Rewşa giştî ya li Îranê dibe sedema bûyerên xwekuştinê
Zêdebûna zextên aborî, bêaramiya siyasî, şer û tepeserkirinê civaka Îranê bi krîzên psîkolojîk û civakî re rûbirû hiştiye. Li gorî pisporan, ev rewş dikarin bêhêvîtî û westandina derûnî zêde bikin û xetera xwekuştinê zêdetir bikin.
ZÎLAN ATAMANÎ
Urmiye – Li Îranê bi zêdebûna zextên k udi her warî de didomin bûyerên xwekuştinê zêde dibin. Xwekuştin diyardeyek pirfaktorî ye. Lê belê li Îranê îro, ev diyarde herî zêde ji rewşa siyasî û aborî bi bandor dibe.
Xwepêşandanên berdewam, nemaze serhildan û xwepêşandanên Çileya sala 2026’an, digel şer û zextên aborî yên zêde, di civakê de travma û hestên tevlihev çêdikin. Ev rapor kurteya tiştên ku divê li ser krîza heyî ya di civaka Îranê de werin gotin lê sansura sîstematîk û tepeserkirina navxweyî rê li ber refleksa wê girtiye nîşan dide.
Statîstîkên bêserûber û pirsgirêka veşartî
Gihîştina îstatîstîkên rast li Îranê hema hema ne mumkin e. Pirsgirêka nezelal a li dora îstatîstîkan di deh salên dawî de rê li ber eşkerekirina rastiya gelek krîzan, wekî xwekuştinê, girtiye û li gorî rastiyên heyî, îstatîstîkên ku bi fermî hatine weşandin dûrî rastiyan in.
Lê belê li gorî îstatîstîkên ku ji aliyê saziyên cuda ve hatine weşandin, li Îranê di deh salên dawî de diyardeya xwekuştinê ji sedî 70 zêde bûye. Xebatkar Aylar M. diyardeya xwekuştinê wekî rewşeke krîtîk bi nav dike û zêdebûna wê wiha destnîşan dike: “Xwekuştin di her temenî de çêdibin û di salên dawî de, zarok zêdetir xwe dikujin. Hewldanên xwekuştinê di nava jinan de pirtir in lê mirina ji ber xwekuştinê di nava mêran de pirtir in ji ber ku rêbazên hatine hilbijartin kujertir in.”
Hevpeyvînên bi çavkaniyên herêmî yên curbecur li nexweşxane û klînîkên li parêzgeha Urmiyeyê re hatine kirin, eşkere dikin ku rojane bi navînî zêdetirî 15 hewldanên xwekuştinê li bajarên cuda yên parêzgehê tên tomarkirin û tenê di du hefteyên dawî de bi qasî 10 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin. Ev dane, li gorî nifûsê, dikare nîşaneya krîzê be. Li gorî saziyên fermî, di salên dawî de, herî zêde bûyerên xwekuştinê di nava karkeran de hatine tomarkirin, di heman demê de herî zêde hewldanên xwekuştinê di nava jinên malê de hatine tomarkirin.

Di civakê de xwepêşandan û travmaya girseyî
Diyardeya xwekuştinên girseyî dikarin yek ji encamên travmaya girseyî bin. Travmaya girseyî dema ku mirov ji bo demek dirêj rastî travmaya psîkolojîk û yên din tên çêdibe. Xwepêşandanên Çileya sala 2026’an ên li Îranê, qutbûna înternetê û bêaramiya di hemû warên jiyanê de dikarin wekî mînakên bûyerên ku dibin sedema travmayê werin nîşandan.
Derûnînas Narîn G. ku travmaya girseyî li Îranê vedibêje, wiha tîne ziman: “Li Îranê, travma rewşeke tevlihev û berdewam e. Pêdiviyên bingehîn ên mirovan, wekî ewlehî û heta xwarinê, di bin zextên aborî û siyasî de di xeterê de ne. Xwepêşandanên li dijî hikumetê dikarin bibin sedema windakirina pêdiviyên bingehîn û bêguman ên jiyanê. Ji ber vê yekê, hesta xeterê jî pir zêde û domdar e. Mirov bi piranî tu sazî yan desthilatdariyê wekî parêzvanên xwe nabînin û dema ku ew bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin, ne tenê xwe tenê hîs dikin, hikumet jî li hemberî êşa wan li dijî wan e.”
Narîn şert û mercên piştî komkujiya xwînî ya 2026’an jî wekî yek ji pirsgirêkên herî girîng û berbelav dibîne û wiha dibêje: “Tevahiya civakê, heta kesên ku bi fîzîkî di xwepêşandanan de amade nebûn jî êşê dikşînin. Hestên bêhêvîtî û bêçaretiyê piştî komkujiyeke ewqas berbelav dikare pir wêranker be û xwekuştin yek ji encamên wê ye.”

Şer û bêîstîqrariya aborî
Yek ji encamên gengaz ên westandina psîkolojîk, bêhêvîtî û hilweşîna piştgiriya civakî ya ku di şerê dawî û bi taybetî bêîstîqrariya aborî ya heyî de tê dîtin, xwekuştin e. Destpêkirina şer, digel zêdebûna enflasyonê û nerazîbûna siyasî, ji bo gelek kesên ku li dijî hikûmetê xwepêşandan kirin, bûye sedema rewşeke dualî. Jina bi navê Kimia.D. ku gotinên wê dibe nîşaneya hestên ku ji hêla gelek kesan di civakê de têne jiyîn bin, li ser vê mijarê wiha dibêje: "Şer pir xemgînî ye lê piştî xwepêşandanan ez nekarim hestên xwe bi tevahî pênase bikim. Ez kêfxweş bûm ku min dît hikûmetek dîktatorî qels dibe lê nebûna piştgiriyê, xeterên jiyanê di dema şer de yan êrîş, an êrîşên ji hêla sîxurên hikûmetê ve, fikara min zêde kir. Niha, ji ber ku rewşa heyî didome û nezelalî zêde dibe, hêvîkirin ne hêsan e, nemaze ji ber ku krîzên aborî ji her demê xirabtir in.”
Di encamê de, tiştê ku di vegotinên takekesî û ravekirinên pisporan de dubare dibin, wêneyek civakê ye ku bi krîzên hevdem û lawazker re rû bi rû ye. Ji bêewlehiya siyasî û aborî û şer bigre heya tepeserkirin, bêîstîqrarî û windakirina hêviyên pêşerojê. Xwekuştin nikare bi faktorek tene ve were girêdan lê berdewamiya van zextan dikare rîska xwekuştinê bi zêdekirina bêhêvîtiyê, westandina psîkolojîk û qelskirina piştgiriya civakî zêde bike. Di bin van şert û mercan de, veşartina statîstîkan û sînordarkirina îhtîmala diyalogê li ser vê diyardeyê beşek ji tepeserkirin û domandina krîzê ye; ev krîz bi tenê bi dermankirina takekesî nayê çareserkirin û guhertinê di hemî aliyên civakê de hewce dike.