Çîroka li bendê man û bêrîkirinên 28 salan

Saliha Kurt ya ku hevjînê wê Uzeyir Kurt berî 28 salan hatî girtîn û bi salane li benda edaletê ye dibêje; ‘Em bi ditina hestiyekê jî razîne.’

 
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed- Di malan, nava kolanan û gundan de dema kî dikirin bin çavan de winda dikirin û aqubetê wan sal derbaz jî bûn hîna nayên zanîn. Malbatên wana bê çare li bendê diminin. Çalakiya roja Şemiyê li Amed û Istanbulê malbatên windayiya resmên zarokên xwe dixistin hembêza xwe û ew bi bîr di anîn. Tenê daxazek wan heye ku yên berpirsyar bên darezandin. Yek ji wan windayiyan Uzeyr Kurt e.
Uzeyir Kurt ê ku  di 24’ê Mijdara sala 1993’an de li gundê Birike ya girêdayî navçeya Bismil a Amedê dijiya, di bin fermandariya yuzbaşi Izzet Cural de ji aliyê leşkeran ve li gund di ser de girtina mala mirovek yê wan de hat binçav kirin. Dema em tên roja 25’ê Mijdarê dayika Koçeri Kurt da ku çaket û gureyên kurê xwe biditê diçe mala lê mayî, dibine ku li ber derê malê hejmarek zêde leşker û çete kurê wê li gel xwe birin. Lê belê xwe negihand kurê xwe.
AHİM’ê Turkiye mahkum kiriye
Bi rojan Koçerî Kurt xeberek ji kurê xwe ne girt. Di 30’ê Mijdarê de serî li Serdozgeriye Komarê ya Bismilê da û pirsa aqubeta kurê xwe kir. Dozger got dayikê kurê te ji aliyê PKK’ê ve hatiye revandin. Pîştê vê dîrokê di 21’ê Adara sala 1994’an de Dozgeriya Komarê ya Bismilê li Koçerî Kurt geriya û gotê ji ber idaya ev seza ji hêla PKK’ê ve hatiye kirin, biryara bê peyweriyê da. Malbat ji ronikirina aqubeta Uzeyir Kurt di rêya qanuna hindirin bê par hat hêlan.
Di meha Gulanê de parêzer dosya ku amadekirin dan Dadegeha mafê mirovan ya Evrupa. Li gora AIHM’ê hevpeymana mafê miravan ya Evrupa tespit kirin; Uzeyir Kurt di 25’ê Mijdara 1993’an ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û biryar dan ku li gora madeyên 3-5-13 ev madeyane hatine ihlal kirin û ji ber vê yekê Tirkiye mahkum kir.
Mala me şewitandin em ji gundê me derxistin
Saliha Kurt diyar dike ku tevî mahkumyetên di qada qanunê de bi salane ji bo ji hevjinê xwe xeberekê biger e li ber pencera û li ber derê li bendê dimine û dibêje: “Hestiyek tenê ji hebe em ji dewletê dixwazin.” Saliha bi bîr dixe ku pîştî wê serdegirtênê min qet hevjinê xwe ne dîtiye û dom dike: “Wê şevê ser malan de girtin û ew birin. Çuyin ew bû ji wê rojê heta niha min qet ne ditiye. Wê demê kurê minê 40 rojî di destê min de bû. Malên me şewitandin û em ji gundê me derxistin. ji hevjinê min bigre qet tiştek ne hêlan ji minre. Destpêkê gotin di bin çavan deye, lê piştre gotin tunuye. Tenê hestiyek yê Uzeyir jî  me ne dîtiye.”
Zarokên min bi hesreta bav mazin bûne
Saliha Kurt bal dikêşe li ser xesiya wê ya bi temen bî wê halê xwe ve derî derî li kurê xwe di geriye û qet xeberek jê ne girt û rehmet kir, wê zarokên xwe bi salan bi hesreta bavê wan ew zarokan mezin kiriye û got: “Leşker û çeteyan ser malên me de girtin û hevjînê min birin. Dema wê rojê ew girtin me got wê di heman rojê de berde û vegere, lê ji wê rojê heta niha me ruyê wî ne dîtiye. Piştî salan derew li me kirin gotin me reviye çuye çiyê. Ne me cenazeyê wî dît û ne jî me zanî ku ew li kuderê ye. 28 sal derbaz bû. Me cenazeyê xwe ne dît, ji derveyî roniştina di malê de qet çareyek din ya me nîne. Ji yê ku çûne re kes tiştekê nake. Kesê serî ne rakir. Li ser vê re sal derbaz bûn tenê xwestekek ya min hebû ew jî ez cenazeyê hevjînê xwe bibinîm bû. Tenê hestiyek be jî ez wî hestiyî di xwazim. Herî kêm da ku ziyaretek ya wî hebe, da ez bi zarokên xwe ve biçim ser ziyaretê wî û bi kevirê ziyaret ez şîna xwe bikim. Dewlet çima vê yekê li me dike?  Ewqas êş ewqas sal zarokên min bi hesreta bevê xwe mezin bûn. Ez heqê xwe li kesê helal nakim.”