Li Gundê Dareh Tafiyê vegera leglegan bi çalakiyan hat pîrozkirin

Gundê Dareh Tafiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, wek “Gundê Leglegan” tê zanîn. Her sal vegera leglegan bi çalakiya “Lihevkirina bi Xwezayê re” tê pîrozkirin. Ev çalakî hem di nav gel de hişmendiya derdorê ava dike, hem jî aboriya gundiyan zindî dike.

ESRA AZÎZÎ

Merîwan – Her sal legleg di Cotmehê de koç dikin. Leglegan dest bi vegera li Gundê Dareh Tafiyena girêdayî bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Ev 3 sal in ku vegera leglegan bi çalakiya “Lihevkirina bi Xwezayê re” tê pîrozkirin. Bi saya vê çalakiyê, aboriya xelkê herêmê jî zindî dibe. Di çalakiye de stran tên gotin, helbest tên xwendin, axaftin tên krin û xelk balê dikşîne ser wêrakirina xwezaya li Rojhilatê Kurdistanê da ku herkes pê bihesin.

Gundê Leglegan

Gundê Dareh Tafiyê mîna “Gudê Leglegan” jî tê zanîn. Di salên dawî de ji Îranê û jidinyayê gelek kes tên serdana gund. Gundî ji bo leglegan hêlînên bi ewle çêdikin. Bi vî awayî mayîna leglegan a li herêmê pêk tê û hejmara leglegan zêdeti dibe. Li Gundê Dareh Tafiyê jinan berpirsyariyaleglegan girtine ser xwe. Jinên ku leglegan xwedî dikin, di heman demê de hezkirina ji ajalan, hînî zarokên xwe jî dikin. Hezkiina li Gundê Dareh Tafiyê ya ji leglegan, ne tenê ev e. Her wiha gundî diyariyan didin hev û piraniya van diyariyan jî, hêlînên leglegê ne.

Ji bo leglegên destpêkê hêlîn çêkirin

Gndya bi navê Şemşê Bahramî, ragihad ku leglega yekem, 7 sal berê hatiye gundê wan û wiha got: “Gundiyan jê re hêlînek çêkirin û paşê hejmara leglegan her ku çû zêdetir bû. Her sal, çar hêk danîn. Hejmara leglegan her ku çû zêdetir bû û êdî li vir man. Herin ku jî, dîsa vedigerin vê derê. Ji ber ku mirov baş li leglegan dinhêrin û ciyê wan xweş dikin. Legleg di Cotmehê de koç dikin û ev nêzî heftiyek e ku vegeriyan gund.”

Serdana leglegan aboriyê zindî dike

Şemşê Bahramî destnîşan kir ku li gund herkes ji leglegan re pir nazik tevdigere û wiha domand: “Legleg zirarê nadin me û zeviyên me. Legleg ji bo xwarinê masî, mar û ajalên din peyda dikin. Leglega dayîk li hêkên xwe haydar dibe, leglegê bav jî nêçîrê dike û tîne. Jinên li gund jî ji wan re xwarin û vexwarinê tînin û bi wan re eleqedar dibin. Niha tenê çend legleg vegeriyan, lê bi vegera teva re, ewê hejmara wan zêdetir bibe. Ji bo  leglegên li gund, ji Tehran, Keşm û ji herêmên din tên serdana gund. Kuçeyên gund bi kesên tên serdana gund,  tije dibe.”

Şemsê Bahramî da zanîn ku piştî zêdebûna serdanên li gund, jinan jî ev yek mîna derfetek dîtine û wiha got: “Jinên li gund, kax, cilûbergên herêmî, gustîl, bazin, guhar û tiştên bi vî rengî û xwarinan çêdikin û difroşin. Mêr dest navêjin vê xebatê, tenê jin û zarok çêdikin û difroşin.”

Hişmendiya ji bo hawirdorê jî çêkir

Aktîvîstên hawirdorê yên Merîwanî ku beşdarî çalakiyê bûn jî, anîn zima ku bi saya çalakiyê, di nav ciwanan de bihîstyariyek çêbûye. Aktîvîstan dan zanîn ku armanca wê tenê şox û şeng nîne û wiha gotin: “Parastina derdora Rojhilatê Kurdistanê ya di vê serdemê de, êdî bûye pêwîstiyek girîng. Em wan kesên ku zirarê didin xwezaya Rojhilatê Kurdistanê, bi awayek hovane êrîş dikin û wêran dikin, efû nakin. Di vê çalakiyê de me bi caran mijara ziwakirina Gola Zarîbar jî anî ziman. Her wiha şewatên ku her sal li Rojhilatê Kurdistanê tên derxistin jî di nav mijarên me yên sereke de bûn.”