Nexweşên penceşêrê gotin ku ev nexweşî bi têkoşînê tê têkbirin

Ensaf Silêman şîret li jin û keçên bi penceşêrê ketine kir û got: "Ev nenexweşî ne dawiya dinyayê ye, dikare were gotin ku di jiyanê de dibe destpêkek. Ew ceribandinek e, tenê bi hêz bin. Ew qonaxek e û dê bi dawî bibe. Hûn ê cîhanê bi rengekî xweşiktir û cudatir bibînin, netirsin û mijarê bi hezkirin qebûl bikin.”

ÎNAS KEMAL
Qahîre- Tevî qonaxên dijwar ên penceşîra pêsîrê jî gelek jinên ku bi vê nexweşiyê ketin bi têkoşîna xwe baş bûn û derbasî qonaxek nû ya jiyana xwe bûn. Ji bo ku ji destpêkê ve ev nexweşî were tesbîtkirin û jinên tûşî wê nexweşiyê bûn perwerde bikin, piştgirî pêwîst e û  divê moralê wan bilind be.
Nêzî 13 sal berê, Ensaf Lebîb Silêman dît ku memikên wê ne di rewşek baş de ne, ji ber ku çermê singê wê kişiyabû û tiştek di hundirê wê de roj bi roj mezin dibû, beriya ku ew bizanibe, bi penceşêra pêsîrê ketiye, vê rewşê bala wê kişandibû. Lê di sala 2012’an de, wê amûrek ji bo "teşhîskirina zû ya penceşêra pêsîrê" dît û wan bi mamografiyê ew teşhîs kirin û piştî mehekê ew ji Enstîtuya Tenduristiya Jinan re hat şandin û hat diyarkirin ku wê sewqî Enstîtuya Onkolojiyê were bikin da ku bi derengî nekeve. Lê dîmenê qerebalix ê wê demê cesaret nedayê û vegeriya malê. Piştî çend mehan, ew çû nexweşxaneya "Baheya" ku di haletên tumorên jinan de pispor bû.
Destpêkê nexwest nexweşiyê bipejirîne
Ensaf Silêman berê wek hemşîre dixebitî, nexwest bi vê yekê re rû bi rû bimîne û got ku ew mirinê tercîh dike û emeliyata jêkirina pêsîrê qebûl nake. Di sala 2016’an de, bijîjka wê li dosyaya wê nivîsî û diyar kir ku divê li nexweşxaneyê dest bi senasên kîmyewî bike. Piştî ku bijîjk jê re got porê xwe tam jêbike, wê porê xwe ye ku hatibû jêkirin ji xwe re kir perûkek da ku bi kar bîne. 
 Piştî ku senasên kîmyewî bi dawî bûn, werim mezin bû û ji bo emeliyatê hat sewqkirin. Hêviyek wê ya mezin hebû, di nava 6 saetan de pêsîra wê hat jêkirin û bi demê re dest bi başbûnê kir, porê wê dîsa derket.
Ensaf Silêman dibêje ku rojên wê bi asayî derbas dibin, serê sibê bi tîrêjên rojê re radibe, piştî nîvroyê kêfa wê ji kîjan xwarinê re were ji malbata xwe re amade dike, heta ku seansên kîmyewî bi dawî bibin û dest bi tedawiya hormonal kiriye. Niha jî sala xwe ya pêncemîn temam dike û jiyana wê bi heman leza ku wê hilbijartibû berdewam dike.
Penceşêr ne dawiya dinyayê ye
Li aliyê din Zeyneb Seyîd a dayika sê zarokan ku ji pençeşêra pêsîrê baş bûye û niha dermankirina hormonal dibîne, teqez kir ku di destpêkê de ew ji nexweşiya xwe gelekî ditirsiya lê niha natirse. Der barê serpêhatiya xwe d, dibêje: "Serpêhatiyeke min a tal û dilgeş heye. Hin kes wê bifikirin ku ez dilşikestî me lê na. Ez jî wekî jinên din xwe asayî hîs dikim. Nêzî salek berê, min dizanibû ku ez bi nexweşiya penceşêrê ketime û min nikaribû ji kesên ku di wê tengasiyê re derbas nebûbin re, wateya wan sê peyvên giran bigota. Sê peyvên ku bijîjk got "Tu nexweşa penceşêrê yî." Dema min bihîst, min dizanibû ku ez ê çend rojên tenê bijîm. 
Piştî demeke kurt û saetên ku li ser giyanê wê giranî çêkirin, Zeyneb Seyîd fêm kir ku penceşêra mirov jê ditirse û hêvî dike ku jê dûr bikeve ne ewqas tiştek bi xof e, dijminek qels e û li ser lawazî û tirsa mirov mezin dibe. Lewre wê biryar da ku li ser lêkolîn bike û dest bi xwendina wê kir, heta ku bikaribe agahiyan berhev bike. Wê got: "Min ew wekî heval pejirand û di navbera xwe û wî de peymaneke aştiyê çêkir da ku ew careke din venegere ba min.”
Di dawiya axaftina xwe de şîret li jinan kir û got: "Jiyan mîna çivîk û daran, xwedî şekl û rengên cuda ye, yanî ger dem ji bo vekirina kulîlkan hebe, wê gavê demek din jî heye ku pel werin weşandin. Jiyana me bi vî rengî ye divê em hemû demsalên jiyanê bijîn, qebûl bikin û bi her kêliya wê kêfxweş bibin.”
