarê Logara Efganistanê, nebûna perwerde, xizmetên tenduristiyê û derfetên aborî jiyana rojane ya mirovan dijwar kiriye. Li wir jin, tevî salên bêparî û tecrîdê, çîrokên berxwedan û hêviyê vedibêjin.
BAHARAN LAHÎB
Logar – Dema ku em ji Navçeya Çahar Asiab derbas dibin, em digihîjin Parêzgeha Logar, yek ji parêzgehên herî qelebalix. Berî darbeya 1978’an, li vê parêzgehê hejmareke mezin ji mêr û jinên xwenda hebû. Mixabin, di dema şerê berxwedana Gulbedîn Hîkmetyar a li dijî Rûsyayê de, li vê herêmê mîna li Navçeya Çahar Asîab, bandora herî zêde hebû. Wî hewl da ku kesên xwenda bi kuştin û windakirinê ji holê rake û li şûna wê ciwanên nezan û nexwenda ji bo berjewendiya xwe bikar bîne.
Duyemîn kana sifirê ya cîhanê li vir e
Xelkê Parêzgeha Logarê bi Peştuyî û Darî diaxivin. Mîna deverên din ên Afganistanê, niştecihên vê axê ji bo debara xwe bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê re mijûl dibin. Ev parêzgeh wekî yek ji herêmên herî sar ên welêt tê hesibandin û axa wê bi madenan dewlemend e. Di nav de sifirê Aynak, Qader Maşang û grafît hene. Li gorî lêkolîneran, kana sifirê Aynak wekî duyemîn mezintirîn kana sifirê li cîhanê tê zanîn, ku rûberek nêzîkî 800 hezar kîlometreqare digre nav xwe. Mixabin, di 46 salên bêaramiyê de ev çavkanî her gav ji hêla hikûmetên girêdayî ve hatine talankirin.
Gurên birçî carna dadikevin û êrîşî heywanan dikin
Bi berdewama rêwîtiyê re, em çûn yek ji navçeyên herî dûr ên vê parêzgehê, Abçakana li nêzî Pakîstanê ye. Dema ku gihîştin, bêdengiyek giran hebû; dengê zarokan jî nedihat bihîstin. Piraniya niştecihên vê herêmê bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê re mijûl dibin, lê keriyên wan li dora xwe nedihatin dîtin. Dema ku me sedema wê pirsî, wan got ku ji ber cihê çiyayî yê herêmê ye, carinan gurên birçî ji çiyayan dadikevin û êrîşî heywanan û heta zarokên li derveyî malê dikin; Ji ber vê sedemê, mirov kêm caran li derve tên dîtin.
Di malek de du mêr du jin û 15 zarok
Em çûn mala Fatima Rehmet û Makkî Rehmet. Ew jintiyên hev bûn û di maleke hevbeş de dijiyan. Xaniyên gelê Abçakan ji heriyê û daran hatine çêkirin. Dema ku em ketin hundir, Mekkî bi germî pêşwaziya me kir. Niştecihên herêmê bi piranî bi zimanê Peşto diaxivin. Piştî ku em di odeyê de rûniştin, çend kêlî şûnda firavîn û çay ji me re anîn, ji ber ku em ji dûr ve hatibûn serdana wan. Mekkî, diya 5 kur û 5 keçan e. 4 keç û kurek jî yên Fatîme hene. Di dema xwarinê de, Fatîme ket odeyê; jineke dirêj bi cilên gelêrî. Piştî silavkirina me, pirsa wê ya yekem ev bû ka em xwendin û nivîsandin dizanin an na. Dema ku wê zanî ku em xwenda ne, wê bi kenek razî got, "Pir baş e."
‘Ev hemû pirsgirêk ji ber nexwendina li herêma me ne’
Fatîmeyê ji me re got “Li herêma me ji bo keçan ti tesîs tune; dibistan tune. Tenê klînîkek heye ku jinên ducanî dikarin biçin wir. Ji bo nexweşiyên din dermankirin tune. Ji bo xizmetên tenduristiyê yên herî bingehîn ji bo xwe û zarokên xwe, divê em biçin paytexta parêzgehê, Pul-e-Alam. Ew jî, ger ku mêrên di malbatê de destûrê bidin me.”
Dema ku berê xwe da Mekkî, wiha got: “Ji bo jinan dibistan tune û kur tenê heta pola 8’an dixwînin. Em hemû nexwende ne û bijîşk tune. Ji ber vê yekê, Mekkî 12 zarok anîne dinyayê, du ji wan berî ku ducaniya xwe temam bikin mirin. Ev hemû pirsgirêk ji ber nexwendina li herêma me ne."
Navê Abçekan ji ku tê?
Dema me li ser debara wan pirsî, Mekkî diyar kir ku piraniya ciwanên wan bi zehmetiyek mezin çûne Erebistana Siûdî an welatên Ewropî da ku bixebitin. Mekkî ragihand ku ew bi şev û roj dixebitin da ku pereyan ji wan re bişînin da ku bikaribin debara xwe ya herî kêm bikin û wiha domand: “Herêma me zivistanê pir sar û havînê pir germ e. Herêma me ne ewqas xirab e ku tesîsên wê tunene. Av her gav ji çiyayê nêzîkî me diherike, ji ber vê yekê wan navê herêmê Abçekan danî. Bi alîkariya mirovan, di malan de şûşe hatin danîn. Em tenê rojê saetek av digirin, ji bo ku em wê depo bikin.”
‘Ev 6 sal in ku min malbata xwe nedîtiye’
Piraniya axaftinê ji hêla Fatimayê ve hat kirin. Jinek henekbaz û enerjîk ku bi aramî û bi ken bersiva her pirsekê da. Fatîmeyê da zanîn ku malbata wê li Pakîstanê dijî û wiha domand: “Bav, dayîka min û em, zarokên wan, li wir ji dayîk bûn. Ji ber pirsgirêkên ku derketine holê, ev 6 sal in ku min malbata xwe nedîtiye. Ew bi dersînorkirinê re rû bi rû ne û ji bo wan zehmet e ku tevahiya jiyana xwe berdin û li Efganistanê ji serî de dest pê bikin."
Jinên ku, tevî sînordarkirinan, hîn jî dikenin û dev ji jiyanê bernadin
Çîroka jiyana li navçeya Abçekanê, nîşan dide ku çawa salên şer, xizanî û paşguhkirinê mirovên van deveran ji mafên mirovan ên herî bingehîn bêpar hiştine. Nebûna perwerde, xizmetên tenduristiyê û derfetên aborî jî bi giranî pêşeroja nifşên pêşerojê tehdît kiriye. Tevî van hemû zehmetiyan, ruh û hêviya berxwedêr a mirovan, nemaze jinan, berbiçav dimîne. Jinên ku, tevî sînordarkirinan, hîn jî dikenin û dev ji jiyanê bernadin.