Li Xezayê zarokek 9 salî di şûna dibistanê de keviran paqij dike û difroşe

Li Zîvala Xezayê, keda zarokan êdî ne îstîsnayek e ku ji ber neçariyê çêdibe, rastiyek rojane ye ku ji ber şer û xizaniyê tê xurtkirin. Hesenê 9 salî, ji bo debara malbata xwe û sêwiyên birayê xwe bike, di vê qêlê de keviran kom dike, paqij dike û difroşe

NEXEM KERACÊ

Xeza – Ji serê sibê ve, Hesen Saad xwe li ser komên kavilên ku ji ber xaniyên wêranbûyî mane diponije, perçeyan yek bi yek berhev dike, tozê paqij dike û beriya bi bihayek pir erzan bifroşe bi baldarî rêz dike. Ev zarokê ku hîn nebûye 9 salî, êdî ne bi zengila dibistanê an jî bi amadekariyên dersan, bi zoriyên rojek dirêj di bin tava germ de şiyar dibe; li tiştekî digere ku debara malbata xwe ku ji şer û xizaniyê bêzar bûye pêk bîne.

Zarokek barê malbatê hildigre

Di nava kampên penaberan ên li Zîvala Xeza de, zarokatiya Hesen veguherî rêwîtiyek dijwar a karê rojane. Şerê wêranker bû sedem ku ew dev ji xwendina xwe berde, tevî serkeftina xwe ya akademîk, ew bû berpirsyarê dabînkirina malbatek tevî biraziyên wî yên sêwî yên ku bavê xwe di şer de winda kirin û 10 kes in. Dema ku yên temenê wî di bin şert û mercên giran de lîstikan dilîzin an jî hewl didin ku perwerda xwe bidomînin, ew rojên xwe bi berhevkirina kevirên ji mal û avahiyên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine hilweşandin, paqij dike, rêzdike û tîne halê ku ji nû ve di avakirinê de bê bikaranîn, derbas dike.

Ev kar ne tenê ji hêla fîzîkî ve dijwar e, di heman demê de li ser bedena wî yê biçûk şopên êşdar jî dihêle.

‘Neçar im bixebitim’

Amûrên paqijkirinê yên giran pirî caran tiliyên wî dibirin û hilgirtina keviran ji bo saetên dirêj dibe sedema êşa domdar a pişt û milên wî. Lêbelê, rewşa wî ya giran wî neçar dike ku bê westan ji bo mûçeyek rojane yê hindik xebata xwe bidomîne. Hesen Saad toza ji rûyê xwe yê westiyayî paqij dike û dibêje: “Min qet xeyal nedikir ku ez ê bi vî rengî ji dibistanê derkevim. Min pir ji xwendinê hez dikir û ez pir kêfxweş bûm dema ku ez bi pirtûk û karên xwe yên malê vedigeriyam malê. Niha ez keviran hildigrim. Ez pir westiyayî me û carna pişt û destên min pir diêşin, lê ez nikarim rawestim ji ber birayên min û biraziyên min hewceyî xwarinê ne û çavkaniyek din a debara me tune ye.”

Hesen Saad bi dengekî tijî hesret, wiha got: “Her gava ez zarokekî dibînim ku çenteyek dibistanê hildigre, ez dibistana xwe, hevalên xwe û mamosteyên xwe xeyal dikim. Ez hîn jî xeyal dikim ku dîsa vegerim polê û fêr bibim. Min ev nebijart. Şer em neçar kirin ku em wiha bikin. Ez hêvî dikim ku ew roj were ku ez bikaribim keviran deynim, dîsa qelemê hildim.”

Zoriyên kar

Dayîka Hesen a  40 salî Sanaa Saad, ji serê sibê ve li kêleka kurê xwe radiweste û lê dinhêre ku ew barên ji hêza xwe zêdetir hildigre. Dema ew nîşanên westandinê li ser rûyê wî dibîne, bê firîqet alîkariya wî dike, beşdarî hilgirtin û rêzkirina keviran dibe, hewl dide ku barê ji zarokekî temenê wî girantir e, sivik bike.

