Li Xartûmê bi vegera koçberan jiyan ji nû ve dest pê dike

Piştî alozî û koçberiya demdirêj ku artêşa Sûdanê, paytext Xartûmê girt, Sûdaniyan dest bi vegerê kir. Ev gav, ji bo ku li paytextê îstîqrar çêbibe û jiyan asayî bibe, weke pêşketineke girîng tê nirxandin lê jinên Sûdanî li vê rewşê çawa dinêrin?

MEYSA EL-QADÎ

Sudan Piştî ku artêşa Sûdanê, peytext Xartûmê girt, malbatên Sûdanî tevî hemû zoriyan jî dest bi vegera malên xwe kirin. Gelek mal ji ber pevçûnan an bi temamî rûxiyane yan jî xisarên mezin dîtine. Hê li hinek herêman av, cereyan û xizmetên bingehên tune ne.

Tevî van mercan gelek kesan berê xwe dan bajar û ev gav weke vegera nû ya jiyanê hat nirxandin. Yek ji van jî Enwar Muhammed e. Ew beriya çend mehan vegeriyaye mala xwe ya li Omdurmanê, di nava xirbeyan de çîroka berxwedêrî û biryardariyê nivîsand.

Di dilê Sûdanê de rêwîtiya koçberiya bi êşan dagirtî

Enwar Muhammed, bi malbata xwe re weke gelek malbatan bajar terikand û li gelek bajarê Sûdanê geriya. Piştî rêwîtiya koçberiya ya dirêj û zor, vegeriya Omdurmanê. Dema ku li şer taxên wan gur bû, nexwestin mala xwe biterikînin lê di encama topavêj û bombebaranê de ji ber ku gelek kes birîndar bûn û mirin, neçar man koçber bibin. Ji ber derfetên kêm ên aborî, neçar man her carê hinek ji malbatê biçin. Destpêkê bav û birayê wê, ji bo parastina male man, Enwar û kesên din ên malbatê berê xwe dan bajarê Wad Medenî. Lê ew der bi qasî ku hêvî dikirin ji wan re nebû stargeh. Şer gihîşt heta wê derê jî. Têkilî hat birîn û têkiliya bi malbatên li Xartûmê re hat birîn. Di vê pêvajoya zor de, bûyerên hovane qewimîn, li kolanan ceneze li erdê man, bûn şahidê gulebarana RSF’ê (Hêzên Piştgiriya Lezgîn) yên li dijî sivîlan.

Piştî helwdan û sebreke demdirêj, careke din ketin riyan. Avahiyeke dibistanê weke stargeh bi kar anîn, dûre di navbera bajarên Sinnar, Few, Gadaref, Port Sudan û Kessalayê de çûn û hatin. Herî dawî piştî tecrubeyek bi tirs, mirin û êşan dagirtî vegeriyan Omdurmanê.

Enwar Muhamed wiha behsa bextewariya vegera ware xwe dike: “Piştî zoriyên mezin em vegeriyan Omdurmanê mala xwe. Em niha rehet bûne û bextewar in. Hê operasyonên leşkerî bi temamî neqediyane lê li gorî cihên em jê hatin ev der niha hinek baştir e.”

Enwar Muhamed a xwendekara zanîngehê ye, diyar dike ku ji ber ku xercên zanîngehê nedaye û li paytextê navendên azmûn û perwerdeyê tunene, neçar maye navberê bide xwendinê. Ji bo ku perwerdeya xwe bidomîne yan divê biçe bajarekî din û were yan jî bi cih bibe. Ev yek jî tê wateya mesrefeke din ku nikaribe bide.

Fikarên heyî û pirsgirêkên ewlehiyê

Tevî ku Xartûm ji destên hêzên RSF’ê hatiye girtin û hinek welatî vegeriyane jî gelek kes hê jî ji bo vegerê dudulî ne. Bi taybetî ji ber tunebûna av, cereyan, ragihandin û xizmetên bingehîn fikar zêde ne. Li gorî hikumeta Sûdanê, li Xartûmê îstasyona ku ji sedî 60’ê nifûs pê xwedî dibe ketiye rewşeke nayê xebitandin û binesaziya av û cereyanê zêde zirarê dîtine. Fikarên ji bo ewlehiyê jî li pêşiya biryara ji bo vegerê dudiliyê çêdike. Yek ji van kesan jî Dalia Muhammed e, diyar dike ku ji ber rewşa paytextê baş bûye kêfxweş e lê di ware vegerê de bi temkîn e. Dalia Muhammed wiha dibêje: “Em dixwazin herêm bi temamî were paqijkirin. Tê gotin ku hê jî diz û çek hene. Ev yek min ditirsîne. Heta ku hêzên ewlekariyê herêmê bigrin bin kontrolê û cîranên me agahdarî bidin, ez ê li bendê bimînim.”

Dalia, diyar dike ku sedemên taybet ên ku nahêlin malbat ji bo vegerê biryarê bide hene û dibêje ku li Omdurmanê eraziyek kirî ne û plan dikin li wê derê xaniyek çêbikin bi cih bibin û dibêje: “Em hem ji aliyê xizmetê hem jî îstîqrarê ve vî bajarê tercîh dikin. Her wiha gelek welatî ji zûve ye vegeriyane vê herêmê.”

Birayekî Daliayê xwendekarê lîseyê ye, xwe ji bo ezmûnan amade dike. Ev yek jî dibe sedem ku heta ezmûn biqedin li bendê bimînin. Her çendî dibistanên li Omdurmanê vebûbin jî hemû mamoste û xwendekar hê venegeriyane.

Der bare xizmeta li taxa wan li Xartûmê de wiha dibêje: “Xizmetên cereyan û avê dest pê kirin lê li hemû herêman wisa nîn e. Taxa me hinek baştir e lê vegera taxa me li gorî yên din dereng destpê kir”

Hêviyên mezin

Xwendekara zanîngehê Rojîna Adem, dibêje ku niyeta wê heye vegere Xartûmê lê ji ber ku perwerdeya zanîngehê hê dest pê nekiriye li bendê maye û wiha didomîne: “Başbûna rewşa Xartûmê pir xweş e. Mirov bi çavên xwe dibîne rewş baş dibe lê ji bo vegerê lez nakim. Hê dersan dest pê nekiriye.”

Li gorî Rojîna biryara vegerê li gorî malbatan diguhere. Her kes mercên wan cuda ne û wiha bi dawî dike: “Zarokên hinek malbatan divê biçin dibistanê, hinek ji wan jî li herêmên cuda diçin zanîngehan. Ji ber vê yekê veger girêdayî tercîhên şexsî û gelek faktoran e.

Tevî van hemû zoriyan jî gelê Sûdanê, bi hêviyên mezin li pêşerojê dinêre. Hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin, bigihîjîn îstîqrar û aştiyê. Ji bo destekê hem bang li herêmê dikin hem jî saziyên navneteweyî. Vegera Xartûmê; weke derfet û rûpeleke nû ya dîrokî ji bo Sûdanê dibînin.