Penceşêr şanseke din a jiyanê ye
Nana Mursî piştî ku ji penceşêra pêsîrê xilas bû, dikaribû gaveke nû ji bo fêrkirina hunerên destan ji nexweşên penceşêrê ava bike da ku di jiyana wan de alîkariya wan bike. Der barê çîroka başbûna wê de jî dibêje ku beriya 11 salan bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ketiye û ji hebûna wî ya di pêsîra çepê de matmayî maye û dest bi rêwîtiya dermankirinê kiriye. Ya  yekem ew bû ku girê ji pêsîrê were gitin û piştre dest bi senasên kîmyewî bike, piştre li Navenda Tenduristiya Jinan jî dest bi radyoterapiyê bike. 
Ji bo jinên ku bi nexweşiya penceşêrê re têkoşiyan dest bi pêşangehan kir
Piştî perwerdekirina hejmarek ji jinên ku şer bi penceşêra pêsîrê re dikin wê dest bi çêkirina pêşangehan kir ji bo çapkirin û firotina hunerên xwe û pêşangeha dawî di sala 2020’an de saz kir. Lê rojek beriya vekirina wê, wê wermek di pêsîra rastê de dît. Ev yek bû sedema şokek mezin lê ji hêla psîkolojîk ve wê dikaribû bi ser bikeve û wiha got: "Ji vê mijarê re
qebûlkirinek min a ecêb hebû, min wêneyek bi porê xwe kişand, paşê ew birî û diyarî nexweşek din a penceşêrê kir. Min danûnstandina bi nexweşiyê re kir wek ku nexweşiyek normal be. Di pêwendiya bi gelek saziyan re, min pêngava"Dayîna Min Şîfaya Min e" di Mijdara 2020’an de ji bajarê Hurghada dest pê kir, me nêzî 210 jinan di 7 hunerên destan de perwerde kirin û ew ne tenê nexweşên penceşêra pêsîrê bûn, di heman demê de jinên pêneketî jî hebûn.” 
Dema Nana Mursî vegeriya bajarê xwe, ji bo derxistina girêka pêsîrê wê emeliyat kirin. Piştî serkeftina wê dest bi radyoterapiyê kir û azweriya xwe ya sereke ku hunerên destan e ji bîr nekir. Di Îlona borî de dîsa vegeriya Hurghadayê û di 11 hunerên destan de nêzî 400 jin perwerde kirin.
Wê ji jinên bi penceşêrê ketine re peyam şand û got: "Netirsin. Penceşêr mirov nakuje. Rast e ew nexweşiyek dijwar e lê bi sebrê dikare ji holê rabe û ew ne dawiya jiyanê ye.”
Pêngavên ji malzaroka nexweşiyê
Çîroka Cîhan El-Aseel jî ne cuda ye, di Kanûna 2015’an de bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ketibû û rêwîtiya wê ya dermankirinê yekser dest pê kir û jiyana wê ji şêwazê normal û xwezayî veguherî destpêka roleke girîng di piştgirîdayîna yên din de.
Cîhan El-Aseel dest bi rêwîtiya dermankirinê kir, piştî wê 16 senasên kîmyewî û 21 car jî radyoterapiyê dît. Li ser vê yekê dibêje: "Min demek dirêj bi nexweşan re di nexweşxaneyê de derbas dikir û guhdariya wan û pirsgirêkên wan û êşên wan ên bi nexweşî û rewşa xirab a derûnî ya wan dikir. Ji ber ku min Enstîtuya Xebatên Civakî qedandiye, qada xwendina min alîkariya min kir ku piştgiriya derûnî pêşkêşî hevkarên xwe bikim.”
Piştgiriya derûnî û civakî da nexweşên penceşêrê
Piştî başbûna wê, Cîhan El-Aseel dest bi pêngava "Pinky" ji bo piştgiriya derûnî û civakî ji bo nexweşên penceşêrê kir. Armanca pêngavê ew bû ku hebûna yekîneyên piştevaniya derûnî di nav nexweşxane û navendên onkolojiyê de giştî bike û dersên dermankirinê yên yekgirtî yên ku kar dikin pêşkêş bike. Her wiha komek ji xwendekarên pola sêyem û çarem li pizîşka El-Ezherê li ser awayên rûbirûbûna nexweşên penceşêrê û awayên peydakirina piştgiriya derûnî perwerde kir û xizmet ji komele û saziyên ku xizmeta nexweşên penceşêrê dikin re pêşkêş kir.
Ji ber ku armanca pêngavê ya sereke ew bû ku piştgiriya derûnî di nava protokola dermankirina nexweşan de bihewîne. Cîhan El-Aseel pêngav veguherand saziyek ji bo zixmeta nexweşên penceşêrê di bin navê "Kanser" de. Weqf ji bo jinên ku nikaribin mesrefên tedawiyê bidin jî bê pere xizmetên desteka zagonî peyda dike û sîngê protez bê pere dide wan, ji ber ku nirxê sîngekê nêzî 2000 lîre ye (pereyê Misrê) ye.
Cihan El-Aseel di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Di riya vê tecrubeyê de, ez êdî bawer im ku min nizanibû rola min a rastîn di jiyanê de çi ye û asta hêza min a ku bandorê li kesên din dike çi ye.”