Çalakvanên Lubnanî ezmûna Yekîneyên Parastina Jinê weke pêşengî binav kirin

Çalakvanên Lubnanî teqez kirin ku Yekîneyên Parastina Jinê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara cihgirtina li eniyên pêş ji bo rizgarkirina jinan dane û da zanîn ku divê cîhan wan ji xwe re bike nimûne û ji ezmûna wan sûdê bigre.

CAROLÎN BAZZI

 Beyrûd- Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka damezrandina xwe ve di sala 2013'an de, heta niha, ji bo parastina xwe û civaka xwe li kêleka Yekîneyên Parastina Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têdikoşin û dikevin şerên dijwar. Her wiha ew ji bo ku jinan ji teror û zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin kar û xebatên xwe didomînin.

"Yekîneyên Parastina Jin îsbat dikin ku jin dikarin rêveberiya welat û civakê bikin"

Endama Meclisa Jinên Demokratîk û çalakvana Meclisa Jinên Demokratîk Maha Namûr li ser Yekîneyên Parastina Jinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re wiha got: "Jinên Yekîneyên Parastina Jin têkoşer in. Ji bo azadkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryar dan ku di eniyên herî pêş de cih bigrin. Ev yekîne derketin ji bo ku îspat bikin jin dikarin welat û civakê bi rê ve bibin, ev fikra bingehîn a avakirina yekîneyan e, zêdebarî hêza van jinan heye ku çekê bigrin û ji bo axa xwe şer bikin.

Maha Namûr her wiha vê yekê da zanîn: "Ezmûna jinan li bakur û rojhilatê Sûrieyyê gelekî girîng e û li ser îmkana giştîkirina yekîneyên parastina jinan li herêma me ya Ereb yan jî li cîhanê, ez difikirim ku her gelê rastî çewisandinê tê, normal e ku bi  mekanîzmayên berxwedanê bifikire. Ev mekanîzma bi awayên xwe, di navbera xebata berxwedaneke leşkerî, xebata berxwedaneke sivîl û rewşenbîrî de ji hev cihê dibin û ev jin dikarin vê rolê bilîzin ji ber ku herî zêde nêzî civak û gelan in û herî zêde nêzî malbatê ne.”

 "Bi naskirina Yekîneyên Parastina Jinê re me fêm kir ku parastina xakê tê çi wateyê"

Çalakvana siyasî û namzeda parlamentoyê Nemat Bedr El-Dîn behsa serdana xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera salên 2018-2019’an de dike ku tê de Yekîneyên Parastina Jinê nas kiriye û wiha got: "Di navbera salên 2018-2019'an de me serdana kantonên Qamişlo û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û me jinên Kurd li wir nas kir. Di destpêkê de me şervanên jin ên ku ji me re serpêhatiyên xwe û çawaniya parastina xaka xwe vegotin nas kir. Di gera xwe de me serdana navenda leşkerî ya ku tê de şervanên jin hene kir, me bi rojnivîskên wan û erkên ku li ser milên her yek ji wan hatiye danîn ew nas kirin û em gihîştin wateya parastina xaka xwe. Di serpêhatiya duyemîn de me bi jinên di komîteyên tax û şaredariyan de û yên di nava Meclisa Sivîl de hevdîtin pêk anî. Me weke şandeyeke çapemeniyê ya jinan û aktîvîstên siyasî di serdana xwe de dît ku jin li tax û şaredariyan pêşeng in û hewl didin bi her awayî parastina tax û bajaran di warê leşkerî de bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Nemat Bedr El-Dîn ev yek anî ziman: "Em fêrî serpêhatiya sêyemîn a pir girîng bûn ku ew jî 'Gundê Jinan' e. Jinên ku rastî şîdeta nava malê, destavêtin an jî curbecur şîdetê tên, erdek ji wan re tê dayîn ji bo ku malên xwe ava bikin û li ser çandiniyê bikin, piştre difroşin û li vî gundî ji aliyên cuda ve tên parastin.”

"Li ser ezmûna Yekîneyên Parastina Jinê reşkirina medyayê heye"

Damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûneke pêşeng e û ez difikirim ku medyayê di destpêka şerê Sûriyeyê de û dema ku bêhtir giranî dida êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ronî da ser van fedAkariyan û navên wan wek model girtin. Piştî ku medyaya siyasî û armanckirî bi dawî bû, cîhanê çavên xwe li vê ezmûnê girt.

Nemat Bedr El-Dîn bal kişand ku dema vegeriyane Lubnanê, pêwendî bi desteya Neteweyên Yekbûyî ya jinan û rêxistinên din re daniye û wiha domand: "Me ji wan xwest ku piştgiriyê bidin van yekîneyan û wan bidin naskirin. Çawa ku niha jinên Ukraynayî û yên din tên destekirin, jinên Filistînî û jinên Kurd jî xwedî sedemên rast in û bi têkoşîna xwe hewl didin ax û nasnameya xwe biparêzin lê di siyasetê de ev mijar tê veşartin. Jin hene ku hin ceribandin afirandine tê de li ser Kurdan diaxivin.”

“Ew jinên ciwan di temenê gulberojan de ne”

Nemat El-Dîn wiha domand: “Em ji bendên kontrolê yên ku jin lê bûn re derbas bûn, me serdana navenda leşkerî jî kir ku tê de perwerde didîtin, xwarin dixwin û dema xwe derbas dikin. Şervanên jin, li gel şerî ku dimeşînin jî ji ruhê jinbûnê dûr neketine, dijberî wê zêdetir bi reng û hestên xwe têdikoşin. Ew bi aramî, bi dengekî nizm diaxivin. Ez bi dîmen, bi sohbetên wan, bi dilnizmî û rengê wan ê qehweyî yê ku ji ber tîrêjên rojê guherîbû pir bi bandor bûm.”

Di dawiya axatina xwe de Nemat Bedr El-Dîn wiha dibêje: "Ew jinên ciwan in di temenê gulberojan de ne ku rewşê û doza wan a welat ew neçar kirine ku ewlekariya xwe biparêzin, çi ji êrîşên DAIŞ’ê çi ji yên Tirkiyeyê. Doza wan hişt ku ew her dem amade bin xizmeta doza xwe bikin her yek ji wan, bêyî ku rola zayendî bilîzei di xizmeta doza xwe de ye.”