‘Herî zêde jin ji ambargoya li ser Mexmûrê bandor dibin’
Mamostaya Zanîngeha Silêmanî Şadiye Bekir, destnîşan kir ku herî zêde jin ji ambargoya ku li ser wargehê ji aliyê PDK’ê ve tê domandin, bandor dibin.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve ye PDK’ê ambargo daniye ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ji 10’ê Nîsanê ve jî hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî bikevin wargehê û karker biçin kar. Her wiha Iraq nasnameyên şêniyên wargehê nû nake û rê nade kesên nexweş herin nexweşxaneyan. Xwendekar ji mafê xwendina zanîngehê bê par hatine hiştin. Hemwelatiyên wargeha
Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev zêdeyî 30 salan e ji ber êrîşên zilm û zordariya dewleta Tirk koç kirine, hatine Başûrê Kurdistanê û piştî guherîna çend wargehan niha li wargeha Mexmûrê dijîn. Wargeha Mexmûrê di bin berpirsyariya Hikûmeta Iraqê û Netewên Yekbûyî de ye. Lê belê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û her tim mafên wan binpê dike. Jin ji ber ambargoyê rastî astengiya jiyanê, mafên sereke û tundiya derûnî tên.
‘Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê, dermirovî ye’
Mamostaya zanîngehê Şadiye Bekir diyar kir ku ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve hatiye danîn û rûniştvanên wargehê rastî astengiyên jiyanê tên û wiha got: “Ev ambargoya ji aliyê PDK’ê ve bi fermana dewletên derdorê li ser wargeha Mexmûrê hatiye danîn, karek ne mirovane ye û dûrî mafê sereke yê mirovane ye. PDK wek nokerek dewletan, li dijî Kurdan dixebite. Rûniştvanên wargeha Mexmûrê Kurd in. Lê belê ji aliyê dijminên Kurdan ve rastî êrîş û dorpêçan hatiye. Mûamelekirina li gel penaberên siyasî û girtiyên siyasî li gorî mafê mirovan divê bi taybetî nêz bibin. Lê belê penaberên siyasî yên wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve rastî êrîş û ambargoyê tên. Ev nêzîkatî sûcê navnetewî ye. Birçîkirina hewelatiyan û rewşên dûrî mafê sereke yê mirovan, dikeve çarçoveya sûcên navnetewî. Di nava wargehê de hemû beş dijîn. Ew kesên temenê wan zêde ne, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê êş dikşînin. Lê belê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Her wiha zarok ji mafên xwe yên serek bê par dimînin. Piraniya hemwelatiyan rastî gefên derûnî tên. Ev yek sûcê binpêkirina mafê mirovan e.”
‘Ambargo bandora derûnî, fîzîkî û tenduristî li ser jinan dike’
Şadiye Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê ji aliyê desthilata herêmê ve, bi armanca kuştinek hêdî ku dengek mezin li dinyayê nebe tê encamdan. Di nav de jin û zarok her tim giraniya vê zilm û zordariyê hilgirtine. Di xwezayê jinê de berpirsyartiya dayîktî, heskirin û dabînkirina dahata jiyanê heye. Ev ambargoya li ser wargeha Memûrê, bandora derûnî, fîzîkî û tenduristiyê li ser jinan dike. Jin hê bi xwedîkirina zarok û malbata xwe ve eleqedar e, lê belê şer ew bi awayek ruhî westandine û dibe sedemê tundiya derûnî. Her wiha rewşa hemwelatiyên di nava waregaha Mexmûrê de her tim ber bi xirabûnê ve diçe. Heta ku PDK fermanê ji hêzên dagirker bigre wê van êrîşên xwe bidomîne. PDK fermanê ji dewletên derdorê digre. Lê belê hebûna pêvajoya aştiyê di PDK’ê û dewletên serdest de birînek kûr ava kiriye. Xebatên dagirkerî, qetilkirin û binpêkirin ji aliyê dewletên serdest û hevkarên wan ve li dijî Kurdan tê meşendin. Lê belê bi pêvajoya aştiyê û şewitandina çekan wê ev kêm bibin.”