Penceşêra malzarokê jinan dikuje

Yekitiya Libyayê ya kontrolkirina penceşêrê ji bo parastina jinan ji pênceşêra malzarokê kampanyayek li ser elektironîkê dan despê kirin.

IBTÎSAM AXFÎR
Binxazî - Penceşêra malzarokê çaremîn curê nexweşiyên pênceşêrêye ku di nav jinan de belav dibe. Li gor rapora Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê di sala 2018’an de nêzî 570 hezar jin li seranserî cîhanê bi nexweşiya penceşêrê ketine. 311 hezar jin jî ji ber pê nehesane ku nexweşiya penceşêrê pêre heye jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê sedemê jî her sal kampanya xweparastin û hişiyariyê tê ragihandin.
Li Lîbiyayê kampanya hişiyariya ji penceşêrê ji aliyê rêveberiya Yekîtiya Lîbya ya nexweşiya Penceşêrê di sala 2012’an de hatî damezirandin despê kir. Di derbarê vê kampaniyê de ajansa me NUJINHA bi serokê Yekîtiyê Dr Muhemed Abo Bekir dîko û bijîjka jinan Aişa Hidudî hevdîtinek pêkanî .
 Di derbarê vê kampanyayê de Dr Muhemed Dîko got:  “ Em bi hemû cureyê penceşêran re eleqdar dibin. Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanê ji bo xweparastina ji nexweşiya penceşêrê  her sal kampanyayan li dardixin.  Li Libyayê ev kampaniya duyeme ji aliyê Yekîtiyê ve tê li darixstin. Ev kampanya jî ji ber belavbûna pandmiya Corone bi rêya elektironîkê ji bo pêşî li belavbûnê were girtin, me ev kampanya hişiyarîyê da destpêkirin. Kampanya bi amadekirina pirsnameyan bi 63 tîman li bajarên cûr be cûr bi rêya elektoronik li ser televizyon, radyo û malperên tora civakî me belav kir.”
‘Heta niha hêjmarek diyar nîne’
Li ser pirsnameyên ku di torên civakî de hatine belavkirin û rêjeya nexweşiya penceşêra malzarokê bizanin Dr Muhemed da diyar kirin ku: “Heta niha hêjmarek diyar nehatiye diyar kirin. Lê xuyaye ku jin di derbarê vê nexweşiyê de zanabûna wan nîne. Li ser pêşkêşkirina şîret û alîkariyên wê li ser rêjeya gîştî em dixebitin û hewildanên me ji bo çareserkirinê heye.” 
‘Penceşêra malzarokê di qonaxa dawî de diyar dibe’
Bijîjka jinan Dr Aişa Hidud bal kişand li ser nexweşiya penceşêrê û wiha got: “ Penceşêra malzarok yek ji nexweşiya herê zêde di nava jinan de belav dibe ye. Di destpêkê de ger em  baş temaşeyî cihê herikîna xwina jinan, cihê hêk û penceşêra malzarokê bikin, beriya ku veguheze penceşêrê diyar dibe. Penceşêra malzarokê berûvajî penceşêrên din tenê di qonaxên dawî de diyar dibe. Lê belê bi kontrokirina zû em dikarin bêjin nexweşiya penceşêra malzarok û memikan başdibe.”
‘Divê jin xwe kontrol bikin’
Dr Aişa Hidud da diyarkirin ku ji ber nexweşiyên jinan, divê jin biçin kilinikên jinan xwe bikin û wiha got: “ Divê jin kontrolên xwe dewam bikin û divê ne tenê di dema du caniyan de serlêdana klînîka jinan bike.  Divê jin di demên herikîna xwînê di dema têkîliya cinsî û  li hevketina dewrê her meh, êşa malzarokê ji bo kontrolkirinê xwe bigihîne bijîjkan.”
‘Divê kampanyayên hişiyarkirinê hin zêdatir werin xortkirin’
Herî dawî Aişa Hidudî Sedemên nexweşiya penceşêra malzarok û xwe parastina wê wiha rêz dike: “Qelewbûn, caxrekişandin û nexweşiya virûsê wek HIV/ADDS  û nexweşiya kezebê rê li nexwşiya penceşêra malzarokê vedike. Her wiha sedemên herî girîng û berbiçav yek jê enfeksiyona vîrûsa papilloma ye, ew jî bi rêya têkîliyên zayandî çêdibe. Ji %95’ê nexweşiya penceşêra  malzarokê ji ber bikaranîna dermanên dijî çêbûna zarokan çêdibe. Penceşêra malzarokê yek ji penceşêrên ku nîşanên guherînên histolojîk dide. Ev jî bi kontrolkirinê dikare were derman kirin, bi riya aşlakirinê jî jin dikarin xwe biparêzin ji ber ev nexweşî hin caran bi sal dom dike. Divê kampanyayên hişiyarkirinê hin zêdatir werin xortkirin û jin her tim xwe xwe kontrol bikin.”