Li Efganistanê zêdebûna medreseyên olî û berxwedana bêdeng a jinan
Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, hejmara medreseyên olî bi lez zêde bû, gelek zarokên keç ji mafê perwerdeyê hatin bêparkirin. Fikarên li ser îdeolojîkirina civakê û zextên li ser jinan her diçe mezin dibin.
BAHARÎN LEHÎB
Kandahar – Li Efganistanê di bîst salên dawî de hejmara dibistanên olî (medreseyan) bi lez zêde bûye piştî ku Taliban hat ser desthilatdariyê, hejmar zêdetir bû. Gelek zarokên keç piştî qedexekirina perwerdeya li dibistanan neçar man, berê xwe bidin dibistanên olî. Ev zarokên keç ji tebeqeyên cuda yên civakê tên. Nexasim, piraniya rewşenbîrên civakê zêdebûn û belavbûna dibistanên olî wekî amûrek ji bo tepisandina ramanên demokratîk dibînin. Li gorî wan, di van navendan de mêjiyê xwendekaran bi awayekî îdeolojîk tê arastekirin û di paşerojê de îhtîmal heye ev kes veguherin kesên ku dildarî xizmeta Talîban, DAIŞ û komên din ên radîkal bikin.
Tenê derfetek ji bo fêrbûnê
Li hemberî vê yekê, her çendî hejmara wan kêm be jî hinek zarokên keç ên ku di malbatên xwenda û bîrewer de mezin bûne, bi nêrîneke cuda diçin van dibistanên olî. Piraniya van xwendekaran amadebûna xwe ya di van dibistanan de ne ji bo pejirandina ramanên tundrew lê tenê wekî derfetek ji bo fêrbûnê û nirxandina wexta xwe dibînin. Ew xwendekarên ku bi vê nêzikatiyê perwerdeyê dibînin, zimanê Erebî jî di asteke baş de fêr bûne.
Me hevpeyvînek bi mamoste Zoya Noroz a ku di van dibistanên olî de dixebite re kir. Skandalên der barê girtina jinan ji aliyê Talîbanê ve ji ber "ne li gorî rêzikên hicabê ne" ewqas belav bûne ku hinek alimên olî û melayên navdar ên ji Efganistan û welatên din ên Îslamî van kiryaran li ser medyaya dîjîtal û di hinek merasîmên olî de wekî kiryarên nemirovane bi nav kirine. Ev kes baş dizanin ku destwerdana jinan li ser bingeha olî dê bibe sedema encamên neyînî yên din û windakirina prestîja Îslam û civakê.
‘Parastina edaletê û mafên kesan yek ji pîvanên bingehîn e’
Zoya Noroz wiha got: “Li gorî min, parastina edaletê û mafên kesan yek ji pîvanên bingehîn e. Girtina kesan divê li ser bingeha qanûn, bingehên zelal û otorîteya qanûnî ya Îslamî be. Li gorî gelek alimên Îslamê, girtinên ku bêyî şopandina pêvajoyeke dadwerî ya taybetî û bêyî berçavgirtina edaletê tên gotin ne meşrû ne.”
Der barê helwesta kesên ku bi "fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê" hatine erkdarkirin de jî got: "Divê ev prensîb bi aqilmendî, nermî û bi berçavgirtina qenciya giştî were sepandin. Ev yek di qanûnên ku ji hêla Talîbanê ve li ser vê mijarê hatine weşandin de jî hatiye diyarkirin. Lê belê ew rêzê nîşanî prensîbên Îslamî, nirxên mirovî, yan jî qanûnên xwe nadin. Bi ya min, tenê tiştê ku ew bawer dikin tepeserkirin û destwerdana li ser jinan e. Dema ku pratîkên wiha dibin sedema neheqî, şerm û zirara kesan, gelek zanyar wan wekî li dijî ruhê Îslamê dibînin."
Bersiva li dijî zextên hîcabê û bikaranîna hêzê
Zoya Noroz di bersiva pirsekê de li ser jinên ku ji ber "pêçandina ne guncaw" tên girtin wiha got: "Ger di vê serdemê de dema ku rêgezên olî tên sepandin edalet, rêz û dilovanî neyê dîtin, têgihîştinek neyînî ya Îslamê dikare were afirandin. Parastina ewlehiya jinan yek ji nirxên herî girîng e. Bi ya min, dema ku xwepêşandanek aştiyane hebe divê diyalog were danîn divê guh bidin daxwazan û pirsgirêk bi aştiyane werin çareserkirin. Bikaranîna hêzê li dijî kesên bêçek û xwepêşanderên aştiyane bi prensîbên edaletê û parastina jiyana mirovan re ne lihevhatî ye."
Divê were zanîn ku di demeke ku Talîban û komên din ên radîkal hewl didin civaka Efgan bi belavkirina îdeolojiyên tundrew paşve bixin, bandora serdema teknolojîk, ragihandinê û belavbûna civakên nûjen bandorê li ser raman û perspektîfên jinên Afgan jî kiriye. Jin ji her demê bêhtir daxwaza perwerde, gihîştina agahdariyê, edalet, mafên mirovan û azadiyê dikin. Zoya Noroz, tevî ku li dibistaneke olî ya li parêzgeha Qendaharê mamoste ye jî tekez dike ku divê nirxên wekî azadiya jinan, edalet û rûmeta mirovan di civakê de werin parastin.