Li Misrê daneyên kuştina jinan û tundiyê

Dosyeya şideta zewacê careke din li Misrê vebû. Piştî çîroka Nermîn, bûka 22 salî ku hevjînê wê li Şerqiyê di Çileya 2021’ê de ew şewitand. Ji ber ku ew di amadekirina çaya ji bo bavê wî de dereng mabû.

 
NERMÎN TARIQ
Qahîre - Li gorî rapora salane ya der barê şîdeta di nava jiyana civakî de ji hêla saziya Edrak a pêşketin û wekheviyê ve hatiye amadekirin; 133 bûyerên kuştinê û 34 rewşên lêdana bi tundî ku bûne sedema şikandina hestiyan û astengiyên bedenî rûdane. Di encama lêkolînê de diyar bû ku şîdeta malbatê ya di sala 2020’an de, zêde ne û ev hejmar ên hatine qeydkirin nîşan dide. 
Navenda Misrê ya mafên jinan teqez kir ku 5 milyon û 600 jin salane rastî şîdeta zewacê tên.
Li ser vê mijarê ajansa me bi komeke jinan re li ser serpêhatiyên wan hevdîtin kir. wan jinan ji me re ev ragihandin.
“Bavê min jî hevjînê min ê li min dixist mafdar derxist”
Eyde Ebd El Wahîd 36 salî ye ji Qilêyûbiye ye wiha got:  “Hevjînê min bi darekî li min da dema ku min serdana dayika wî red kir. Min nexwest biçima ba dayika wî lewre ji ber ku li ber xwişkên wî bi kîloyên min ên zêde henekên xwe dikir û dema min dev ji mala xwe berda û ez çûm mala bavê xwe, bavê min li ser girîngiya guhdarkirina hevjîn axivî û heq da wî."
“Pêrê min kêşa heta dexist”
Merwe Mehmûd a 30 salî li Qahîreyê dijî. Ew jî rastî lêdana hevjînê xwe hatiye ji ber porê wê yê spî û dibêje: "Piştî zewacê di nava du hefteyan de cara yekemîn porê spî di serê min de derket, hevjînê min porê min kişand heya ku jêbû û di nava destê wî de ma. Wî ez bi xapandinê sûcdar kirim, wî texmîn dikir ku min berî zewacê porê xwe boyax dikir lê ev ne rast bû dema ku min hewl da wî îqna bikim ku ev tenê tiştekî genetîk e lewre porê spî di serê dayika min de jî beriya ku ew bigihîje temenê sî salî derketibû. Ji min re got divê min ev tişt jê re beriya zewacê bigota, heya di mijarên din de jî carna li min dida, ji bo zêdebûna xwêya xwarinê yan jî dîtina toza li ser kursiyêkê.”
“Ji ber lêdanê guhên min giranbûn”
Sare Mihemed a 27 salî ya ji Qahîreyê jî çîroka xwe ya li ser cara yekê dema ji hêla hevjînê xwe ve rastî lêdanê hatiye wiha dibeje: "Min sîleyek ji rûyê xwe xwar ji ber wê min heya demekê deng nedibihîstin. Ji ber sedema ku hevalekî min telefonî min kir ji bo ku em der barê pirsgirêkek girêdayî kar de nîqaş bikin. Hevjînê min ez  bi bê şerefiyê sûcdar kirim, ruxmî ku debara malê bi pereyê min dibû. Di dema qedexekirina destpêka derketina vîrusa coronayê de ez çûm mala bavê xwe ji ber ku kar li mala min nedibû. Ango rojane diviyabû bi telefonê bi rêveber û hevalên xwe yên kar re ji bo meşandina xebatên xwe biaxiviyama. Min nexwest careke din ji ber lêdanê guhên min giran bibin nebihîsin."
“Ez li kolanê rastî lêdanê hatim”
Nede Ebd El Hemiy a 25 salî jî dibêje: " Ez li kolanê rastî lêdanê hatim û tu kesî hevjînê min nesekinand. Dema jineke teman mezin xwest wî bide rawestandin,   zilamekî axivî û got ew hevjîna wî ye û ji mafê wî heye ku wê terbiye bike. Sedema  lêdana wî ew bû ku bijîşkê zarokan ê ku em çûn gel wî ji bo zarokê me got sedema enfeksiyona ku di laşê zarok de çêbûye ji ber neguhertina binê zarok e.”
“Ji ber karê zêde nexweşiya min giranbû "
Xeda Yisra ya 40 salî ya ji Fiyûmê jî dibêje: "Min xizmeta bav, xwişk û birayên hevjînê xwe dikir û piştî nexweşiya min a şekir hêza min kêm bû, min xwest ez di malek taybet de dûrî malbatê bijîm ku pêwîstiya min bi xwedîkirina mirîşkan û pez hebû. Hevjînê min li min da û bavê wî ew teşwîq kir. Ez bi belavbûn endamên malbatê tewanbar kirim."
“Em ji bo zagonek nû amadekariyê dikin”
Ji bo şîdeta li ser jinan rêvebera kargêriya saziya Îdrakê ya ji bo pêşketin û wekheviyê, Necwe Remedan got: "Em ji bo zagoneke nû amadekariyê dikin ji bo bandorê li ser şîdeta malbatê bi awayekî giştî bike. Bi alîkariya komeke ji parêzerên jin ji bo ji cîgirên parlamentoyê yên jin re werin dayîn û em bi awayekî her dem bi cîgir Emîre Sabir û Reşa Feyêz re di têkliyê de bin. Em hebûna zagonek ku şer bi şîdeta malbate re dikin dixwazin. Heya vê kêliyê zilamê ku hevjîn an keça xwe ji bo di tevgerên wan de di gumanê de ye dikûje ji 10 salan salan zêdetir ceza nagire û hin zilam li hemberî dadê eşkera dibêjin ku wan li hevjîna xwe dane û ew kuştine. Ji bo ew di tevegra wê de di gomanê de bûne ji bo ku hukim li ser wî sivik bibe. Dawîanîna li şîdetê ne tenê hewcedariya derxistina zagonan dixwaze, em hewcedariyê bi mudexeleya civaka sivîl dibînin. Ji bo destpêkirina kampanyayên hişyarkirinê ji bo dev ji şîdet û destavêtina li ser jinê were berdan pêdivî bi civaka sivîl heye."
Emel Selem jî dibêje ku projeya zagona ku dê ji bo zilamê li hevjîna xwe daye pênc salan were birîn gavekî girîng e, hebûna zagoneke wiha peyamek hişyariyê ye ji bo her zilamê ku êrîşê hevjîna xwe dike.