Ji bilî vê berpirsyariyê ti çareyek din tune ye’

Sanaa Saad a çavên wê qet ji kurê wê Hesen naqete, wiha domand: “Ez her roj dibînim ku kurê min li şûna dibistanê diçe ser kar. Mîna ku dilê min bi caran ji ciyê xwe bê derxistin. Tu dayîk naxwaze ku zarokê wê li şûna pirtûkên dibistanê keviran hilgire, lê em bi rastiyek ku em nikarin biguherînin re rûbirû ne. Hevjînê min extiyar e êdî nikare bixebite û ji ber herêma me hema hema hatiye jibîrkirin, em tu alîkariyê nabînin. Ji bilî ku Hesen vê berpirsiyariyê bigre ser xwe, ti çareyek din tune. Dema ez dibînim ku xwêdan di germahiya rojê de ji eniya wî diherike, ez her tiştî diavêjim û direvim ku alîkariya wî bikim. Ez keviran bi wî re hildigrim û rêz dikim. Ew pir caran bi destên birîndar û êşa pişta xwe vedigere konê, lê roja din şiyar dibe da ku heman dîmenê dubare bike, ji ber birçîbûn li bendê namîne û zarok hewceyî xwarinê ne.”

‘Şer zarokatiya wî dizî’

Sanaa Saad da zanîn ku kurê wê yê mezin hatiye kuştin, zarokên sêwî li pey xwe hiştine û wiha pê de çû: “Hesen niha mîna mêrek mezin be, xwe li hember wan berpirsyar dibîne. Dema dibhîzim ku li şûna dibistanê an lîstikê behsa mesrefa malê dike, ez xemgîn dibim. Şer zarokatiya wî dizî û xewnên bi hezaran zarokan ji holê rakir û ew neçar kirin ku berî ku ew bizane wateya zarokatiyê çi ye, barê hemû malbatan hilgirin ser milên xwe.”

‘Em dixwazin zarokên me jiyanek asan bijîn’

Dayîka neçar anî ziman ku ew tiştek ne gengaz naxwaze û wiha domand: “Ez tenê hêvî dikim ku zarokên min bikaribin jiyaneke normal bijîn, xwarin, perwerde û ewlehî hebe. Her dayîkek li Xezayê vê fikarê parve dike. Em ji tirsa xwe bêtir ji bo zarokên xwe ditirsin. Ew neçar man ku di bin dengê bombebaranê de mezin bibin û piştî agirbesta şikestî, ew bi xizanî, birçîbûn û nebûna pêdiviyên bingehîn re rûbirû dimînin.”

Barê berpirsiyariyê ne tenê bi dabînkirina xwarinê ve sînordar e; her wiha lênêrîna biraziyên xwe yên sêwî ku Hesen niha xwe mecbûr dibîne ku wan biparêze û pêdiviyên wan ên rojane bicîh bîne, digre nava xwe. Di nav keviran de, hestên windakirinê bi îradeya jiyanê re dikevin nav hev; ev tablo mezinbûna veguherînên ku şer li ser jiyana zarokên li Xezayê çêkiriye nîşan dide; salên zaroktiyê veguherî salên xebata dijwar û berpirsyariyên malbatê.

Agirbestê xwîna zaroktiyê nesekinandiye

Tevî agirbesta ku di 10’ê Cotmeha 2025’an de ket meriyetê jî, rewşa mirovî ya li Zîvala  Xezayê ti guhertinek rastîn nîşan nedaye. Bi êrîşên bêserûber û aloziyên ku berdewam dikin, bi sed hezaran kesên koçber di nav şert û mercên pir dijwar de di nav hilweşîna aborî û bêkariyê de dijîn. Ev rewş zarokan neçar dike ku ji bo xwedîderketina malbatên xwe bikevin bazara kar, ev yek binpêkirinek eşkere ya mafên wan ên perwerde, parastin û pêşketina bi tendurist e.

Xeyalê wî yê dibistan û zarokatiyê bêdawî hatiye paşxistin

Dema roj diçe ava, Hesen Saad kevirên dawîn ên ku paqij kiriye berhev dike û bi tilîyên xwîn, birîn û bedenek westiyayî vedigere konê xwe. Xeyalê wî yê dibistan û zarokatiyê bêdawî hatiye paşxistin. Di 9 saliya xwe de, ew êdî rojên xwe ne bi hejmara dersên ku digre an lîstikên ku dilîze, bi hejmara kevirên ku difroşe û mîqdara pereyên ku ji bo xwedîkirina malbata xwe û zarokên birayê xwe yên sêwî teserûf dike, dipîve. Di nav kavilên malên wêranbûyî de, bi temamî çîroka nifşekî zindî dibe. Çîroka nifşek ku zarokatiya wan bi zorê ji wan hatiye stendin, diviyabû bi avakirina paşeroja xwe re mijul bûya, bi kevirên ku kavilên welatê xwe ji nû ve rast bikin ve mijûl dibin.