“Piştî temenê 50 saliyê bi şoreşê re gihiştim xewnên xwe yê xwendinê”

Îsaf Belîlo derbarê ezmûna xwe ya vegerandina xwendinê piştî nevberke zêdetirî 30 salan dibêje ku destpêka serketinê hinekî dijwar e û hewcehî bi enerjiya pêwîst ji bo berdewamiyê heye.

RENÎM EL- EHMED

Reqa -  Keça bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhelatê Sûriyê Îsaf Belîlo a 50 salî tevî temenê xwe yê mezin jî biryar da ku xwendina xwe bidomîne. Dema di 27' Mijdara 2021'an de ji aliyê Rêvebriya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li bajarê Reqayê Zanîngeha El-Şerq hate avakirin, ji bo ku Îsaf Belîlo xewna xwe temam bike serî li Desteya Perwerdê da û serlêdana wê hat pejirandin.

Îsaf Belîlo got ku wê demek dirêj dev ji xwendinê berda û hêviya xwendinê ji ber ku şert û mercên zor ên rêgirî kirin, tayîbetî jî zewac û ev tişt lê zêkir: "Ji ber karê hevjînê min em ji bajêr koçî gundam bûm. Ev fikir dihate paşxistin lê berdewankirina xwendina Zanîngehê di xwenên min de ma, ji ber wê jî di wan salan de min mamostehî kir. Vekirina Zanîngeha El- Şerq li bajarê Reqayê ji bo xwendekarên ku dûrî xwendina xwe ketine derfedtek da ku bikarin xwendina xwe biqedînin. Min belgeyên xwe yên xwendinê radestî Desteya Perwerdê kir û ji aliyê şaxa perwerdê ve wekî mamostayek polê, tevî qursa zimanê Îngilîzî hatim qebûl kirin. Di encama ezmûna min a di warê hîndekariyê de pêdiviya min bi perwerdehiya akademîk heye ku agahiyên xwe bihêztir bikim da ku di pêşerojên min dayî pêşiya xwe de xwendekarên min bikarin sûdê jê bigirin.”

"Bi saya şoreşê gihiştim xewnên xwe"

Îsaf Belîlo da zanîn ku xwena wê li zanîngehê tenê namîne pilanên wê yên pêşerojê yê xwendina bilind jî hene û wiha domand: "Civak di nav salên dawî yên şoreşê de pêşektiye. Tayîbetî di aliyê jinê de guherînên berbiçav çêbûne, ji ber vê yekê keçên mîna min li benda xwendinê karîn li gorî xeyalên xwe bixwînin. Ez jî yek ji wan bûm, tevî temenê xwe yê mezin jî ketim peyî xeyalên xwe. Despêka şoreşê ez li bajarê Laziqiyê bûm piştî ku ez çûm Reqayê min jîngeheke ji jîngeha xwe ya ku têde jiyam cudatir dît, min dît êdî jin bi rehetî dikarin tevlî her karî bibin. Ji ber piraniya keçên ciwan zehmetî di çûnûhatin û xwendinê de dikişînin, ji bilî kêmbûna zanîngehan li Reqayê gelek keçên ciwan xewna xwe ya qedandina xwendinê winda kirin û ji bêhêvîtiyê zewicîne û bûn dayikên zarokan. Piştî dûrketineke ku ji çaryek sedsalê zêdetir dom kir em dawiyê bi şoreşê re gihan xewnên xwe û me xwend. Divê dijwarî mezin bin heya mirov bigihe serkeftinê. Hevrêziya di navbera xebatê de ew e ku ez li ser xebitîm da ku wextê xwendinê bibînim."

"Min û xwendekarên xwe bi hev re zanîngeh xwend"

Îsaf Belîlo diyar kir ku çuna zanîgehê û di nav xwendekrên ku hîn ditemenê 20 salî de hinek zor bû ji bo yekî temen mezin û wiha got pêde çû: "Ez despêkê ji fikiria cûdhiya temenê di navbera min û xwendekarên zanîngehê de ditirsiyam lê dema ku min dest bi xwendina dersan kir min alîkariya mezin ji wan wergirt û hevakriya xebatkarên zanîngehê dît, tesadufeke xweş e ku bi xwendekarên ku berê ders dayî wan re dixwînim. Hinek zoriyên xwe jî hebûn tayîbetî jî ez ji aliyê hin kesên mejî girtî ve dihatim rexnekirin, beramberî wê jî min piştgirî ji malbata xizim û hevalên xwe dît, vê yeke hêz dida min."

"Jin di qonaxa avakirian civakê ye"

Îsaf Belîlo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku jin mînaka zanist û pêşketinê ye û wiha domkir: "Dema ku fêr bibe, çanda xwe berfereh bike, kesayeta xwe xurt bike û bikeve qada jiyanê, dibe hêzek mezin û hêmanek bi bandor di civakê de ev yek pir girîng e ji ber ku em di qonaxa avakirina civaka xwe de ne."

"Ji ber urf û adetan gelek keç ji xwendina xwe bê par dimînin"

Seroka Beşa Zanistên Civakî û Berdevka Ofîsa Jinan a Zanîngeha  El-Şerq Newroz Muslim jî diyar kir ku rewşa Îsaf Belîlo cuda ye wê xewnên xwe yên xwendinê anîn cîh, jinên weke wê serkeftî hene. Newroz Muslim ji jinên ku hatine astengkirin xwest ku perwerdeya xwe temam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek keç ji ber urf û adetan êşê dikşînin û nikarin sefer bikin, ditemeke biçûk de têne zewiscandin û karê wan tenê bi kirina karê malê re sînor dar dimîne. Hewceye hem jinên ciwan vê yekê ji xwe re nepejirînin û hem jî malbatên wan zoriyê li ser nekin. Îsaaf Blîlo li gel ku temen mezin bûye jî bi xwendina xwe ve girêdayî ye, ew xwendekarekî hêja ye. Em wek ofîsa jinan destê alîkariyê didin her jinekê ku bi xwaze xwendian xwe bidomîne."